|

Selah Bedredîn
Doza
Enfalan anjî sêyemîn dadgehkirinên serdemê
Piştî
doza Ducêl ê ku karpêkên dîktatoriyetê di dûrahiya
wan ya tayfegerî-siyasî de diyar dikin,dadgeha iraqiya
bilind a gunehan dest bi dadgehkirina dîktatorê herifî
û jinavçûyî û darûdestên rêjîma wî a rûxiyayî
derbarê dosiya tawanên Enfalan yên ku jiyana dehan
hezaran mirovên Kurd windakirin ku tawana wan ya tik û
tenha kurdbûna wan bû,kir!
Enfal
tê hijmartin ji tawanên nijadperestî di çarçoveya
tawanên cînosayidê weke tawanên Nazîsm û Faşîzim
û Toranî û Ziyonîst yên ku di dîroka nûjen de pêkhatin
û riwê mirovahiyê reş kirin û hindek encam hiştin
ku bi dehan sal naçin.
Tiştê
ku rêjîma beesa herifî li iraqê bi dehan sal li dijî
gelê kurd;cînar û dostê gelê ereb pêkanî,pir tund
û mezin bû ku ji sînorên bawerkirinê derket û
rikeberiyek ji ramana neteweya erebî a nûjen re
peydekir û bû pirsgirêkeka sincî nisbetî ronakbîrê
ereb li her şûn û warekî girêdayî babetên
serbestî û mafên neteweyan di destnîşankirina
çarenûsa xwe de û mafên mirovan û demokrasî û
hevjana neteweyî û pirrengiya çandî û yekîtiya niştimanî
bi taybetî dema ku rêjîmê bi dizî û eşkere
hewil dida ku kurdan wekû millet di nexşeya iraqê
ya neteweyî û erdnîgarî de tune bike di riya
guhertina pêkhateya demografîk bi tunekirin û kuştin
û bêserûşûnkirin û koçbarkirin û guherandina
girêdana neteweyî bi darê zorê di riya îmzekirina
kotekî li ser formên taybet ku ji aliyê alavên
ewlekariyê ve dihatin amadekirin anjî di riya
komkujiyan de weke ku operasiyonên Enfalan yên ku
tevahiya deverên kurdistanê vegirtin û hijmara
qurbaniyên wan gihîştin 182 hezar zarok û jin û
mêr tevî 8 hezar mirovên Barzanî zarokên wê
malbata birûmet ji kur û nevî û merivên Barzaniyê
nemir ku gorên bikom şahidê wê ne yanjî
tunkekirina 5 hezar mirov ji xelkên Helebçe bi xaza kîmewî
ji bilî hezarên rûdan û rewşên din ji
darvekirin û destkuştin û tunekirinê ku gihîştin
kurdan di dema deselatdariya dîktatorê gordojeh de .
Mezinahî
û berfirehiya tawanên behskirî û semyana wan a
nijadperestane dihêlin ku em ne tenê wan mîna tawanên
gunehbar ku girêdayî takekesekî anjî çend kesan in
tevî berpirsyariya wan a kesînî û sembolîk rave
bikin lê mîna tawaneke dij mirovhî û şaşbûneke
ramanî û xwarbûneke sincî û kevneperestiyeke siyasî
û sertewîneke şaristanî ji qonaxeke tevav û ideoljiyeke taybet re ku stûbariya ravekirin û nerazîbûn
û nepijirandin û riswakirina wê dikeve ser milê
herkesê ku azadî û maf û dad û aşîtiyê
bilind dinirxîne û ji bo herkesê ku li perensîpên
mirovî digere û ji bo pêkanîna guherîna demokratîk
û felata ji despotismê têdikoşe.Di vî biyavî
de,em di wê baweriyê de ne ku rewşenbîrên ereb
û elîtên wan yên siyasî û çalakvanên wan di warê
opozisyonên niştimanperwer de li tavilê welatên
ereb de nexasime yên ku karesat û kilameta kurdan a
mirovahî li dirêjahiya dehan sal jibîr kiribûn ewjî
stûbar in di warê proseya lixweveger û beşdariya
ramanî û çandî di xwendineke nû de ji tiştê
ku çêbû re û danîna bingehên saxlem û perensîpên
alternatîv û şayiste bi mebesta vegerandina pêwendiyên
erebî-kurdî bi
taybetî di warê avakirin û bihêzkirina bawerî û çesipandina
avahiya dostaniyê di navbera herdû milletan de li ser
bingeha venasîna duqolî bi hebûn û mafan û hevjana
di bin saya hevpeymaneke hevdema nû de ku bi destûr û
yasayan piştrast be û li gor perensîp û
hevpeymanên niştimanî û neteweyî û mirovî be.
Tiştê
ku hate serê gelê kurd li iraqê di bin siha deselata
rêjîma şovonist a dîktator de derbarê
tunekirina gelê kurd û sazkirina pilan û projeyan bi
heman mebestê û tunekirina kurdan bi agir û hasin ji
bo vemirandina alava rizgariya neteweyî û qelskirina vîna
felata ji zordarî û tepeseriyê li nik piraniya kurdan
angu bicihanîna çareseriya leşkerî-ewlekarî ji
doza kurd ya netweyî-siyasî re li gor pîvana ideoljîk
ya girûpa serdest bi navê partiya beesê û nehiştina
temamkirî ya vê pirsa ku heta niha mandîbûn û
şermezariyê ji hikûmetên li pey hev re peyde
dike û piştgirekî sereke ye ji tevgera opozisyona
niştimanî û demokratîka iraqî re û giyanê
liberxwedana li dijî rêjîma dîktator,nexasime ku dîroka
iraqê herdem dîtiye çawa bizava rizgarîxwaza
neteweyiya kurdî bûye mîna motîva bihêz di warê
şiyarkirina hêzên niştimaniyên iraqî de bi
armanca bicihanîna akamên xwe di demokrasî û felata
ji despotismê û rûxandina hikûmetên lidijî azwer
û xwestekên millet de,em dibêjin ku tiştê ku
kurdên iraqê dîtiye beşekî ji dozeke firehtir
ku şopên wê li tavilê dewletên firenetewe û
pirçand di rojhilata navîn de yên erebî û ne erebî
jî,pêktîne û hêjî li benda çareseriyê ye ji ber
ku tracîdiyên wê zêde dibin û kartêkirinên wê di
bin saya siyasetên fermî yên şovonist û bipaşguhxistina
bi anqest ji rastiyên wê yên babetane re kûrtir
dibin di heman dema ku hêzên demokratîk dûrî jêderên
biryardan û çareserkirinê dimînin ne tenê ji ber
qelsî û lawaziya wan lê her weha ji ber rewşa
inkarkirin û bêdengmayin derbarê pirsên bive de mîna
cênosayidê.
Wisa,li
hemberê xwe em dibînin ku li welatên deverê û ji
demên serxwebûnê ve hindek dozên millet û neteweyan
bê çareserî mane eynî weke dozên din yên ku hemû
bi hev ve girêdayî ne wekû demokrasî û guherîn û
nehiştina despotismê û rêzgirtina vîna gel û
sendoqên dengdanê û ji holê rakirina kokên teror û
tunderewiya sekûlar û ayînî,ev pirsgirêkên ku
rastiya kêşeya niştimaniya giştî didine
xuyakirin bi tavilê aliyên wê ve yên ku hêjî
rikeberiya herî mezin e li pêşiya milletên me û
li ser çareserkirina wan çarenûsa tevan ji millet û
dewletan di dema niha û pêşerojê de,tê nîşandan.
Di
dîroka nûjen de,mirovahî tûşî gelek rewşan
hat di–dadgehkirinên serdemê-de yên nijadperest û
cênosayidê ji ber egerên neteweyî û yên herî berz
ewên ku di sedsala bîstan de li dijî Naziyan–partiya
Nazî ya serdest li Elmaniya û Faşîzimê-partiya
Faşîst a serdest li Îtaliya tev li pêkanîna
dadgehkirinên hevser li hindek welat û parzemînên
din û hiştina hindek dosiyeyên dîtir li ser
refikan bi navê wîjdana cîhanî tevî şerên
qirkirinê yên olî û mezhebî ku ne mijara vê gotara
me ne.Guman tê de nûn e ku rewşa sisêyan bi
rehendê wê yê nijadperestî ew e ya ku em niha di
destpêka sedsala 21-an de lê temaşe dikin li
Bexdayê ciyê ku dadgehkirina Bessîsmê mîna rêbaz
û sembol angu partiya Beesa ku li iraqê serdest bû di
qonaxa hewildanên qirkirina kurdan û operasiyonên
Enfalan û karesata Helebçe-helbet li vir em dixwazin
bibêjin ku hindek kesên beesî hene ku lidijî rêbaza
nijadperestî û sîstema navhatî derketin ji ber
sedema gotî û hindek sedemên niştimanî yên din
û tevlî nav refên opozisyona demokratîk bûn.
Li Elmaniya û Îtaliya û Japonê,hêzên
demoqrat û piraniya herî mezin ji elîtên wan yên
rewşenbîrî û millî lixwevegerên micid pêkanîn
di nav de cezakirina gunehbaran û jinavbirina rûpela
rabirdûyê rûreş û şermezarkirina tiştê
pêkhatî wekû rêbaz û karpêk û nêrîn û hîn ji
vê bêtir bi hêza destûr û yasa partî û rêxistin
û dezgeh û baweriyên şermezar ji azadiya kar
hetahetayê bêpar kirin li gel vegerandina mafan li
qurbaniyan û millet û netewe û regez û takekesan û
jinû avakirina tiştê ku nijadperestiyê ew
herifandiye di jîngeh û heyamên aşîtî û
seqamgîrî nexasime piştî destnîşankirina
deqên taybet bi nijadperestiyê û qirkirin û koçbarkirina
nişteciyên bingehînî û mafê gelan di destnîşankirina
çarenûsa xwe de di hevpeymana heyeta neteweyên yekbûyî
û damûdezgehên girêdayî wê tevî damezrandina
dadgeh û heyetên navneteweyî ji pisporên yasayê yên
ku dikarin dozên qirkirina nijadperestî çareser
bikin,vêce gelo herêma me-rojhilata navîn-ya ku bi
agirê nijadperestiyê tê sotin dikare di pêşerojê
de lixwevegerê û guherînê peyde bike weke gelek
milletên din?gelo eger wisa kir,ev kar û karpêkên ku
dê werine holê wê kes xwedî li wan derbikeve?hêviya
me ew e ku bersiv erê be.
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |