|
|
Yûsiv
Ebdî
|
Mirina
Xweş
Qîrên
wê li çar dîwarên wê oda reş û sar deng
vedidan. Dayika wê li ber serê wê rûniştibû û
çend pîrekên gund jî li ber lingan bûn; li çavên
hevdû dinerîn, weke ku ji hev re bêjin: “Keçê, ma
çi zû wê Şîlan bibe xwedî zarok!? Keçê, hîna
sala wê û mêrê wê derbas ne bûye!”
Şîlanê
jî, di nav vemirandina qîran de, çavên xwe ên reş
û kildayî li çar kinarên odê digerandin. Dema ku çavên
wê diketin çavên wan ên qerêj, gotinên Cengo
dihatin bîra wê: “Şîlana min, Heyfa çavên te
ên reş û belek bikevin hemberê van çavên li cîhanê?
Ev pakbûn û dilovaniya di çavên te de dihêlin mirov
dilpîsî û çavneqenciyê ji bîr bike.”
Di
nava reşahiya odê re lêvên Şîlanê bişkûrîn.
Rûyê Cengo û civîna herdiwan li ser kaniyê li bîra
xwe anî, dema ku berfê li serê çiyê sipî dikir; ew
çiyayê ku gundê wan ji çar aliyan ve himbêz kiribû;
ew berfa ku bayekî nerm û tevizî bi ser wan de diweşand
û hinarûkên rûyê Şîlanê sor dikir.
Ji
kûrahiya van bîranînan de axîneke ji dil derket. Bi
axînê re tîrêjên janeke dijwar hatin zikê wê; pêre
qîrek bê çare da û çavên wê ketin ser hev.
Di
navbera xewê û şiyarbûnê de wê Cengo bi şal
û şapikên wî û tivenga li mil didît; çawa di
berfê de çûye xwar. Ax, Cengo, ax! Tu dizanî
hezkirina min ji te re ji wê berfa tu di nav de yî spîtir
e. Canê min jî bendewarê canê te ye wekî
bendewariya te ji azadiyê re.
Di
nav xewn û sawîrên Şîlanê de çend pirtûk û
pênûs xuya dibûn; dibistana wê li pêş çavan
derbas bû... dengê mamosteyên wê hat guhên wê: “Şîlanê,
tu pir jîr û şareza yî; şîreta me li te ku
tu dev ji xwendinê bernedî ta ku bigihî zanîngeh û
xwendegehên bilind.” Lê mixabin gotinên mamosteyan
bin av bûn dema Cengoyê xwediyê xwendina bilind destê
xwe li deriyê dilê wê da.
Ji
nav tariya xewnê dengek ji dûr... ji dûr hate guhê
Şîlanê: “Ma gelo, Cengo tu ji dibistanê
derxistî, yan hezkirna te jê re, yan dayik û bavê
te, yan jî xêzaniyê... yan jî dijmin ... yan mirovên
cîhanê... yan jî xwedê ?!! .”
Berî
ku Şîlan bersiva wî dengî bide janeke pir dijwar
hate laş û canê wê. Herdû çavên xwe bel kirin.
Li ber çavan lêv û çavên Cengo çê dibûn, pê re
dipeyivîn; têkilî reşkên pîrekan û diya wê
dibûn.
Deng
û hêviyên pîrekan tevlî qîr û fîxanên Şîlanê
dibûn. Hemû tevlî ken û axîn û av û xwînê dibûn.
Deng bilind dibû, axîn û qêrîn pirtir dibûn. Pê
re her tişt rawesta û bê deng ma.
Dengekî
tenê dihat... nazik û bê guneh bû... dengekî gazî
dikir, dikir nalîn, ji ber ku hatiye nav cîhana
gunehkaran. Şîlanê jî girnijîneke taybet
derxiste ser lêvên tenik û nazik, û jiyana şazdehsalî
di bin herdû çavan de veşart, dema mijankên xwe
daxistin ser hev.
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |