|

Dilşa Yûsiv
Arzû
Hûn
dizanin
Kengî
ji helbestê şîrvedibim….
Gava
navber…
di
nava rastiyê û arzû de
bibe
gustîlk
û
têxim tiliya cepê dil
*
* *
hûn
dizanin
kengî
dibim xwedawend
gava
di biyabana arzû de
rûbarekî
bê kendav biherikim
*
* *
hûn
dizanin kengî dimrim
gava
bibim asmanekî
strêk
weriyayî
û
aşiqên min xwe
bi
benê qederê darvebikin
Erşîva Tîrêja Kurdî
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |