|

Ezîz Xemcivîn
Bersiva
Hunermend Zubêr Yûsiv
Kekê
hêja
Berî
dest bi nivîsa xwe bikim lêbûrîna xwe dixwazim ko ne
bi destê min û ne bi mebest ji aliyê min de ev şaşitî
çê bûye, lê dixwazim ko ji xwendevanan re bidim xuya
kirin çîroka evê tabloya ko te ez tawanbar kirime bi
diziya wê,
Berî
her tishtî di vê xwendevan binasin ko ez û hunermend
Zûbêr Yûsiv şev û roj bi hev re bûn û min
xwest ko yekem dîwana xwe bi tabloyeke wî bixemilînim,
ji berî deh salan de rojekê em li cem wî bûn, min ji
Zubêr xwest ko em taboleyekê ji dîwanê re hilbijêrin
û wî erê kir piştî min tablo eciband, hinek
resim ê laleşê li ser pelekî avêtî risimandibûn,
rabû min jê re got kekê Zûbêr çima em vî resmî
li binê tabloyê naxin, da em van herdu babetan bi hev
girêdin, kêfa xwe pir anî û rastî bû tabloyeke xweşik..
Keko
dema min dîwana xwe şand {Yekîtiya nivîskarên
kurd li duhokê} û min hîn ew tablo ji berî deh salan
de li cem xwe hiştibû, ew jî li ser rûpelê pêşî
bû, 5 pertûk bûn, Yekîtiya nivîskaran bersiv li min
vegerandin û gotin emê du pertûkan tenê çap bikin
û bi navê {zindana piçûk} derxin; min jî bîr nebir
ko ji wan re bêjim ew tablo ji bo pertûka {Hetav ne
leylan} min daniye ser dîwanê, û sipasiya wan dikim
pertûk çapkirin, û bi kêf çend dane gihiştin
destê min, bi rastî ez ji te bi gelekî bêtir aciz bûm
dema min dît yê berg amade kiriye daniye{berg Isam
Tahir} evê gelekî ez ne rehet kirim, rabû min rêklama
pertûkê şand ji gelek malperan re û min wisan
nivîsand:
"Yekem
pertûka helbestvan Ezîz Xemcivîn , ji aliyê Yekîtiya
Nivîskarên Kurd Tayê Duhokê, li Kurdistanê çap bû,pirtûk
154 rûpel e, li gel vê pertûkê jî çend pertûkên
din jî çap bûne wek {Ziman û zimanvanî a nivîskar
Ebdulwehab Xalid, Işq di behişta yotobayê de
a nivîskar Mistefa Selîm Akreyî, Mirin û xewn a
Teyib Deştanî, du cenken havibun û yaxibuna
hozana nuxwaza Kurdî de vekolîn Emîn Ebdulqadir}.
Heta niha 64 pertûk ji weşanên Yekîtiyê belav bûne..
Bergê
pêşî Yê ZINDANA PIÇÛK tabloya hunermend
Zubêr Yûsiv e….."
rojava
http://www.rojava.net/15.03.2006_Zindanabichuk_Ezizxemcivin.htm
semakurd
http://www.semakurd.net/index.php?cont=pirtukennusemakurd
: (2/4/2006) Pirtûka helbestvan : Ezîz XemcivînYekem
pertûka helbestan a helbestvan Ezîz Xemcivîn 154 rûpel,
ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurd Tayê Duhokê, li
Kurdistanê çap bû, li gel evê pertûkê jî çend
pertûkên din jî çap bûne wek {Ziman û zimanvanî a
nivîskar Ebdulwehab Xalid, Işq di behişta
yotobayê de a nivîskar Mistefa Selîm Akreyî, Mirin
û xewn a Teyib Deştanî, Du cenken havibun û
yaxibuna hozana nuxwaza Kurdî de vekolîn Emîn
Ebdulqadir} li gor serokê Yekîtiya Nivîskarên Dohokê
birêz Hesen Silîvanî ragihand ko ta niha 64 pertûk
ji weşanên Yekîtiyeê belav bûne..
zindan
piçûk bergê pêşî tabloya hunermend Zubêr Yûsiv
e…..
17/11/2006
li gel silavên min
Ezîz Xemcivîn
http://www.amude.net/Nuce_Kurdi_deep.php?newsId=5515
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |