| |
|

EHMEDÊ
HUSEYNÎ
|
DE
MEDEDA XEWSÊ AMED BE!
1
Çîroka
te ya ji semageriya tozê bi zimanê tavsorkê
ji çîrokan û ji baranê re dibêjim û çîrokbêjên
xwîna te,
di berbangên reşgirêdayî de bi destên xwe yên
ji tûtin û seferan
dixeniqînim.
li ser keviya nalînê, wek ku pêrgî çavên dayika
xwe bibim,
pêrgî derengmayîna evînbazan
û şkestina awirên ewran û nehwirîna bend û
ayetên gerdena te dibim...
Na Amedê na!
Min nedixwest raperîna gulên pirtûka te
ji dilê xwe re bibêjim
û mirinên cegerdar ji dayika xwe re li ser peravên bîranînê
raxînim
û devê te yê ji gazinan bi destmala sirûdên lezgîn
ên ji bîna şevê girêbidim!
Na Amedê na!
min nedixwest darbesta te di bêdengiya Deriyê Rihayê
de bikolim
û tûya newqa te bi hawara xwe bihejînim!
Bi tenê rexekî ji rexên evînê,
giryan di bîbikên şevistanan de didît,
û bi tenê ewrekî ji ewrên kenê te
dastana xwe bi ser gulgenimên hevdîtinê de dibarand!
Berbi te û zeviyên nenas ên porê te ve dihatim
û di hinarên hinarkên te de
wek sorekî mirî dibişkivîm..
Ber bi dilbijîna ji kevir a memikên te ve dihatim
û di razên rizyayî yên Amûda kenê te de dihêwirîm..
kî li kê dibane Amedê?
kevokên lêvên te ji xwe re digotin
û baskên min ên ji pûnga qederê di nav mista te de
wek çurisînê li wir diman!
Kî li kê dibane Amedê?
Hespên te yên serberdayî li hev temaşa dikirin
û derdên xwe, kemendên xwe bi ser lerza qonaxê de
direşandin..
kî li kê dibane Amedê?
mirinê ji jiyanê re evîn dipesinand û şevbuhêrk
di pîtanokên helbestê de vedişart,
dem birîndar dibû û salên xewnê xewrevîn dimêtin.
Kî li kê dibane Amed û brûskên westyayî yên bêrîkirina
tawanbar
rûbaran bi kêrên seferê letlet dikin!
çîrokê ji çîrokan re bibêjin
û gotinê bi keskesora çavên bûkan binixumînin..
kî li kê dibane Amed
û van bîhokan di nexşeya sînga xwe de biteqîne,
vê birînê di êvara biskên xwe de bi xunava
xarirxwestinê binimîne.
U van stêrkên sergerdan û şeyda di esmanê
xeftanê xwe de nîgar bike,
van gavên giyankuj ên qederê di henasa xwe de hişyar
bike,
û vê mededa tûj û rizyayî di ferhenga dînên xwe
de har bike,
û bibêje:
Ez wargeha govendgerê derengmayî yê ji mija
Serhed im!
ez xelwetgeha Huseyniyê Ehmed im!
Bibêje
Ez Meded im, mededa Xewsê Amed im!
2
Giranbarên
te, ji çenga şevê ber bi jenga şevê ve
dihatim
û bi pey pêjna ji nêrgizan a Pîranê te diketim.
Min bagera navê te bi keskê xewnê
û bi matmayîna girîfiroşan dinixumand û
hildiperikîm şengebiya efsanewî ya zimanê te.
Awirên min, li pey te, yeko yeko li ber çerxên mirinê
dimirin
û rojgarên te di şaneyên keservedana min de hînî
gumanê dibûn.
Na! Na Amedê na!
Siwarên te û pasvanên rencîdeya evînên te
ne li wir bûn!
Rênasên te di berbiskên janyayê de nedkeniyan
û darbestên te navên goristanên peyvê ji bîr
nedikirin.
Na na Amedê
na!
Siwarên te ne li vir bûn.
Keştiyên bayê nidigihan bendergehan
û ne jî pêlên dengê te ji ber dikirin.
zimanê min jî têra giryana te nedikir
Baranê nedixwest daristanên şewitî yên sînga
te
bi kulîlkên helbestê bixemilîne.
Baranê nedixwest çîrokê ji te re bibêje!
Nedixwest pencereyên Deriyê Mêrdînê
li heyheya serbazan mikur were..
lê min dixwest Amedê!
Min dixwest rondikên şevê şînîgiriya stêrkên
gerdeniya te nas bikin..
Min dixwest li ser peravên siya te ya ji hesin,
asoya xewnê zuha bibe û tu jî hînî bînvedana sirûdan
û xwekuştina pinpinikên ronahiyê bibî..
Min dixwest ji te re bibêjim de bibêje!
Ez Amed im!
Ez wargeha govendgerê derengmayî yê ji mija
Serhed im!
ez xelwetgeha Huseyniyê Ehmed im!
Bibêje
Ez wargeha govendgerê derengmayî yê ji mija
serhed im!
ez xelwetgeha Huseyniyê Ehmed im!
Bibêje
Ez Meded im, mededa Xewsê Amed im!
3
Na
Amedê Na!
Ax û keskahiya gotinên xwe yên ji rîhana şevê,
ji ber destên xemsar ên sirûdê birevîne
û Farqîna kulên xwe bi gulwazên şînîgiran
û bi pendên veçiryayî yên giregiran rapêçîne
û berbûyên darbesta xwe ber bi Pira Malabadê de ve
wek badeya ji jehrê rakişîne û
ber bi pêlên westiyayî yên keservedanê ve,
wek mîra keserê were û di himbêza germ a gotinê de
di mista nerm a hevdîtinê de bilerize!
Were û bi jena rexên nal û janê re
wek bîranînên revokî biderize!
were di pêlên bîna rîhanê de,
di kêrên tîna nemanê de
wek peykerên ji dûmanê birize!
Were û kurtepista xwe ji guhên dîroka ji giryanê
bidize
Were zimanê xwe ji tawana bêdengiya vê nexşeyê
hilbijêre
Were taristana van tîpan û ximava van pirsan bimije!
Were min û vê rewrewkê bi guleya ferhenga xwe bikuje!
Were bila xwîna min bi ser matmayîna nîçîrvanên te
de,
Bi ser çeper û delkeya pasvan û kenarên kila te de
birije!
Were û bi pernazî ji lerza dilê helbestê re bibêje
Ez Amed im!
Ez wargeha govendgerê derengmayî yê ji mija
serhed im!
ez xelwetgeha Huseyniyê Ehmed im!
Bibêje
Ez Meded im, mededa Xewsê Amed im!
4
Na
Amedê Na!
lêvên xwe yên zuha û nifirên dayika xwe pêşkêşî
serhişkiya qederê neke
û pênûsa xwe ya ji cegerdariya Xalê min bi hîverona
sînoran nepesinîne!
U çîrokbêjên xwe yên ji mayinên xatirxwestina
nenas bi xwêdana tirsê nefetisîne!
Rolên mirinê, morên mirinê li min
û xwe û li bêhûdeyiya rojçêbûna baskên xwe dabeş
bike
û li ber tîna baweşînkên vê çîrokê,
li ber bîna serberdayî ya berbiskên vê bîhokê,
Li ber kîna teşîrêsên bejn û bala vê dîrokê
Li xwe û li Eyşe şana gula xwe mikur
were
û govenda mirina xwe bispêre dastanbêjên sermest
ên ji toza xwekuştin û ji derengmayîna gavên
seferê.
Na Amedê na!
Ne rimbazê êvara şkestî yê deriyên Bedena
te bûm,
Ne jî bi barana ebrûyên te yên tîrweşîn
şil dibûm..
Ne li cem te û ne jî li cem gulvedana kenê te bûm.
Bi tenê Amedê herişîn û kêferata agirdanka laşê
te bûm.
Rolan dabeş bike û henasa çiyayên xewnkuj,
di sînga min de, ji keskesora zimanê xwe dawerivîne,
û bi halan were
bagerên hawara min û xwe bispêre qublenameya bêbîr!
Li nêzî peravên qedexe yên jiyanê,
şevçiraxên paytextan li min û xwe raperîne
û avjîna poşmaniyê bi ser rûpelên gernameya
xwe
û çemên zikê xwe de bireşîne.
Em li kêleka awazên xemgîn ên kêlên karwanên
te
û li ser dêmên rengvedayî yên birîna te rûdiniştin
lê rîhana şevê di bin çengê te de şîn
dihat Amed!!
De mirinê û gerdena xwe, li min û xwe
û li qederê dabeş bike
û rîhana lêvên xwe bi ser darbesta min de bibarîne!
De xwe li newqa vê sirûdê bialîne!
De min bi rê ke û
De li ser textê xwe bimîne...
De ji Hîrodots re
Ji Kiznîvon re bifîkîne
U ji Dînê Botanê re bibêje:
Ez Amed im!
Ez wargeha govendgerê derengmayî yê ji mija
serhed im!
Ez xelwetgeha Huseyniyê Ehmed im!
Ez Meded im, mededa Xewsê Amed im!
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |
|