Yekêtîya mîdya elktronî ya kurdistanî

Jehirkirina Rêber Ocelan protusto û şermezar dike
 




Rêberê kurd Abdlla Ocelan bi komployeka têrorstiya navdewletî li 15 sibata 1999 ji kînyayê radestî turkiyê hat kirin bi destê hindek welatan ke îdiaya dîmukrasîyetê diken. .Her lidemê radestkrina wî û dabrana wî ji cihana derve li başde dadgahîkirna wî û zindan kirina wî li zindana îmralî, mafên wî nehatine parastin û pêşêl kirne.
Rêber Ocelan herdem pêşnîyar û pêhingav û dest pêşxerî kirine ji bû çareserkirna pirsgrêka kurd û bû vê mebestê çend car ragirtina yek alî ya şer ragehandîye . libermaber vê çendê u daxazên nêv dewletî u daxazên gelê kurd ji bu azadkirna wî u çareserkirna pirsgrêka kurd, turkiya gav nehavêtine . Dewleta turikiyê herdem rêyên tund tîji u hovane bikaranîne ji bû linavbirin u jêr dest kirna gelê kurd. Li van rojan da yek li karên wan yên faşîstane u hovane u dij hemî mafên bingehîn yên mafên mrovan aşkera buye, ewjî jehirkirna rêber Ocelan bi madeyên stonisyum u krom yên jeharawî . Ev kare karek têrorîstîye u koştineka dem drêj xayene u têror kirna rêber Ocelane . Ev karê têrorîstî wê ancamên gelek xirab bixora bîne ji hemî alan ve, ne bitinê li Kurdistan û Tûrkiya belko rewşa deverê bi temamî berev xirabê wê bi be .
Em li yaketîya mîdya elektronî ya kurdistanî hemî karên dujiminkarane u namrovaneyên turkiyê û bitaybet evî karê teroristî şermizar û riswa dikeyn u em vî karê bi hewldan bû koştina Ocalan dijmêrîn . lewma ji hemî dewlet u rêkxraw u kesayetîyên cîhanê dixazîn ke bi erkê xoyê yê mirovdostane rabin u lê negerên zêdetir yasayên cîhanî bihêne bin pêkirn û rêz li yasa u mafên mirovan bihête girtin û jiyan u tenduristiya Ocelan ji metrsîyê rizgar biken .
Em wek yekêtîya mîdya elktronî ya kuridtsnî dixazê dikeyn ke hemî alî bi hevra dest bikar bin û çalakîyên demokratîk u pêşikeftî biken ji bu protistokrna vî karê dewleta turkiyê u rizgarkirna jiyana berêz Ocelan .

Herwesa em daxaz dikîn ko hon piştgîrîya xo livan kar û çalakîyan de biken û ew nameyên di vî malperî de hene ji bû dewleta turk virêken :-


http://widad.org/arabic/index.php?option=com_content&task=view&id=248&Itemid=43 .



Yekêtîya medya eliktronî ya kurdistanî
Ku_e_m@yahoo.se
www.ymek.org
2007-03-04




 

 

 

 

kurdi@tirej.net