|

Nivîsgeha birêz Selah
Bedredîn
Di 28/2/2007an de.
|
|
|
|
Bira û dostên hêja!
Di dema dawî de, malpereke ilktironî dîsa û bê sedem êrîşî
me kir û xeber û dijûn di derheqê me de dan!Bi taybetî, ji
ber ku xwediyê malperê bi temen û asta xwe, ne ji dûr û ne
ji nêzîk ve ne têkildarê pirsên di holê de ye, çi yên
girêdayî dîrok û pêşveçûn û bûyerên ku dehê salan ser wan de
buhûriye û hindek kesên ku hê zindî ne di wan de beşdarî
kirine, û di pirtûk û lêkolînan de, ji aliyê yên ku bi wan
re pêwendîdar bûn çi bi xirabî anjî başî, hatine ravekirin û
nirxandin.Her weha, ew herdem dikarin ji aliyê xwediyên wan
ve bêne guftûgikirin, bi mebesta zelalkirina rastiyan û
sûdewergirtina ji ibret û waneyên wan.Dîsa, ew milkê tevgera
netewî demoqrat ya kurdî û têkoşerîn wê ne.
Em baş dibînin bidin xuyakirin ku têkiliya me bi dijûn û
çewtiyên hatine belavkirin re nîn e , û ji servezêdekirin û
rûreşkirina mirovan, kî dibin bila bibin, here dûr in.Her
weha, em tekez dikin ku çi kesê rastiyan sexte bike û
destdirêjî mafên kesan bike, dê stûbariya xwe hilgire.Di
heman demê de, em diyar dikin ku em rêzê li hemû nêrînên
avaker ku dibine alîkar di xurtkirina tevger û xebata me de,
digirin.Her rexneyeke ku bi armanca jinûveavakirin û
serrastkirina tevgerê tê kirin, bi singek fireh hembêz dikin.
Her weha, bi nêzîkbûna salvegera rabûna kurdî ya Avdara
2004an, em diyar dikin ku em dê beşdariya xwe ya erênî
derbarê doz û kêşeyên tevgera Kurdî yên siyasî û çandî û
hizrî, berdewam bikin, û xwe ji bicihanîna erkên xwe yên
niştimanî di riya tevgera opozisyona demoqrat de, nemaze di
warê çesipandina mafên milletê me di bername û acendeyên wê
de, nadine paş.Tevî ku em bi tekezî dizanin ku-ji ber ezmûna
me ya dirêj û nirxandina dirust ji xwezaya rêjîma ewlekarî
ya despotîk û serdest li dirêjahiya 40 salan, ku ew dê
bêdeng nemîne li hemberî lidij û guherînxwaz û
opozisyongerên xwe li hundir û derve, nexasime tevgera kurdî.
Li gor vê yekê, ne ecêb e ko rêjîm hewil bide jehra dubendî
û parçebûn û nakokiyan di nav refên gelê me de belav bike, û
di riya hindek peyivgehên Kurdî yên taybet de, vê armanca
xwe bibe serî.
Em ji hemî bira û dostên xwe re tekez dikin ko dijminê me yê
serekî di vê qonaxê de rêjîma ewlekarî ya serdest ya Sûriyê
ye.Her weha, çiqasî galegal zêde bibe jî, em ji riya xwe
dernakevin.
Di gel rêz û silavan de.
Nivîsgeha birêz Selah Bedredîn
Di 28/2/2007an de.
|
|

Banga Kovara Urkêş
Piştî
çend mehan ji derçûna jimara 1ê, aniha
desteya nivîskarên Kovara Urkêşê dest bi
amadebûnan dike, daku jimara 2ê ya
kovarê çap bike.
Desteya nivîskarên Urkêşê, banga xwe
digihîne rewşenbîr û nivîskarên zimanê
kurdî ku berhemên xwe yên teze û nuh ji
boyî vê jimarê li ser emaila Urkêşê, di
hundurê du hefteyan de bişînin.
Desteya Nivîskaran vê bangê wek
derfetekê dibîne ku, spasiyên xwe yên
germ pêşkêşî bike ji hemî rewşenbîr û
welatparêzên ku alîkariya belavkirin û
firotina jimara yekê ya Urkêşê kirin.
Her wisa Desteya Nivîskaran, helwesta
Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Tayê Duhokê,
ya ji boyî berdewamkirina Urkêşê,
helwesteke rewşenbîrane û cihê
serbilindî û şahnaziyê dibîne.
Em li bendî lêkolîn, werger, çîrok û
helbestên we ne!
urkes@rojava.net
www.rojava.net
|
kurdi@tirej.net
ARSHIV
2006
|