Bê-hiş-î

   Rênas Jiyan
 

www.welat.com

 


 


Sedema bindestiyê gişî bê-hişî ye. Bindestî, pêvajoya dayîna cezayê bê-hişiyê ye. Her bindest ji ber ku bê-hiş e bindest dimîne û ji lew re di heman demê de musteheqî bindestiyê ye jî.

Wê li serbestiyê heqaret be ku yê/ya bê-hiş serbest bibe. Lê piştî ku bindest hiş-yar bibe, ji ber ku êdî hiş-yar e, wê serbestî jî heq kiribe. Bê-hişek, kengî ji jana xwe ya bindestiyê hişekî ji xwe re ava dike û pê ve şeveqa wî ya serbestiyê hêdî hêdî dest bi avêtinê dike.

Baş e û ji gişî çêtir e ku yê/ya bê-hiş bindest bimîne, an na bi wê bi-hişiya xwe, Xwedê-neke heger serbest bibe, wê mala xwe jî û mala xelkê jî li mîratê bigerîne. Bê-hişek, li çolekê an jî li daristanekê ‘weke heywanekî/ê’, bi awayekî bejî serbestiyê heq dike; lê bê-hişek, ‘weke însanekî/ê’ li bajarekî, di nav komeke sosyal de serbestiyê heq nake. Ma jixwe tiştê ku heywan bindestê însên hiştiye ne bê-hişiya wî bi xwe ye?

Ji gişî girîngtir, bindest, ne bi hişê xwe, bi bin-hişê xwe difikirin. Tiştê ku wan bindest dihêle, tevgera wan a bi bin-hişîna wan e. Kengî bin-hişîna wan, bi êşa wan a bindestiyê mişt dibe û êdî bin-hişîn ji bo bikaranînê hew dikare bi kêr were hişê wan dest bi xebatê dike.

Hişê tu bindestî/ê ne ji kîsê wî ye, ji kîsê serdestê wî ye. Serdest, heta ji destê wan tê nahêlin ku bindest hişê xwe bidin serê xwe, her tim bi alav û mueyîdeyên cuda hişê wan bela-wela dihêle, ji bo ku bikaribe ku bi wan bilîze û wan kontrol bike. Ev hiş-belavkirin metodeke mezin û dîrokî ya serdestiyê ye. Serdest, ji ber ku nahêlin ku bindest hişê xwe bidin serê xwe tehakuma serdestiya xwe li ser wan pêk tîne. Ji ber ku faktoreke hişî ya girîng peyv in, serdest her tim guleyên xwe yên ewilîn bera serê peyvên bindestiyê didin. Mirov gava ku serê xwe radike û li meydana bindestiyê li dora xwe dinihêre li her derê peyvên kuştî dibîne.

Bindest, tu carî, zû bi zû rê nabe ser bê-hişiya xwe, her tim li derve li sedemên bindestiya xwe digere. Di xewê de difişire û tim gotinên, “dewlet tahdê li me dike, hikûmet heqê me nade me, desthilatdarî zilmê li me dike, demokrasî, vir de û wê de...” dubare dike. Ji ber ku bîra wî/wê nizm e, her tim birînên xwe ji bîr dike û xwe diavêje dexlê serdestê xwe. Lê bi tenê ji bo carekê be jî nabêje ku “mayîna min a bindestiyê hinekî jî sûcê min e, ji ber ku ez “bê-hiş” im ez bindest mame.”

Ji ber ku nizane hiş-yarî çi ye, her bindestê bê-hiş, xwe ji her kesî hiş-yartir dihesibîne. Jiyana wî/wê giş bi xeweke ku hay jê heye ku rastî ye derbas dibe. Li ber serê wî/wê timî “lorîn”ên serdestiyê jê re tên gotin. Di jiyana wî ya bê-hişiyê de bandora lorînan ew qasî pir e û wî ji wan hezkiriye an jî pê dane hezkirin, gava ku lorîn hinekî betal dibin jî ew bi xwe, ji xwe re lorînan distrê û nahêle ku ew ji xewê hiş-yar bibe.

Hişek, di xewê de li erdê nayê dîtin; hişek, nayê kirîn û kirêkirin; hişek, bi peyvan tê lêkirin û bi êşan tê çêkirin.





 

 

 

 

kurdi@tirej.net