|
|
|
|
TÊKILÎ |
|
|
HELBESTA NÛJEN |
|
|
HELBESTA KLASÎK |
|
|
ÇÎROK |
|
|
REXNE |
|
|
HUNER |
|
|
PEXŞAN |
|
|
PIRTÛK |
|
|
NÛÇEYÊN ÇANDÎ |
|
|
WERGER |
|
|
ROMAN |
|
|
HEVPEYIVÎN |
|
|
SÎNEME |
|
|
BEŞÊ EREBÎ
|
|
|
|
|
|
| |
|
|
| |

Axîn welat
Kevirên
vemirî tîna min naşkînin
Hemû
payîz
li darên te
vedilukumin.
pêl bi pêl
xwe didim pêş
û vedikşim..
hêrs û evîna min
di nav destên xwe
de
bigre,
yan jî bi min re
biherike…
***
pişta xwe bide
min
bibe agir,
bibe birûskvedan..
….
***
kevirên vemirî tîna
min
naşkînin.
***
du pencerên vekirî
pêjneke dirêj,
û sîtavek…
her ku nêzîk dibe,
dibim lehî,
tevlî te dibim
da ku çemandina me
dirêjtir bibe
***
hemû biharên min
bi hêla çepê de,
dizîvirin,
bi hêla lêvên te
de..
hema bîstikekê,
tenê bîstikekê
ji xwe
bi ava min de berde,
bila pêlên min di
çavên te de
vebrûsin,
û beravên min
di xwîna te de bişkên..
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |
|
| |
|
|
|
|
kurdi@tirej.net
|
|