Çemê keserê

 

Ahîn Zozanî

 



Diyarî:
Zarokên cêwîrewana min!

 



Bayê felekê bi şermî
bi dilekî şikestî
bi gilî û gazin buhirî..
Ewrekî tarî
ji kela dilê xwe
bi ser zeviya şahiya me de anî
şev li bajar geriya
taveke xemgîn bariya
kaniya ken miçiqî
gula peyvan li ser lêvan çilmisî
çemê keserê bi pêlên dîn ji cegerê herikî..!!

Bûka buharê giha
evîna sibehê, çav li gulê ye..
xemla darbetsa delalê
ala rengîn li bejnê ye..
agirê newrozê êdî vêxin
an li hêviya destê pakrewana
welatê rokê ye..!!??

Qêrîna zaro û zêçan
ji êş û birîna dê ye..
zemîn hejiya;
raperîna hestan
ji ahîn û nalîna felekê ye..
Çendî bêjim
bi te serbilind im..
navê te bidim ser pela azadiyê
bi fîxana evîndariyê
li ser pêlên ba
bikim sirûda kewa sibehîn
û li paytexta evîna xwe
bi zêravê,
tîpên navê te binivîsînim..



24.2.2007



 

 

kurdi@tirej.net