TÊKILÎ

 

HELBESTA NÛJEN

 

HELBESTA KLASÎK

 

ÇÎROK

 

REXNE

 

HUNER

 

PEXŞAN

 

PIRTÛK

 

NÛÇEYÊN ÇANDÎ

 

WERGER

 

ROMAN

 

HEVPEYIVÎN

 

SÎNEME

 

BEŞÊ EREBÎ

 

 
 

 

 

 

 

 

 

 
 

 

 
     
   




 Jana Seyda


 

Derengî birînê

Ji  Jan dost re

                          

Weke biyaniyan te bardikir

di rêyên dil de

Anfalên xewnan koçdikirin

û kêlîk bi kêlîk

balafirgeha dilbijok

bi awirên me yên tirsok

û gavên me yên dudilî

dihate dagirtin

 

Piyalên salan di çavên te de

vala dibûn

da di dilê min de tijî bibin

çi reng ji wê şevê re hebû ?

 

Min pacên xwe ji êşê re li piştê

vedikirin

te jî deriyên derdan

û kêlîk bi kêlîk

sînorên xurbetê birçî dibûn

ji bendewariyê

çi tam ji wê perîşaniyê re hebû ?

 

Zarotiya min ji nav tiliyên te

diweşiya

û pevçûnên rojan

di sîngên me de goristanên bîranînan

radizan

 û di çavên me de

Nesrîn ...

 

Li ser destên me yên ku libadibûn

welat kefenê xwe dirêsa :

 

Ey welatê tagirtî

sarin çehreyên ji te bardikin

sarin gavên bi alî te de tên ..

 

welat di xelwetekê de tê çinîn

û di valahiya sirgûnekê de tê çandin ..!

 

Ey mûsimê wêranan

em di nav zadên şewatê te de

li temenê noqbûyî digerin..

 

Ey welatê di rengê bêrîkirinê de

rê heta kelayên te winda dibin

û heta çavên te

du hêsrin ..,

 

Ey welatê di rengê xwedê de ,

ezmanekî bide me

em tê de bigrîn,

zeviyekî fêrbibin şehwetê

bayekî alên têkçûna xwe hildin

 

Ey welatê di rengê xwedê de

Peykerên şahiyê li ser lingên te

Şikestin

û li ber dergehên te

karwanên miriyan dipirsin :

Çi reng ji wê evînê re hebû ?

 

Derengî birînê

ewrê tenêtiyê diguvêşim

 û xurbet

kêlîk bi kêlîk

kirasekî nû ji derewan li xwe dike

 

Derengî birînê

ewrên tenêtiyê diguvêşim

naxwazim pêjnên te winda bikim

naxwazim gulên te ji dil

daweşînim

gul têne kuştin dema gulistan bardike..

 

Derengî birînê

kêlîk bi kêlîk

 ji te dipirsim :

Çi reng ji wê şevê re hebû ?  




 

Tîrêja Kurdî

kurdi@tirej.net

 

 
 
 
 
 




tîrêja kurdî




kurdi@tirej.net
 

 

 

tirej@tirej.net 
جميع الحقوق محفوظة بـ تيريز. كوم 
©www.tirej.net.2006