|

Kengî
Ronî ELÎ
Kengî
Kengî ji wê hilma te
Nêrgiza çiyayêd min
Ezê sing tije bikim
Û di nav xemla te de
Vehsanekê avakim
Da destê yare bigrim
Bêtine seyranekê
Da herdû dilan rakim
Govend û dîlanekê
Şalûr hawîme berdin
Awaz û fîxanekê
Kengî ..?
Kengî ji wê hilma te
Nêrgiza çiyayêd min
Ezê serî dagirim
Dor te bikim evîngeh
Tu tê de bibî nîşan
Bikim buhiştek fereh
Perwîn bênê ji çiyan
Li ber awazê bilbil
Xwe li yare ragirim
Kengî .. ?
Kengî ji wê hilma te
Nêrgiza çiyayêd min
Dil girgîn û har bikim
Da bibe nêçîrvanê
Vê karika xezalê
Tîrkevanê hilgirim
Bavêjim şeng şepalê
Li pey bazde birevê
Bigrê li ber newalê
Ji nû te daçkînê
Navber çûdî sîpanê
Di nav berfa sipî de
Vebî şînbî li bane
Her poz bervî te bînim
Bihin bidî jiyanê
Kengî .. ?
Kengî ji wê hilma te
Nêrgiza çiyayêd min
Dostan bi hev xweş bikim
War û hol û şaxên te
Nebin qada cirîda
Latên lid or rehên te
Nebin çekên mirîda
Bê derî bê dergevan
Bê sînorên van biran
Bê dil tirsî bi aheng
Bi tev de bidin lîlan
Kengî .. ?
Tablo: ji berhemên
peykertash Sîdo Resho.
|