|

Çirûskek ronahî li ser hin kongir û
konfiransên penaberên Kurdistana Rojava li
dervayî welêt
Dr.Ebdilmecît Şêxo
Piştî rûxandina rêcîma dîktetur di 9.04.2003
an de hêviyên hêzên dêmokrat û gelên bindest
mîna gelê Kurd bi pêkanîna azadiyê her
pirtir bûn, lewra jî penaberên Ereb ji
Sûriyê û penaberên Kurdistana Rojava gelek
bizavên rêxstinî li Emêrîka û li Ewropa û bi
razemendiya hukumetên wan welatan kirin.
Helwestên destlatdarên van welatan hîn gelek
di paş perdên mijan de şermok û hejhejokî ne,
ez nikanim hîn baweriya xwe bi dêmokratî û
mirovperweriya Emêrîka û welatên ewropî
bînim, lê ez pir înan dikim ku berjewendiyên
aborî û darayî li nik wan mîna ku dîroka wan
kevin û ya nûh çespandiye, armanca sereke û
pîroz e.Tevî van rastiyên jorîn penaberên
Ereb û Kurd dixwazin ji bo dêmokratiyê û
serbestiya gelê Kurd berxwe bidin, konfirans
û kongiran li darxînin û hinekî balên wan
ber kêşa dêmokratiyê li Rojhilata Navîn de
pirtir bikşînin.
Di 12-13 . 03. 2006 an de kongirek di
avahiya Encumena perlementerên emêrîkî li
Waşontinê bi serpereştiya Dr. Şêrko Ebas
hate bestandin. Nûnerên piraniyên partiyên
Kurdistana Rojava li Ewropa di vê kongirê de
beşdar bûn. Hin endamên kongirê bi hin
berpirsiyar û siysetmedarên emêrîk re li ser
doza dêmokratiyê û pirsa kurdî li Kurdistana
Sûriyê gufetegu kirin. Li gor baweriyên min
Emêrîka dixwast hin aliyên xwe bi du cureyên
siyasî nîşan bide1- Pêşbîniyekê bi Kurdên
Sûriyê re çêke, helwest, radeya Kurdên
Sûriyê û hêza tevgera Kurd li Sûriyê ji
nîzîk û rasterast nas bike.2-Ewê dixwast ji
nûnerên Kurdan re bêje; ku ewa(Emêrîka ) ne
mîna berê ye, û ewa dixwaze piştvaniya
dêmokratîxwazan û gelên bindest bike û li
gor vê yekê jî ewê dixwast û hîn jî dixwaze
gelê Kurd bi siyaseta xwe ya dervayî
bawerkirin bide. Ev li aliyekî li aliyê din,
ewê dixwast û hîn jî dixwaze bi destlata
Sûriyê re bêje; eger tu siyaseta xwe li gor
berjewendiyên me li Rojhilata Navîn nekî, va
ye em kanin yekser sê milyon Kurd, hin
rêxistin û kesayetiyên din Ereb li Sûriyê li
dijî te bilivînin.
Dîsan di vê perawîzê de "Kongira
damezrandina encumena niştimanî
kurdistanî-Suriyê) di meha hizêranê, sala
2006 an de li Biruksêlê û dîsan bi
serpereştiya Dr. Şêrko Ebas hate damezrandin.
Lê partiyên " Hevbendiya dêmokrat " û hin
partiyên din ji ber sedemên siyasî û tektîkî
di vê kongirê de beşdar nebûn û di encama vê
kongirên jorîn de heyamek siyasî û rêxistinî
di navbera rêvebirên vê kongirê û pêşengên
bizava Kurd li Sûriyê de peyda bûn, ji ber
ku rêvebirên wan kongiran dixwastin bernamên
xwe yên siyasî derbarê çareserkirina kêşa
kurdî li Sûriyê û şêweyên têkeliyên bi
welatên derve re li gor bawerî û zanînên xwe
bimeşînin, lê li aliyê din pêşengên partiyên
me li Sûriyê tu carî nikanin vê yekê ji
penaberên dervayî welêt bipejrînin, ku
ewanan li derve û dûrî rewşa heyî li Sûriyê
rêbaza siyasî ji tevgerê re amede bikin,
lewra jî bi ya min be tu carî kongirên weha
bê razemendiya pêşengên partiyên kurdî li
Sûriyê nikanin serkevtî bin.
Hin nûnerên tevgera azadîxwaza Rojavayê
Kurdistanê bi bawerî li siyaseta Emêrîka ya
dervayî temaşe kirin û beşekî din ji tevgerê
bi çavên gumankirî li siyaseta Emêrîka nirîn
û hîn jî weha li helwesta wê ya li gor
berjewendiyên xwe guhêzbar dinêrin.
Dîsan li gor pêşniyaz û bi alîkariya du
kesayetiyên welatparêz û serbixwe Dr. Alan
Emonê û rêzdar Ciwan Simo konfiransa duhem
di 16.03.2007 an de ji bo pêkanîna yekitiya
hêzên kurdî, yeknirîna siyasî û avakirina
lêvegerek kurdî ji rêxistinên kurdî li
dervayî welêt re li Parîsê li darxistin. Li
gor nirîna min ; eva konfiransa di warê
rêxistinî de li gor yên din pirtir serketî
bû, ji ber ku nûnerên sê navendên sereke ji
tevgera Kurdistana Sûriyê li dervayî welêt
1-( Hevbendiya dêmokrata Kurd), 2-(Eniya
dêmokrata Kurd ), 3- (Komîta hevgirêdanê) û
hin kesayetiyên serbixwe li vê konfiransê û
bê destdirêjiyên dewletên biyanî beşdar
dibin. Di dawiya konfiransê de, nûnerên
partiyên kurdî li dervayî welêt bi yeknirîn
daxûyaniyeke dawî radigihînin. Di daxûyaniyê
de hemû partî pir bi zelalî beşa çarem ji
Kurdistanê bi navê Kurdistana Sûriyê bi nav
dikin û li gor vê rastiya dîrokî jî;
partiyên kurdî li dervayî welêt di
daxûyaniyê de 13 xalên giring xwastine
pêkbên. Xalên gelek balkêş ev in 1-Li gor
yasa û belgeyên navnetewî divê mafê çarenûsî
ji gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê re hebe.2-
pêwîst e tevgera kurdî li Sûriyê bi yeknirîn
lêvegereke kurdî ava bike.3- Divê diyalogên
erebî -kurdî ji bo bi cihanîna berjewendiyên
herdu gelan û kêmnetewên din li Sûriyê pêşda
biçin, û ewanan hîn jî ferehtir û kurtir
bibin. 4-Divê tevgera kurdî alîkarî û
piştvaniya têkoşînên bizava kurdî li beşên
din jî bike û têkeliyên kurdistanî li ser
bingeha rêzlihevgirtinê û li gor
taybetmendiyên her beşekî pêşda bibe.
Herweha jî di daxûyaniyê de hin daxwazên din
nirxbuha cihên xwe dîtine. Li dawiya
konfiransê komîtek ji 4 nûnerên partiyên
kurdî û kesayetiyek serbixwe ji bo danana
destur lêvegera kurdî li dervayî welêt di
nava şeş mehan de, destnîşan bû ye.
Di nirînên min de daxwazên konfiransa Parîsê
di cihên xwe de ne, lê pirsgirêka siyasî ya
herî mezin li nik vê konfiransê ev e; ku ewa
dixwaze lêvegereke kurdî li dervayî welêt bi
bernameke siyasî cudayî an dijberî daxwazên
piraniya hêzên tevgera kurdî li hundir welêt
damezrîne. Ango tevgera azadîxwaza Kurd li
Kurdistana Sûriyê bi du rêbazên siyasî li
Rojhilata Navîn û li dervayî welêt xwe bide
nasîn. Ji ber ku em hemî dizanin Ku "Hevbendiya
dêmokrata Kurd "û "Eniya dêmokrata Kurd "ta
roja îro hîn nikane bi zelalî û eşkere bêje;
ku gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê ye, an li
Rojavayî Kurdistanê ye. Di baweriya min de
ewanan hîn ne amede ne ku navê Kurdistanê ya
erdnîgarî û dîrokî bi zelalî di bername û
rêbazên xwe de biçespînin. Lê divê ez vê
dijberiyê di bernamên van hêzên siyasî de jî
li vir sercil bikim; ewanan di bernamên xwe
de pir zelal dinivisînin ku piştî hevpeymana
Saykis –Pîko (1916) Kurdistan di nav çar
dewletan de parve bû ye û ewanan weha
dinivisînin; 1-Kurdistana
Turkiyê.2-Kurdistana Îranê. 3-Kurdistana
Îraqê. 4-lê li Sûriyê. Her weha jî ewanan
pir caran jî bi zelalî dibêjin; Kurd li
Sûriyê bi hezaran salan li ser axa xwe dijîn.
Eger hemû partiyên me dibêjin; Kurdistan çar
beş in; vêca ez nizanim çi wate ji veşartina
navê Kurdistana Sûriyê re li nik Ereban ma
ye???, ji bilî vê rastiyê, çar û pênc
qenalên TV Kurdî û sî ta çel partiyên
kurdistanî gelek vekirî di weşanên xwe de û
bi zimanên miletên serdest dibêjin;
Kurdistana Sûriyê, an Kurdistana Rojava û
ewa jî ji mafên wan yên rewa ye ku beşea
çaremîn ji welatê xwe mîna beşên din bi
Kurdistan binav bikin. Dîsan ez dipirsim;
wateya veşartina navê Kurdistanê li Sûriyê
li ku ma ye ?? Ez hîn dixwzim vê vepirsînê
jî ji têkoşerên tevgera me li Kurdistana
Sûriyê bikim; Eger partiyek an endamek ji "
Ragihandina Şamê " ji serokên tevgera kurdî
bipirse; we di bernamên xwe de nivisîne;
Kurdistan di nav çar dewletan de parve bû
ye; ji keremên xwe ji me re diyar bikin, ku
beşa çaremîn li ku dikeve? Ez nizanim
serokên me, dê çi bersivan bidin, lê ewanan
nikanin bêjin; ku beşa çaremîn li Pakistanê
an li Afxanistanê ye !!!!Dîsan wateya
veşartina Kurdistana Sûriyê li nik tu kesî
namîne. Eger partiyên me li Kurdistana
Rojava ji vê pirsgirêkê xwe rizgar nekin, dê
herdem aloziyên mezin li pêş damezrandina
lêvegereke kurdî peyda bibin, û tevgera me
ya dadmend nikane bi yekdeng û bi yeknirîn
têkoşîna xwe ne li hundir welêt û ne li
dervayî welêt bike. Xala duhem û zor giring
dîsan ev e; ku piraniyên partiyên me mafê
çarenûsî ji gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê
re naxwazin. Li gor van herdu rêxistinan
"Hevbendî" û "Enî" daxwaza mafê çarenûsî
daxwazek giran e û axivtin li ser wê di
rojên îroîn de aloziyên siyasî mezin li pêş
tevgerê çê dike. Li aliyê din, weke li jor
hate dîtin ku nûnerên piraniyên partiyan li
dervayî welêt du caran dijberî bernamên xwe
yên siyasî biryar istandine.1- Kurdistana
Sûriyê 2-Mafê çarenûsî ji gelê Kurd re. Bi
vî rengî, tevger me li welêt xawêna bername
û rêbazeke siyasî ye û ewa li dervayî welêt
xawêna bernameke siyasî cuda ye ! Vêca li
vir hêzên dêmokratîxwaz li Rojhilata Navîn û
li Ewropa, dê xwe li ser kîjan bernameya
siyasî hilpesêrin ? Ma gelo ev dijberiya ne
nîşana nizimbûna asteya siyasî li nik
tevgera me ye ? Ma gelo lêvegereke kurdî
siyasî divê li Kurdistana Rojava dest pê
bike an li li dervayî welêt ? Ma gelo em
Kurdên dervayî welêt peyrewên tevgera xwe li
Kurdistanê ne ? An Tevgera me li welêt
peyrewa Kurdên dervayî welêt e?
Bila tu kes ji min şaş tênegihîne ku ez
dibêjim; bila Kurdên dervayî welêt nirîn û
daxwazên xwe dernebirin, an ewanan ji bo
gelê xwe têkoşînê nekin ! ne xêr! Mebesta
min ev e; ku em li dervayî welêt bê pêşengên
partiyên xwe li welêt nikanin rêbazeke
siyasî cuda û li gor baweriyên xwe
biterxînin û li ber roniya wê xebatên xwe
berdewam bikin. Em tenê kanin nirîn,
pêşniyarên xwe ji partiyên xwe re
derbibirin, berevaniya helwest û baweriyên
xwe bi devkî an bi nivisîn û bi awakî
bajarvanî bikin û em hemî bi demê re bê
pozbilindî sudan ji hev wergrin û bigînin
yek bawerî.
Li dawiyê ez dîsan dixwazim dubare bikim,
bizava tevgera me li dervayî welêt rewa û
dadmend e, ewa beşeke giring e ji tevgera me
ya giştî, divê bi her awayî têkeliyên xwe bi
hemû rêxistin û dewletên dêmokratîxwaz re
xurt bike, û bi hişmendiyeke siyasî,
şehrezayî û bê ku xwe bike qurbana lîstik û
tektîkên vî welatî an wî welatî xebatên xwe
bi çalakî berdewam bike .
.
kurdi@tirej.net |