Gulên Sasûnê Li Qamişlo dipişkivin

 

 

Mûsa zaxûranî



Dîrok xwa vedgerîne weke ko gelek nerîn û dîroknas dibejin, ev tişt îro hate xuyakirin, va ye em pêşwaziya neviyê bazên sasûnê, pilingê Mala Şeref – pêşiyê mala Elîyê Unis – qewmê çiya, şagirtê dibistana Berzaniyê nemir û Şêx Seîd , û Bedirxaniyan … hevbendê her şoreş û şoreşvan mamosta bervedêr Mihemed Nezîr Mustefa dikin li balefirgiha Qamişlo di vegere wî ji parîsê – ji ber nexweşîyê- wê parîsa ko sozê xwe bi bav û bapîrên wî re nebirin serî .
Sûriya tevî peşwaziya wî kir , kurd , ereb, mesîhî , mislman , partiyên kurdî rêzên daxwiyana dîmeşq û gelek ji bijîşk û bervedêr û rewşenbîr… û koma Narîn ya folklore kurdî bi çekên xwe yên kurdî. gul , kulîlk li ber dest û sînga wî nedihatin jimar.
Çevên qurimî şil bûn bi dîtina wî dil tevde bê pî rabûne ser xwe, tev bûbûne çav û ew himbêz dikirin, ber devkê kurdîniyê zindannasê kurd di bin gula de westiya, çev hêvî dispartin çava û dil erê dil ala sê reng şîr dida û dîroka xebata Berzanîyê nemir û dasîtana mala Elîyê Unis dixwend di roja koçbarkirina Berzanî de çavên wî Ey Reqîb dixwendin, bîna tîpên berzanîyetê ji nerîna wî difûrî, pirsek kûr di çevê wî de diyar bû - li gor dîtina min- pirsek kes nikarê bersiva wê bide ji pêşerojê pêve, pirs grêdayî ye bi rewş û dîroka me ve bi pêşeroja me ve, bi al û mafên me ve, bi … bi…
Piştî van amadeyiyên cûrecûr û rengî, çend gotnên bi çenk û per li ser zimanê wî hatin ristin, dema ko li devê dergihê mala xwe li mihvanan nerî û got: (we nexweşî bi min xweş kir) Çavên mihvanan lê dinêrîn û di dilê xwe de digotin: Tu kurd î… te kirasê Sasûnê li xwe kir, tu Berzanî yî. te rûpelên dîrokê ji me re vekirin, tu bi xêr û xweşî hatî. Bervedêrê kurdê sûrî berdevkê mirovatiyê wekhevî û dadperweriyê û mafê her kesan û gelan, lawê serhildana Sasûnê, kurê Mereto mîrê çiyayên Sasûnê hebûn û xweşî û mana te hêvî û omîda me ye û dîse tu bi xêr û xweşî hatî.


Qamişlo
1-3-2007




 

 

kurdi@tirej.net