|
Çirûsk
kamran simo Hedilî
Werin, werin ji bo yadî nû û bîranînên min ên raberdû,
strana şoreşê, strana rizgariyê û strana azadiyê bistrênin.
Bi dengê bilindtir bi hestên germtir bistrênin û zûtir
stranê bidine bihîstin.
Strana serhildanê dixwazim ez. Peyvên wê mîna artêşa azadiyê
di dilê mirov re derbas dibin.
Tîpên wê di hevokan de pergala şer digirin. Di xewnên şevê
de dizê kuştina jînê digire. Bêhna kulîlkên serkeftinê
pêşkêş dike.
Di herika stranan de hûn awaza vê stranê kêm distrênin. An
hûn zêde têr bûne û bi we re hestên şikandina nîrê dîlîtiyê
çênake? Strananîna rojê û belavkirina reştariyê bistrênin da
we hestyar bike. Ji xwe bi xwe re bistrênin bi deng an di
dilê xwe de. Ji hemsalên xwe re bistrênin û zarokên derdorên
xwe fêrî vê stranê bikin.
Bistrênin da dengê êş û tahliya şirqîna giraniya lalên, di
lingên dîlan de werê we. Bistrênin da hûn di stranê de
îşkenca girtiyan bibînin. Gulebarbûna pêşengên xwe û
binberkirina wan bibînin. Bistrênin, strana gula pêşî li
singa neyar ketî bistrênin, ne stranên çêkirî û sexte.
Strana Egîdan bistrênin, strana ku ew dilêr bi pîroziya wê
bawer bûn. Bi dizî û bêdeng we dest bi strana xwe kir. Êşa
bi dengê bilind ne strandinê dikişandin. Hûn bi dengê bilind
bistrênin.
Ez û hûn bi dilopên xwînê û rondikên çavan dilovanên evîna
wan in. Pêwîste em vêga bi dengê bilind strana wan bistrênin
û di guhên ker de bidine bihîstin. Jana bêdengiya wê demê
kal û pîr naxwazin bibîr bînin û nayê bîra zarokan jî,
destpêka destana çirûsk di rûbarê berxwedana lehengan de
bûyî birûsk.
dil
nefela baran lêhatî
hestên me xunavgirtî
hatinên dûr
li mirina lehengên bênav dinêrin
çirûskên hêviyê direcifîn
di cîhana mêjiyê me de
bêdengîyeke giran giran hebû
ronahiya nûvejînê
bi kulîlkên awirên heyvê
di nav kirasê bê hêvîtiyê de
xwe berdide
ser bêdengiyên
di malzaroka evînê de
hezkirin û hêvî hişyar dikir
çirûska GELAWÊJÊ
bayekî nerm û nazik
li gerdûn digerand
piste pista kulîlkan bû
mizgîniyên şîn û şahiyên
dê bên didane hev
dilên
di bîra evînê de tirsiyayî
rondikên
hezkirinê dibarandin
destên ji hev qetandî
ber bi hev direviyan
ramanên kelemçekirî
zincîr diqetandin
bi agirê azadiyê
mexalê dîlîtiyê dişewitandin
di malzaroka evînê de
bi sedan siwarên cengê
li hev diqulibandin
ew dem nayê bîra zarokan
demeke melûl melûl…
mezin naxwazin bi bîr bînin
nêrînên mirî
di gevzoka gera bêbinî de
dans dikirin
di pêşbirka xulamtiyê de
bi hev re şer dikirin
koma heyî jî
balav dikirin
zarokên hêviyê
ajotine ser rastiyê
şoştin
guman û mij
bi hêza ronahiyê
êdî fireh in gavên me
û dengên baweriyê
dengên îro
nayêne bihîstin li ser lêvan
afirandin ev jiyan
xunava dilê me anî
ewrên dûr dûr...
yên çav şil
yên li zengilê dîlanê dixin
04.01.2003-10.08.2007
|