| |
|

|
Ha ji xwe hebin… dîsa hat
Taha XELÎL
www.welat.com |
Mihemed
Şêxo di straneke xwe de (ku nizanim ji gotinên kê ne)
dibêje: “Gava ez mirim gelî jîndiya, hûn min ne
veşêrin wekî hemiya goreke min çêkin li bin siya
çiya, kêleka min çêkin ji her du keziyan hemi adaran
werin min şiyarkin, da bikim şînî, bo me hemiya.”
Ez gelek caran li ber vê helbestê sekinîm û min ji
xwe pirsî gelo yê nivîskar dizanî bê adar çi bi serê
kurdan de tîne, yan wî pêşeroja me didît?
Bi rastî ku mirov li dîroka kurdan binêre wê bibîne
bê çawa kurd û meha adarê dane ber hev û dev ji hev
bernadin. Hemû kul û wêran û derdên kurdan hatine
ristin û hûnandin dive mehê de. Di sala 1946’an de
Komara Mehabad hate hilweşandin bi destên leşkerên
Îran û bi piştgiriya leşkerê sor ên Sovyêtê û berî
ku meh derbas bibe di roja dawî de ji meha adara wê
salê Qazî Mihemed û Seyfî û çend berpirsiyarê Komara
Mehabadê hatin dalqandin li meydana çarçira û bûn
birûskên wê meydanê ta jiyan berdewam bike. Jixwe
berî wisa bi sedan salan Padîşahê Îranê Dehak qira
kurdan xwestibû bîne. Di meha adarê de û di bîst û
yekê wê de Kawayê Hesinkar serê wî birî wekî ku
destana kurdî dibêje.
Di adara heftê û pêncan de şoreşa Mele Mustefa
Berzanî şikest û bi hazaran gelê me ji hev belav bûn
û dîl û reben li penaberiyê jiyan. Gelek sal derbas
nebûn di adara destpêka salên heyştê de Mazlûm Dogan
û hevalên wî canê xwe kirin çira di tarîka jiyana
kurd de, li zindana Diyarbekira xopan û ew jî bûn
sterkên vê mehê ên ku tu carî venamirin. Dîsa gelek
sal derbas nebûn heta ku Sedam Huseyîn bajarê
Helebçe da ber çekên kîmyewî û di şanzdehê adara
heyştê û heyştan de û dîsa bi hezaran ji gelê kurd
kirin qurban ji vê meha bê îman re. Piştî çend salan
di adara du hezar û çaran de di duwanzdehê wê de
gelê me li Qamişloyê û bajarên din ên Başûr hatin
gulekirin ji aliyê rejîma Sûriyayê û ez dizanim ku
gelek bûyerên din jî hene ku nayêne hejmartin di vê
mehê de.
Wekî min dest pê kir, ez dê vegerim cem Bavê Felek
(M. Şêxo) ku ew jî ji nav me çû di roja nehê adarê
de. Dema ku darbesta wî li ser destên xort û keçên
Qamişloyê bû dengê wî ji hemû mîkrofonan dihat û
digot : “Hemi adara hûnê min şiyarkin da bikim şînî
bo me hemiya” Wê demê min dizanî ku kes nikare Bavê
Felek şiyarke, wê rojê şîna wî bû û wî tenê diviyabû
şîna xwe bikişine. Em jî bi dilekî şikestî dida pey
darbestê û me li hev dinêrî, ji hev dipirsî: Kî
dikare şîna Bavê Felek bikişîne gelo?
Bavê Felek razê, vane Felek û Gulê û hemû Yarên
çavreş şîna te dikişînin lê bi hêzeke din, bi
hêviyeke din, û bi hev re stranên te dikin ristik di
gerdena felekê de û bi te re dibêjin: “Derdan çi ez
dil jar kirim ey felek, êdî nikarim bijmêrim bûn
gelek barê xizaniyê li min ne bes, bi ser de jî
pîsan re çi ez bûm henek.”
Va ye adar hat. Bavê Felek rabe, lê ne ji bo şînê..!
kurdi@tirej.net |