| |
|
R. Rokyta |
Li Komara Çekî bîografyaya kurdekî hat
nivisandin |

________________________________________
Nivîskara navdar a çekî Kluskova bîografyaya
doktorê kurd bi navê ‘ Yekta-Monte-Uzunoglu nivisand.
Pirtûk li navenda PENa çekî hat danasandin.
________________________________________
Roja berê li Paraga paytexta Komara Çekî, li
navenda PENê bi beşdarîya serokê PENa çekî, serokê
Carta77, Prof. Janouch, nivîskara pirtûkê Jana
Kluskova, gelek nivîskar û siyasetmedarên çekî,
heval û dostên Dr. Yekta Uzunogluyî,pirtûkek hat
danasandin.
Pirtûk ji alîyê nivîskara çekî û ku binivisandina
bîografîyan navdar e, Jana Kluskova li ser jiyan û
serpêhatîyên Doktorek ‘ kurd ku bi salan e li Pragê
dijî û wek çekekî xwe bo hemû pirsgirêkên vî welatî
berpirsiyar’ dîtîye hatiye nivisandin.
Nivîskar Kluskova di danasandina pirtûkê dibêje
jiyana Dr.Yektayî ji a Mîr Monte Krîsto û Alexander
Dumas tekuz û girantir e û loma jî wê navê pirtûka
xwe; Yekta ‘ Monte’ Uzunoglu – Kurdê ku serê wî nayê
tewandin- danîye.
Pêşgotina pirtûka ku xebat û şerê Uzunogluyî li
Komara Çekî radiweste û gerdelî û kurupsiyona di
nava sîstemê de ber bi çav dike, ji alîyê Prof.
Prof. Fransek Janouch hatiye nivisandin. Janouch di
pêşgotina xwe de weha dinivisîne:
Bi xwendina vê pirtuka ku di destê we de ye ta
hucreyên dawi yên laşên min hejîyan. Ez ku, hebûna
min de ciyê hîssan kêm e, ez ku wek pisporê fizîka
atomî jiyana xwe bi hejmaran derbas dikim, bi vê
pirtukê hejîyam. Min tu car li ser rewşa demokrasîyê,
civaka azad xeyalan nekiribû, dizanibûm ku wê riya
me zehmet be. Lê disa jî min tu car texmîn nekir ku
bi salan piştî şoreşa me ya qedîfe dikare bûyerên ku
di ve pirtûkê de hatine nivisandin di nav dewlete me
de rû bidin.
Pirtoka Jana Klusakova a li ser jiyana doktorê kurd,
aborînas u nivîskar wê hebûna her kesê dirust û bi
namûs behejîne.

Prof. Janouch di berdewamîya pêşgotina xwe de
dinivisîne:
Dr. Uzunoglu wek kesek welatîyê alman dikaribû berya
dehsalan bigota;’ çekno rêya we vekiri be !‘ û
vegerîya Almanya yan biçûya welatek din. Lê nekir,
nerevîya. Bo me, bi me re şerê xwe domand. Em tev
qersdarê wî ne.
Doktorê Kurd bo webeya zarokên me di welatê me de
jiyana xwe, serê xwe danîbû ortê. Li cîhê ku em goh
bidin dengê wî, qêrînên wî , me wi demeki girt avêt
zindanan, eşkence, tehde,zilma ku rejîma komunist
neanîbû serê me, me anî serê wî. ‘sucê’ doktorê
kurd, berpirsiyarîya wî hember webeya welatê me bû.
Ne mumkin e ku ev bûyer , bûyera Dreyfusê Emile Zola
neyne bira me.
Sala bere wek şana leborinê saziya me xelat da
Doktor Uzunoglu, V.Havel li ser şerefa wî qedeha xwe
rakir. Lê ev ne têr e, divê serokê komarê V.Klaus û
serokê hikumetê ji leborînê xwe jê bixwazin, spasîya
wî bikin ku bo aborîya me, bo hiqûq û daletê vi
doktorê kurd uzrê bixwazin.
kurdi@tirej.net |