TÊKILÎ

 

HELBESTA NÛJEN

 

HELBESTA KLASÎK

 

ÇÎROK

 

REXNE

 

HUNER

 

PEXŞAN

 

PIRTÛK

 

NÛÇEYÊN ÇANDÎ

 

WERGER

 

ROMAN

 

HEVPEYIVÎN

 

SÎNEME

 

BEŞÊ EREBÎ

 

 
 

 

 

 

 

 

 

 
 

 

 
     
   




Mihemed Nûr Huseynî


Li ser xwana Newrozê

 

Wergerandin ji Erebî: Jan Dost

Piştî kurtedemekê

Dê Ahorasozda  ji çiyan peya bibe

Pijiqî ji xeftanekî spî

Di destên wî de pirîsk û qurmedarin

Lingên wî bi av û berfê şûştî ne

Hevrêyên wî ne, dar û refek ji xunavê

Piştî kurtedemekê

Dê Ahorasozda ji lûtkeyên xwe yên pir brûsk  dakeve

Bazinê prîskî di herdu qevdikên wî de

Û taca agirîn li serê wî

Dê firişteyê min mîna ku dilê min dibijê dakeve

Tarîtîya min tar û mar bike

Kirasê min yê reş ji min bike

Berçavan

Li ber çavan

Weke çawa tayê spî ji yê reş tê kişandin

Weke çawa kef ji pêla deryayê tê zayîn

Ez pêla wî me

Di vî ewrê rengirtî de

Ez a tagirtî

Hat da ku spîde ya xwe di bêrîkirina min da ke

Û di darkoka bendewarîya min de henasên daketina xwe

Bêhna peyabûna xwe dide min

Ez a ku lingên min biçûkin

Û bi hatina wî şa dibin

Ez a ku herdu zendên min

Du çîmenên  bangkirinê ne:

Tu dê kengî werî

Ey henaseba....?!!

Ji serrijîna tarîyê

Darkokeke behitî me ez

De were min bi sura xwe şeh bike

Min bi rojdema xwe dagire

 

Di bendewarîya wî de

Ez Nazenîna ku dijî

Da ku herim pêrgîna ronî û agirê wî

Tozegula ku ji vîna wî diweşe hilgirim

Ezim Nazenîna ku xwîna min

Ji pêjna wî dilerize

A ku pencere hemî girtin

Tenê yek na

A ku min ji wî re bi nav kir

Derî tev kilît kirin

Tenê yek na

Ê  ku min ji bo buhurîna wî ya nermik re hêla bû

Ji henasên wî re

Ji helkehelka wî re

Ji jarîya wî ya li himber jîyanê re

Ji gurrîna nêranîyê ya di newqa wî de

Ezim Nazenîna ku mobed(kahin) hemî di livîna wê re derbas bûn

Lê tevan ji ber wî bazdan

Çi ku livîna min

Ji nazikîya wî re ye

Ji  bo baxê di hinavê wî de ye

Ji  bo kanîya di endamên wî yên veşartî de

Miroveke û şiyaneke wî  ya seyr di şemitandinê(xirkirinê)  de heye

Bê leqeb tê

Bê pend û wane tê

Hişmeta yarekî û şêweyê evîndarekî li ser e

Wê tenik be bi min re

Ez jî

Dê ji nazikîya xwe ya pirr

Bibim ewrikek û pistepistek di hemêza wî ya exterîn de

Dê bibim gerdûnekî

Bi perdebêhnekê pêçayî

Dê mêvanê min di bêhnvedana xewnên min de binive

Di keskesora min de

Piştî ku gulîyên xwe jê re verêsim

Dê têkeve xew

Piştî ku vexwendinê bi min re par veke

Dê razê

Piştî ku jê re hengistanê vekim

Piştî ku şaneya hingiv biçêje

Şaneya ku min ji wî re perwerde kiribû

Min ew tijî pûng û şîle ya sosinan hilbijart

Şaneya ku min ew bêhna meyweyan

Delalî kiribû

Û bi perdeyên tenik xemilandibû

Bi tiştê ku wî

Mîna sibeheke nûzayî hilatî dike

Da ku mîna zarokekî ji şîrvekirî li ber destê wî têkeve xew

Da ku delalîya xwe temam bike

Da ku

Li ber destên wî

Vebe mîna asoyekî ji hingiv û

Hêlînên kevokan

........

........

........

Dayika min

ya weke lorîkan

min zarokê xwe yê ezelî dihejmêre

giyanê min bi berbejnan giran dike

û rêyên min bi duayan

duayên ku dûriya min bi bermayên ji hêsiran diçêrînin

û dara tî ya li bexçeyê xwe

bi avê

şîna ava vala çûyî  naveşêre

diya min ya kesk

da ku tu wê binasî

da ku dar binasin

temenê wê

razên wê

 

lihevhatina baxçeyê wê

û ji bo ku tu dilê wê bi xwe bişewitînî

ji ber ku te tîbûna şaxikekî

ji ser wî nemaliştîye

û nalîna gupikekê ji ser

nedaye alî

wê ji keroşkê piçûk re livîna wî

rast nekirîye

û asimanê jîndar ji qebqeba kevokê re

 

solfêca kevokê ya ji nevîyan re

amade nekiriye

wê pendên taze yên tev li şamborekan

anîne berdest

ji wan re amade dikir

her ku dihate bîra wê

cejnekê ji cejnan

ji wan re biafirîne

ji mêvanan re

palgehin nerm

û emzikin li gor hewayê

mêvan

dijberên me li ba wê

çendî em ji wan diqeherîn

çendî ez ji wan diqeherim

ji çaydankan

û hêl û bîna qehweyê

ya ku ew ji wan re pêşkêş dike

mêvan û

Minal û

Dar û

Gul û

Tilûrên kedîkirî

Tebayin bi me re di cirîdê de ne li ser wê

Li ser wê ya ku me

Bi hemî vîna xwe

Hilbijart

Dayikek

*     *     *

Ev herdu helbest ji pirtûka Xiffetu Melak(Sivikiya Firişte yekî) hatine wergirtin, helbestvan M.Nûr Husênî ew pirtûka xwe  berî demekê li şamê belav kir, hêjayî gotinê ye ku me beşek ji  helbesta yekem newergerande Kurdî, ev hlbest bi giyanekî Kurdî hatine nivîsandin  lê bi zimanekî erebî, û bi vê wergerandinê ez bi hêvî me ku agirê kurdîtîya helbestan ji nûve geş bûbe..Jan Dost.




 

Tîrêja Kurdî

kurdi@tirej.net

 

 
 
 
 
 




tîrêja kurdî




kurdi@tirej.net
 

 

 

tirej@tirej.net 
جميع الحقوق محفوظة بـ تيريز. كوم 
©www.tirej.net.2006