| |

Hey Qamişloka min
Bêkes
Têlo
Berî
nebedîbûna kenê dilê min
Bi du rojan, pêşeroja min
bi ramûsana xwe
Mohir kir.
Hey Qamişloka min!
Li min vegerîne…kenê min,
Li ber dîwar ma gula min.
Tu çi bikî …dil nagirim,
Li te dibihûrînim,
Nikarim te biguherînim
Nikarim ji te dil bibînim
Hey Qamişloka min…. li min vegerîne
Kenê dilê min.
Bajar ser destê baranê razaye
Gelo nêzîk dê roj hil be…. dîsa tu nayêyî?
Rojek din ez li hêviya te me
şevek din dixwazî min bikûjî?
Hey felek…hey eşa jînê
Ji min nedize
Zaroktiya bajarê min…
silav ji zarok û dînên wê re,
Silav bo keç, kevir û toza wê re.
kurdi@tirej.net |