Grêka Kurdîon

MİHEMED BEHROZ

 



Bi rêka vê nivîsara xwe ez dixwazim di hindava xwe de, di derheqê çend saziyên me yên civakî û hin nirxên me yên (gelêrî na!) qilêrî de dahûrandinine
naçizane bikim.

Ev dahûrandin (analiz) ne bi qesta sazkirina çend hevokên nîv-felsefîk an
jî honandina nivîsareke qerfî û kenewer hatine nivîsandin. Naxêr! Armanc, raki-
rina perdeya reş tarî ya li ser hin têgih, sazî û têkiliyên kevneşopî ye. Aşkereki-
rina rastiya wan a rût û şût e.Ji ber vê çendê min ew xistine bin hukmê awi-
rên xwe yên tazî uryan.

Herwiha ev kurtenivîsar diyarî ye bo hemû jinên welatê me yên neçar û belengaz:ku her roj pasevanên sîstema kevnare û pelişandî di rengê teyrê
ecelê(Ezraîl) de li ser serê yekê ji wan datîne û mafê jiyanê ji wan distîne…

Berdêl: Herkes jî pê dizane ku berdêl; bedêla berdêlê ye! An jî transfera na-
mûsê ya dualî ye.Ango namûs dibe buhayê namûseke din. Here namûs, were
namûs…Jin bû namûs,bext bû kabûs…

Qelen: Pêşinata “tapûyê” jinê ye!!! Yanî, buhayê tapûyê wê ye.Vê carê jî jin
dibe milk. Bes, ne milkekî edetî ye. Nayê guhestin. Êdî jin dibe MALÊ XWEDÎ,
mêr jî XWEDİYî MAL…

POLÎGAMÎ: Gelo ne emperyalîzma cinsî ye!??

KURTEÇÎROKA JİN(ANTÎ) Û MÊR(ANİYÊ):” Mêr keçê di şevekê de dike jin”, lê mixabin jin heta dawiya emrê xwe nikare mêr bike ZİLAM!!!

HEWÎ : Jinên bûyî “jin û mêrên hev”!

PEDERŞAHÎ:Pergala nêr.Ev pergala simbêlboq, qedera jinê bi doxîna mêr ve girê dide. Êdî jin kihêlek e û di tewleya mêr de(ku jê re ‘mal’ jî tê gotin ) tewilandî ye…

ZAVA: Berendamê mêrîtiyê(mêranî) ye. Birêz mîrza wê pêşî bibe mêrê jinê dûvre jî “mîrê (jîna) wê!!! Xwedawo, ji xortekî xeşîm êdî sermiyanek, malxwe-
yek diwelide…

BİRAZAVA:Herê xwedê hebîna me zava fêm kir, lê ev birayê derewîn kî ye? Gelo di şerê paymalkirina qedera jinê de ew ne hevkarê zava be!!! We got
çi?

 

 

kurdi@tirej.net