|

Jan DOST
Nimra
nigê te çende?
Ji
bo Nezîr Palo
Temenê
me bûye golek û genî dibe!
-
nimra nigê min çil û do ye!
Dema
derbasî odeyên ku ji bo kar dişandin pey wî dibû
,ev hevok ji devê wî dişemitî wek rûn li ser
meqilkeke sincirî bişemite. Karmendên çav pisîkî
bi devekî ji hev lê dinêrîn û hinekan ji wan kenekî
bi qerf di ber xwe de dikirin.
Di
jiyana wî de li du deveran pirsa nimra nigê wî jê
dihate kirin, li cem solfiroşan û
piştî ku ji cem polîsên welatê ku jê
hatî derdiket, helbet bûbû pêkenokek, her carê
derbasî cem polîsan dibû nimra nigê wî mezintir dibû,
lêdana bi qamçiyan di binê lingan de xwedê şanî
kerê bar jî neke, heta heftîyekê sola wî
nema li nigê wî dihat, mecbûr dima
sola apê xwe yê ku li taxê bi nigê xwe yê
mezin navdar bû, li xwe dikir,
li civatan navê sola apê wî kiribûn dergûşa
zarokan , bi rastî jî zarokekî şîr karîbû
têde têkeve xew.
Lê
vê carê û li vê xerîbiya bêdil, nedihate bala wî
ku li bîroyên kar nimra nigê wî jê bipirsin, wî di
dilê xwe de digot: ez nivîskarim!
bêguman dewlet wê nirxê nivîskarîya min
zanibe, erê ez li welêt ne ewqasî bi qîmet bûm ji
ber nivîskariya xwe, lê li vir!!
Bi
singeke bilind ji dozger re roja yekem got: ez
rojnamevanim, nivîskarim. Û pirtûkên xwe li ber
dozger weke kevirên hefokan rêz kirin.
Piştî
du salan ji hatina xwe têgihişt ku pirtûkên wî
ango berhemên mejîyê serê wî û keda hestên dilê
wî ne pêwistin bi qasî nigên wî û nimra wan!
Di
xewnên penaberîya xwe de didît ku wê konfranseke
ragihandinê ji wî re li dar bixin û weke nivîskarekî
lê binêrin, lê dema roj bi roj ji nivîskarîya xwe
dihate şuştin weke ku ji qerêjekê were
şuştin, nas kir ku bi rastî dew birayê mast
e, hate bîra wî roja ku pirtûkên xwe kom kirin û
agir berda wan, rojeke havînê bû, birayê wî Qewso
êdî ew weke libeke genim bi destarê derewên xwe dihêra,
Qewso rojê kaxezek derdixist û
digot binêre kekê min ev qas deyn li te çêbûne!
Wî
nizanibû deynê çi ne û kengî ketine sikura wî, ji
ber ku devnerm bû ne dixwest dilê birayê xwe bihêle,
serê xwe dihejand û li pelikên ku bi murekkeba
derewan hatine nivîsîn dinêrî. lê kêr giha hestî
û Qewso êdî dixwest erdê wî yê ku mala xwe li ser
ava dikir jê bistîne, nas kir ku nivîskarîya wî
bela serê wî ye, ev pirtûkên ku di refikên odeya wî
de rêz bûne , bela serê wî ne û zimanê wî kin
dikin, rabû hemî pirtûkên xwe di nîvê mala xwe ya
ne temam kirî de kom kirin û agir berda wan, xelkên
taxê tev lê kom bûn û hatin ku agir vemrînin, lê wî
bi çavin sor got: eger yek ji we nêzîkî min bibe ez
agir bi xwe jî dixim.
Hêdî
hêdî ew pirtûk bûne arîyeke sar û kela dilê wî jî
pêre hinekî sar bû.
Nas
kir ku êdî ev welat ne cihê wî ye, eger birayê wî
weke nivîskarekî wî nabîne, îca wê xelk çawa
bin!!
Li
vir bi çar alîyan de dibezîya û li karekî digerîya,
ne ku li kar digerîya, lê Sosyala bajêr zext lê
dikirin da ku kar bike, name li dû nameyê jêre
dihatin, qutîya posta wî êdî qûnek bûbû hingî
nameyên sosyalê diketinê, berê wî didane adresin
nenas, xwe li tirênan dikir û berê xwe dida wan
adresan.
Karê
ku jê dihate xwestin tim paqijkirina goristan û bexçe
û rêyan bû, ji ber vê jî di cihê cih de pirsa
nimra nigê wî dikirin, wî di serî de fêm ne kir
mesele çi ye, lê dawî nas kir ku dixwazin sol û
lepik û pantelonekî li gor pîvana bejna wî jê re
peyda bikin da ku kar bike, diçû kîjan deverê nimra
nigê wî dibirin û digotinê here emê telefonî te
bikin!!
Piştî
du rojan bersiv dihat: mixabin tu ji me re nabî.
Mat
dima, çima ez nabim gelo? Nas kir ku dîsa nivîskarîya
wî bûye kelem, ji ber ku ji nezanîya xwe dema pirsa
karê wî jê dihate kirin digot: nivîskarim ezbenî!!
Ew difikirî ku bibêje ez nivîskarim wê hinekî bi rêz
û hurmet têkilî wî û karê wî bibin, nebe nebe
karê qerêj pê nakin.
Lê cara dawî
dema ku ji zilamê girover û çavpisîkî yê li
pişt maseyeke pehn û dirêj rûniştî re got:
ez nivîskarim! Mêrik
awireke tund tê veda û bi ziwabûneke bêsînor
jêre
got:
ez nimra nigê te dipirsim, ne ya serê te!!
Paş
stûyê xwe xurand û weke yekî ku bi xwe de berda be
ji bîroyê derket û berê xwe da mal.
bûyera
berî sê salan hate bîra wî. bi ku de diçe pirtûkên
wî û nivîskariya wî rê li ber digrin, nema zanibû
çawa bike, nivîskarî ne kiraseke ji xwe ke, yan jî
xwarineke hew bixwe, mîratê kurm e û di xwînê de ye,
diya wî tim digotê: kurê min
ev çi ye tu dinivîsî? Karekî bi fêde bike,
nivîskarî nan nade kesî. Rastî jî weha bû, li welêt
her kar kir, bû mamoste, bû mele , dikan vekirin,
ticareteke pîsik jî kir, çi pereyên ku qezenc
dikirin li çapkirina kitêbên xwe dida.
Dema
karê xwe û derketina Ewropa dikir, hevalê wî yê nivîskar
yê ku berî wî solên xwe li ser axa vî welatî danîbûn,
di telefoneke xwe de got: bilezîne ma tu çi dikî lo! Ew
welat ne cihê yekî weke te ye
were , zû were.
Bûyer
û bîranîn di serê wî de li bin guhê hev ketin, li
refikan mêze kir, pirtûk hemî ketibûn rengê mar û
tûpişkan, weke dînan bezîya kitêbên xwe û
yeko yeko qetandin û ji qatê yazdehan ew avêtin zikakê.
Erşîva Tîrêja Kurdî
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |