| |
|

Dilawerê
ZENGÎ
|
(Di
silav û nîşankirina bi destan)
Silavkirina
bi destan,bûye riya pate û silavê di nav hemû gel û
welatan de. Ji welatekî ta bi welatekî din û ji
miletekî ta bi miletekî din ve, ne tenê
cidayî û ne wekhevî
heye
belê
gelek caran
dibin cihê sergêjî û dilmayînê .
Xelkê bakurî Ewropa û Emerîkayê, dema pêrgî hevûdû
dibin, li çavê hev dinêrin û bi xurtî destê hev
digrin û digvêşin.Nemaze xelkên wîlayeta (Tiksas)ê,ya
Emrîkî.Lê linik xelkê Yabanê û Kûriyayê, di
silavkirinê de, nerîna li çavan;(bê toreyî ye).
Emerîkî ne tenê bi xurtî destê hev digrin û digvêşin,
belê bi herdû destan jî silavê lihev dikin, destekî
pê silavê dikin,û yê din jî dispêrin yê dî û li
ser hev digvêşin. Ev silava germ, nîşana nêzîkbûn
û razîbûnê ye.Linik ramyariyan(siyasetmedaran) bi (silava
ramyariyê) tê naskirin.Lê tiştê xweş ev
e,her ku Ferensî pêrgî hev tên silavê li hev
dikin.Heger silavkirina bi destê çepê nebû, dikarin
silavê bi destê rastê an bi enîşka xwe bikin !.
Di nav miletan de,ne tenê silavkirina bi dest riya
silavkirin û xêrhatin û çûnê ye, li welatê Hind
û Taylandê, riwê herdû destên xwe didin hev û dispêrin
sînga xwe,û pêre bejna xwe ditewînin.Lê linik (Melîzyan)
destê xwe dirêjî destê hev dikin,û tenê tiliyên
hevûdû digrin,û vedikşînin sînga xwe. Li nav
hin hozên Ereban silavkirina wan girtina dest û maçîkirina
serê difin (poz) e.Li nik hin hozên din, dema pêrgî
hevûdû dibin ,çi jin,çi mêr,diçin riwên hev, û
hevûdû himbêz dikin. Li nav Kurdan, pêvî
silavkirina bi dest, hin caran maçî piyên hev
dikin.(Bi taybetî dema tu pêrgî mirovekî
mezin an rîsipiyekî
dibî).Li başûrî Efrîqiyayê û linik hin hozên
wan,Di silavkirinê de destê xwe li destê hev dixin,û
tiliyên hevûdû digrin.Lê linik hin hozên dî, tif
li ber lingê hev dikin.Li welatê (Iskîmo)ê, de
silavkirinê de, zimanê xwe ji hev re derdixin,û
silavkirina bixêrhatinê ne wek ya xatirxwestinê ye.
Pir cidayî di navbera herdiwan de heye,û gelek caran nîşankirin
û silavkirin bi rengekî şaşî têye hevotin
û lêvarqilkirin.
Li welatê Îtalya û Yûnanê mirov piyê xwe dide pêş,û
destê xwe li pêşiya hev çend caran digre û
vedike...Lê heger mirovê xatirxwestî Emrîkî be,wê
gavê ew xwe paş de vedikşîne, ji ber ku ev nîşan
nîşana (were vir).Lê heger yê Emrîkî bi destê
xwe ji xelkên bakurî Ewropa an ji Emerîka Latînî
xatirxwestî be, wê çaxê mêvanê wî li ber gotina (na)...
dikeve, ji ber ku Emerîkî herdû piyên xwe, li hemberî
mêvanê xwe, hildidin û destê xwe ber bi rast û çepê
dihejînin. Lê hemû Ewropiyên başûr tenê destê
hildayî bê hejandin, ber bi jêr û jor vedikin.
Di salên şêstî de, hin nîşanên nû diyar
bûn.Mîna destgirtina hildayî ya ku nîşana (hêza
reş) dide xuya kirin...Hê jî li pireya deverên cîhanê
bi vê angoyê têye diyarkirin. Lê ev destgirtina
hildayî bi angoya berberî û qarîşê tê
liberxistin, heger berê destgirtinê li hemberî mirovî
bixwe be, ne li hemberî xelkê din be.
Nîşana bê axiftin ne tenê li nav mezinan heye,
belê hemû zarokên cîhanê çaxê herdû destên xwe
dixin guhên xwe,û tiliyên destên xwe li pêş
dihejînin, nîşana(Tu bê hişî) diyar dikin!..
Lê tiştê herî xweş ev e, di nîşankirina
poz û guhan de, linik Hindiyan girtina guh (lêbûrînê)
dixwaze... û girtina bezê guh linik Berazîlan (xêrxwaziyê)
dixwaze... û çaxê yê Berazîlî pir neçar dimîne
û hêviya xêrxwaziyê dike, destê çepê dirêjî serê
xwe dike û bezê guhê xwe yê rastê bi destê çepê,
an vajî hev digre!. Lê gava yê Ingilîzî dixwaze ji
hinekan re bibêje :(Ev raz (sir) bila di nav me de bimîne),
tiliya mezin (beranê) li serê pozê xwe dixe. Lê
heger yê li hemberî wî Îtalî be,angoya vê nîşanê:
(hayê te ji te hebe), dide xuya kirin. çaxê ku ew
mirov ji elfabeya nîşankirinê fêrkirî be.Jê tê
xwestin ku zû hayê xwe ji derdora xwe bike. Lê tiştê
xuya, ne lêvarqilî û ne liberketina nîşankirinê,
dibe ku pir caran tevlihevî û nexweşiyan bixwe re
bîne.
Tiştê herî namo û nenaskirî, ne hevotin û
newekheviya wan nîşankirina ye.
Di xatirxwestinê de, çîroka herî xweş, çîroka
nûnera Siwêdî (Lîf Olman), ya sazûmana (Yonîsîv)ê
ye. Dema diçe serdana bajarê Bengiladêşê...
riya xwe bi pîrejinekê dixe. Di vegerê de,xatir jê
dixwaze û ew himbêz dike. Lê (Lîf
Olman)ê lê hay dibe ku pîrejinê pir jê nexweş
bûye.... dipirse sedemê vê dilgiranî
û nexweşiyê
çiye?.. -di riya wergêr re- pîrejinê lê vedigerîne:
Li welatê me xatirxwestin maçîkirina herdû lingan e.
Wê gavê (Lîf Olman)ê xwe ditewîne û herdû lingên
wê maç dike,û pîrejin jî bi germî wê himbêz
dike.
Li Yabanê, mirovek Emrîkî diçe serdana malekê Yûnanî.
Ji ber ku herdiwan bi zimanê hevûdû nizanîbûn, bi nîşankirina
tiliyan bi hev re dipeyivîn. Mirovê Emrîkî her ku
tiliya xwe ber bi xwe ve vedikir(ez).., xelkê malê jî
berê tiliya xwe ber bi cihê destavê (xaricê)
vedikirin. Her ew nîşankirin dûbare dibû, ewî
ew bersiv werdigirt. Di dawiyê de mêvanê malê têgihişt
ku nîşankirina tiliyê (ez).. linik Yûnaniyan
angoya: (ez dixwazim herim destavî) ye.
Nîşankirina bi tiliyan gelek caran sînorê têgihiştinê
derbas dike,û sergêjî û aloziyan çêdike. Di vî
warî de,bûyerek pir xweş tê bîra me.
Dema Rîtşard Nîkson cîgirê serok Izinhawer bû,
diçe serdana dewletên Emerîka Latînî. Li wir,
gotinekê li hember milet dixwîne. Piştî ku
gotina xwe bi dawî tîne, bi tiliya mezin giroverek nîşan
da û çêkir... Milet tev zehî man û pir pê êşiyan.Wêneya
wî di hemû kovar û rojnameyên roja dî de belavkirin
û ew pirotesto kirin. Dipirsîn çima Nîkson miletê
Emerîka Latînî pirotesto dike?!.Diyare, ev nîşankirin
linik wan angoya: (Herin dojehê) ye. Lê linik Emerîkanan
nîşana(erê),(her tişt baş e) dide diyar
kirin. Ev nîşan bixwe linik Elmaniyan jî(Îhane)ye,nîşana
(bê hişî)yê ye... lê linik Ferensiyan- bi
taybetî xelkên quble- nîşana (xal=sifir), an (ne
tiştek).... ango dike.Lê linik Yabaniyan ev nîşana
(pera) ye.
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |
|