|

Helîm Yûsiv
Auslander
beg, dibe bav
Berî
ku berê xwe bide derveyî Welêt, mal dabû ber firotinê
û pêre jî dest bi danheva nemreyên telefonan kiribû.
Kesek ji nasên wî û nasê nasên wî li Elmanyayê
nema û telefonî wan nekir.Di encamê de gihijtibû
hinek baweriyan. Hatina bi zarokên pir re şerpezebûne,
weha jî hatina bi tenê zore û zû mafê rûniştinê
bidest naxîne. Ya herî baş ewe ku jina wî di
balafirê de yan di balafirgehê de biwelide, da ku di
cih de mafê rûniştinê wergire, madem zarok li
ser erda Elmanyayê çêdibe. Bihîstibû ku qanûnên
wan wisane. Ewrupayî jî, berevajî me, bi qanûnên
xwe ve girêdayî ne. Ev agahî hemû ji cîranekî xwe
ku berî wî bi du salan hatibû Elmanyayê bihîstibûn.
Cîranê wî berdewam dikir :
-
Min bixwe wilo kiribû û niha bi xêra zaroka xwe min
mafê rûniştinê stendiye. Cîranê te li vir bûye
beg. Lê divê tu baş meselê iyar bikî ha. Yê
min jina min di balafirê de qolinc hatinê û eyn di
balafirgehê de welidî.
Ji
wê rojê de jina xwe xistibû hundir û du sê caran
rojane pêre radiza û di ber re ji jina xwe re digot :
-
Ev car nebû carek din. Ma karê min çiye. Divê ez vê
mehê zik li te biwerimîn im. !
Weha
jî ji yê qaçaxçî xwestibû ku di meha nehan de wî
bişîne Elmanyayê.Her tişt li gor dilê wî
meşiya. Roja dawî xatir ji cîranekî xwe yê xort
xwestibû. Cîranê wî yê xort jêre got :
-
Me jibîr neke
ha. Nemra Telefona xwe ji min re bişîne. Kî zane,
dibe ez jî li pey te bêm.
Bi
kêfxweşî li cîranê xwe vegerand :
-
Ma ev gotine cîran,
bixwedê çawa wî cîranê me yê li wir teqsîr nekir,
ez jî ji hêla xwe de teqsîr nakim.
Ji
kêfan re nizanîbû wê rojê çi bike. Jixwe bawer
nedikir ku wê xewna wî bicih bê û wê ji vî halî
heta hetayê xelas be.Roj li nav hev xistibûn. Nema zanîbû
çend roj mane ji welidandina jina wî re. Di balafirê
de ji jina xwe dipirsî :
-
Ma qolinc nayên
te.?
-
Na.
-
Ya rebî ya îlahî,
îca wê çawa be ?
Li
balafirgehê kêfa wî hat gava ku xwêdan bi jina wî
ket. Dîsa jê pirsî :
-
Nebêj qolinc
nayên min.!
-
Na wele, ez
ditirsim. Çawa emê bi lingên xwe herin cem polîsan ?
-
Keçê polîsên
Elman, ne wek yê ereb û tirkanin ha, netirse.
Gava
nerî ku qolinc nêzîkî jina wî jî nabin. Berê xwe
da avdestxana balafirgehê û weke ku yê qaçaxçî jêre
gotibû, pasaporta xwe û ya jina xwe qetand û avêtin.
Çû cem polîsan. Dem derbas bû
û ew şandin kampê penaberan. Li wê derê, li cîranê
xwe rast hat. Ji wî weye ku hatiye pêşiya wî, lê
gava naskir ku cîranê wî jî li wêderê bi cih dibe,
devê wî jihev ma:
-
Cîran beg ,
mane te digot …??
-
Erê wele, ne ji
zarokê ba niha em vegerandibana Îtalyayê û yek rojê
jî em li vir nedihiştin. Xwedê zane wê em ji wir
jî vegerandibana Welêt.
-
Naxwe wilo !
Meha
din li kampê penaberan jina wî welidî. Heta roja îro
jî mafê rûniştinê bidest neketiye. Berî du
rojan cîranê wî yê xort ji Welêt telefonî wî
kiribû. Gazin jê dikirin ku ew jibîr kiriye :
-
Ez jî têm cîran.
Ma tu çi dibêjî ?. Gerek tu xwe ji ber min nede alî
lo. Te soz daye ku tu teqsîr nekî.
Auslander
beg ling danîbû ser ling û bi telefona xwe ya
dest serbilind bû :
-
Erê cîran. Malê
bifroş û zû bizewic. Baş iyar bik ha, ku
jina te di balafirê de yan jî li balafirgehê biwelide.
Hayê te ji qurmîşkirinê hebe, ew ji tevdî
giringtire yana wê wek cîranê te li te bê. Qurbana
çavan cîran hayê te ji iyarkirinê hebe. Ew berî her
tiştiye.
*
*
*
Ev
kurteçîrok ji xelekeke çîrokan bi navê Auslander
beg hatiye girt in.
Erşîva Tîrêja
Kurdî
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |