|

Davîdê Tolhildan
Li Hamburga Almaniyayê tê şanîdan
Piştî ku li gelek bajarên Swîsrî û li gelek
cîneman bi coşek mezin filmê derhinêrê
Kurdîstanî Mano Khalil hate pêşwazîkirin,
niha Film diçe Almaniya û li bajarê Hamburgê
di sînema 3001 Kino de, roja 21.4.2007 seat
19.00 tê temaşekirin.
Weke ku tê zanîn fîlmê „Davîdê Tolhildan“
çîroka xortê Swîsrî Davîd Rouiller, Kurê
serokê dadgha Federal a Swîsra a berê, kurê
Profesorê unîversîtê û kurê andamê dadgeha
kar a cîhanê ye, ku ev buye şeş sal ku cihê
xwe di nav refê gerîla de digre.
Bi her halî, fîlm neçîroka mirovekî Swîsrî
tenê ye, ne li ser jiyana wî weke europî
diaxive, lê di riya wî re, hêza şoreşa
Kurdistan tê şanî dan, a girîngîa fîlm jî
eve, çîroka vî Gerîlayê Swîsrî weke mînake,
ku dinya û europî mesela kurd xweştir nas
biki.
Dayka wî ji Lausanna Swîsra berê xwe dide
nav çiyayên Kurdistanê, jibo ku kurê xwe
bibîne… Ev xanima swîsrî ji nêz ve, dibe
şahidek li ser jiyana mirovên canfîda,
mirovên bi rumet, demekê di nav refên keç û
xortên Kurd de dimîne. Dawî bi dilekî xweş
vedigere welatê xwe.
çîrok ne tenê çîroka dayikek Swîsrî ye,
çîrok çîroka hemu dayikên Kurdin ku keç û
kurê wan xwe dikin qurban ji bo azadiya kurd
û Kurdistanê.
Film ji produksîona derhinêr Mano Xelîl e û
sê kenalên televizîonên Swîsrî ê zimenên
Elmanî, Fransî û Itali ne, herwisa bi
piçtgiriya wezareta rewşenbîrî a welatê
Swîsra hatiye amadekirin.
Filmê „ Davîdê Tolhildan“ nerînek nu, bi
çavekî din li şoreşa kurdistanê temaşe dike,
zimanekî nu di warê filmên dokumentar di
dîroka kurdîstanê de ye.
Weke ku tê zanîn berî 20 rojan her ku film
bi rengekî fermî başdarî festîvala filman li
Emîrata erebî bibu, lê ji ber mudaxela
Generalên Tirk û zexta hukumeta Tirk li ser
Hukumeta Emîrata Errbî ev fîlm li festîvale
nehatibu şanîdan.
Li vir programa Cinema 3001-Kino Hamburg:
http://www.3001-kino.de/3001html/filmphp/film6.php
kurdi@tirej.net |