| |
|

Jan Dost
|
Daxuyanî ji nivîskar
Jan Dost: Weşangerî yan qorsanî?
Reşemiya
sala 2003 an romana min ya bi navê Mijabad ji hêla weşanxaneya
Belkî yê hate weşandin. Di wê demê de min nerazîbûna
xwe li ser pêlîstina zimanê romanê, her weha naverokê
û guhertina hin tiştan tê de ku tenê li gor kêfa
dilê weşanger û nezaniya wî bû, eşkera
kiribû. Lê ji ber ku weşanger weke qorsanan tev
geriya guh neda vê nerazîbûna min û pirtûk daxiste
bazarê. Lê min dîsa jî çavên xwe jê girtin û
xwezîya qehra xwe daqurtand û heta li ser kontoyê wî
du sed yoro( 200 Euro) hatin rêkirin li himber 40
nusxeyên ku wî bi rêya postê ji min re şandibûn.(
pelika ku isbata shandina pereyan hîn li ba min e).
Li alîyekî din weşanger her ku çû dûrî exlaqên
mirovan jî çû û nameyên ku min jê re dihinartin
hemû bê bersiv hiştin, li dawîyê jî di emailekê
de nivîsî ku, ji ber kêmfirotina pirtûkê tu yê bêbersiv
bimînî!! Ev yek bi xwe jî ne rast bû, ji ber ku min
weke buhurî du sed yoro jê re shandin, her weha xwediyê
pirtûkxanrya Medyayê li Stembolê got ku wî bêtirî
sed hijmarî firotiye, her wehe di internetê de belav bûbû
ku ji pirtûkên herî zêde têne firotin Mijabad e!
min dîsa email shandin, dîsa jî bersiv nedihat weke
ku mirov dijminê hev be, lê di bawerîya min d eheta
dijminên hev jî nameyên hev bê bersiv nahêlin. Dawîyê
emaileke weke kevirekî zuwa shand û têde nivîsî ku,
dê tu têkilî di navbera me de nebin heta ez lêborînê
nexwazim. Ancax kesên gundî wisa tev digerin û ji hevûdin
re dibêjin: binêre heta ku te xeberên ji dayika min
re gotine , ji dayika xwe re jî nebêjî, ez deynê te
nadim te. Kurmanc dibêjin : tir li ku das li ku!!! Ez jî
dibêjim mafê min weke nivîskarekî li ku û lêborîna
ecêb li ku? Ez bawerim berdewamkirina firotina romana
min heta îro jî rengek ji rengên têkilîyê ye û
emailên wî hîn jî li ba minin eger were xwestin têne
belavkirin.
Li gor wî min heqaret li weşanxaneya wî kiriye,
ji ber ku min di hevpeyvîneke bi birêzan Dawud Ozalp
û Cemîl Oguz di malpera Diyarname de gotibû ku ez pêlîstina
wehsanger bi romanê (Zina) dihesibînim! Niha jî dibêjim
ku ne tenê zina bi romanê tê kirin, lê ji hêla weşanger
ve tecawuz jî pê dibe û weke carîyeyan li bazaran tê
firotin.
Ev yek tê wateya qorsanîyeke bi rêk û pêk ji hêla
weşanger de, ku ne bes mafê min weke nivîskar
binpê kir û bi kêfa dilê xwe û nezanîya xwe roman
derxist. Her weha mafê min careke din binpê dibe ku bêyî
destûra min roman tê belav kirin û mafê min weke nivîskar
heta niha jî nehatiye dayîn.
Ez vê daxuyanîye jî belav dikim da ku raya giştî
zanibe ku firotin û belavkirina pirtûka min her bêyî
izna min dibe. Weşanger li ber dadgehan û qanûnê
û edebdostên Kurdî jî, ji vê yeka han berpirsyar e.
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |
|