|

Selîm Berekat
Miletê di devê nîşana tivingê de
Vê
carê, dê mirîşkên xwe, berxên xwe û dê
şan û deqên xwe yên kurdiyane bavêjin ser milên
xwe û ber bi Ewrupayê ve biçin. Û nijadên dîtir ên
jînxweş jî; dê sedemên vê lehiya mirovî ya ko
di zivistana cîhanê de dest pê dike, dê di stûyên
hevûdû xînin. Û pişt re dê çi bibe? Serê
xwe neêşînin, kurd in, ji ber zorbaziya leşkeran,
û zorbaziya pêdiviya bo dîmenê; dîmena ko gerek
paqij bimîne, direvin.
Di vî warî de tukes
nikare destê xwe ji rêberiya tawanbariyê bişo,
hemû hevbeşên(şirîkên) vê ji paş
de xapandinê ne, ji Qumê hetanî
bigihêje Xaniyê Spî yê li Waşingtonê.
Soz û peymana
hevbiratiya di ayînê(dîn) de dane yê kurd lê zimanê
wî riswa û bêrûmet kirine.
Soz dane yê kurd ko êdî
piştî hilweşandina zorbazî û stemkariyê, dê
li hemberî yasayê(qanûnê) serkeftinekê bi dest wî
xînin lêbelê yê kurd di dorpêçkirina nenas de hiştine.
Soza dadperweriyê dane yê
kurd; dadperweriya ko dê wî mîna hevbeşekî li
çarenûsa wî ya windayî vegerîne lêbelê çek û
alavên cengê bi ser dijminê wî de barandine.
Herifandina desthilata
Iraqê nediket bîra -û ne jî dê têkeve bîra-
pişgirên rizgarkirina Kiwêtê. Ew bi xwe hatin
herêmê da Îraqê vegerînin şikeftê û dergeh jî
di dest xwe de bihêlin da ko, bac li pey bacê,
oqyanosa petrolê zuha bikin û bi wî samanî ji nû
ve gemiya cengê û ji nû ve laşê leşkerê
rojavayî durist bikin.
Kurdê ko ji xewna
rizgariyê re dilîland hate xelat kirin û Îraq bi xwe
jî hate xelat kirin: Yê kurd vegerandin labîrênta
pevçûna di valahiyê de, û hevbeşê wî jî li
Sedamî vegerandin, da ko hêviyên wan bi tevna ji birçîbûnê
bêne dorpêç kirin, û perdeya tenik hêdî hêdî bi
ser cîgehê veçiryayî de hate berdan.
Meydana mirovê kurd mîna
baweriya wî ye: Neh rexên zemînê hene,
qenebe ji rexekî, alîkariya ko hebûna wî biparêze dê
bigihêje. Û bi rastî jî gihişt,
alîkariya kuştina wî
gihişt.
Îrana olperest dê
tevgera miletekî cîran ko rehek ji rehên giyanê wî
dirêjî îranê bi xwe dibe, her û her napejirîne; dê
tucarî jî bi çavên hevbiratiya li ber destê Xwedê
li vê tevgera wî temaşe neke.
Dê her carê desteyekê
ji rihên miftiyên ko, dizanin çawan cihêxwazan
sucdar bikin, diyarî wan bike.
Tirkiye jî dê ji
dergehê "himbêzkirina" valahiyê derbasî
nava dîmenê bibe; valahiya ko mîna textê jinanînê,
rojavayê ko terazûya(mêzêna) ´itaran hildigire, jê
re amade kir.
Êrîş li pey êrîşê
dê cîgeh tar û mar bike û bide pey labîrênta ko ji
hinavên hebûna wê ya nediyar hatiye afirandin. Şûşeyeke
rojavayî ye û zeyteke islamî di hindirê wê de ye û
xwarinçêkerek wê dibe metvexa xwe ya perde girtî, û
firax tarî.
Tirkiye wexta ko di
meydanên gulebarandinê de giyanê mirovê kurd ji xwe
re dike pêşangeh, dê xelata xwe ji rojava bixwaze,
xelata xwe ya ji boyî rola pasvaniya dîwarên rojhilatê,
û ji boyî serkêşiya wê ya di warê
serrastkirina bûyerên ko, ji ber neguhdana rojava û
tevliheviya siyasetên rojava li Kurdistana ji yasayê
hatiye valakirin, derketine.
Dê Tirkiye bizanibe ko
helwesta rojava ya bi mebest û plankirî ya li dijî
serbixwebûna kurdan, piştî valakirina Kurdistanê
ji Sedamî, ko ev bi xwe diyariyeke ne eşkere ye bo
wê. Lewra dê hewl bide ko vê diyariyê bi awayê têkçûnê
ronî bike: pêwist e ko ez vê tevliheviya bê ser
û ber rawestînim û valahiya yasayê himbêz
bikim.
Dê Tirkiye li ser rewşa
xwe ya eşkere wisa bibêje.
iyarî jî bi lêmiqatebûneke
dijwar sextekirî ye. Digel ko rojava bi mebest guh
neda ezmûneya (tecrube) kurdan û ne jî hewl da ko vê
ezmûneyê bi alîkariya aborî, îdarî û bi pend û
şîretên plan û projeyan, dolmend bike, di gel vê
em dibînin ko stûnên hêza hevbeşa Natoyê ji çekên
Elmanyayê ava dibe, û Emerîkayê jî çavên xwe li
mavên mirovan û şaxên wê yên serberdayî û bêhiş
yên ko di bin çengê keça wê ya delalî de diqewimin,
digire, û wê ber bi Israîlê ve dikişîne da ko
çareyekê ji nasnameya wê ya ko di rojhilata tarî de
hatiye derizandin, bibîne.
Li vir eger fikir li
biranên(burhanên)zelaltir bigere, em dê bibînin ko
xwarina herî paqij a ko laşê rêxistinê pê tekûz
dibe li dijrawestana Yekîtiya Ewrupayê bo
endametiya Tirkiyê ye. Li vir her ko Tirkiye,
di guftûgoyên demsalane yên endametiya rêxistina xwe
de, ber bi koşeyeke dûr ve dehf didin, Tirkiya jî
radibe ser piyan û dest bi gazinan dike û li ser
neheqiya ko lê dibe dipeyive, general û kolanên wê yên
nixumandî di van gazinan de hevbeş in. Lewra berê
xwe dide tolgirtinê; û tola xwe ji miletê kurd ê ko,
jînnameya xwe bi zimanê xwe dixwaze, distîne; çinkî
hê di bin siya qanûnê de nasnameya Ewrupayê
wernegirtiye, newergirtina vê nasnameyê jî kuştinê
berfirehtir dike.
Himbêzkirin, ev
peyva ko mîna agahdariya ji keşeya tolgirtinê bo
semta cîhan hatiye pêşkêş kirin, wexta ko
pirs bibe pirsa mirovê ko nasnameya wî têt riswakirin,
û mirovatiya wî jî têt bêrûmetkirin, wê çaxê çareseriyek
ji taybetmendiyên wê re têt dîtin.
Zorbazî nayê himbêzkirin.
Zorbazî rexne dibe,
rexneyeke ko piçekî wijdanê xwe pê haş dikin,
lêbelê himbêz nabe.
Yekîtiya Ewrupayê
dikare Tirkiyê, bi awayê ko wê di rêxistina xwe de
himbêz bike, ji astenga wê ya qederiyane birevîne.
Wê wextê dê laşê
Tirkiyayê hînî xwîna çavdêriya dijwar a dezgehên Yekîtiya
Ewrupayê bibe, herwiha dê reh û damarên wê jî
xwe li gor daxwazên hevbeşiya peymana rêxistinê,
biguncînin. Lêbelê hewldana avêtina barê bişûndexistina
revandina Tirikiyê ser milên diroka Yewnanê ya ko
di gel bîrûbaweriya ji destçûna Kostantînpola
wendayî li hev nake, ev hewldan ji alî tevn û ristina
xwe ve pir lawaz e.
Helmut Kol dê ji bo ronîkirina
vê astengê nîvê rastiyê dibêje: Tirkiye mislman
e. Ji bo serrastkirina wateya vê hevokê dê şêwirmendê
Ewrupayê Den Brock şiyaneke exlaqî terxan bike û
bibêje: Li Ewrupayê yanzdeh milyon misilman hene.
Nîvê mayî yê rastiyê jî di navbera pişgiriya
Kol yan a Brok de dabeş dibe..
Îca roja yê kurd jî di
vê koraniya bêrûmet de hiltê; mîna piştiyên pûş
li ser serê keçên bêhêviyê û dayikên wan hilgirtî,
hiltê. Dayikên ko di pevçûna "mayîn ji bo yê
çêtir e" li ser xaka ko bi valahiya hêrayî
wêranbûyî ye, talana berfireh û dolmend, dizên.
Di vê bawîbûna exlaqî
de hemî wekî hev in, tu kesê mafdar nîne, yan jî tu
kes nikare hinek rastî û maf çêbike. Lê nîvê
gazinan dê ji partiyên pevçûyî yên kurdistanê bê
kirin, ev jî rast e, heq e, lê rastiyeke lawaz û ji
hevketî ye.
Ma qey ji kurdê ko ji
hevbeşiya hebûn û amadeyîyê bêpar hiştine,
bendemana çi dikirin?
Û bi kîjan
cegerdariyê ji kurdê talanbûyî dixwazin ko bibe nimûneya
herî zelal a nijinandina bayê kurdistana perçebûyî?
Tovên "Ezmûneya
kurd" di zemîna ji kevir de ko nayê çinîn, bi
lawazî geş dibûn.
Ji bo yê kurd jî
pangavek ji lêewlebûna pêwist peyda nebû da ko tê
de bi cî bibe û şarezayiya xwe ya di warên rêxistinî
û peywendiyan de hilbijêre, damezirîne.
Xewneke xwexapîn bû; di
hilatina bi lez ya hêviya têkçûna Sedamî de ji
dayik bû.
Asêgehine bê dergeh xwe
spartin sozên rojava yên parastinê; parastina ko pişt
re dê bigihêje û dê "Pasvanên Komara xwînrêj"
vegerin " Xaka Azad".
Parastina
di çarçewa gotinê de,
Parastina
ko bi mayîna Sultanê tirsnak re lihevhatî ye.
Parastina bêyî ko rojava rê bide kurdan da derfeta
rehdaçikandinê û xweparastinê bi dest xînin, bêyî
ko hokerên jiyanê ji wan re peyda bikin û stûnên sînaeta
biçûk xurttir bikin, û "Parêzgehê" ji
abloqeyê bi dûr xînin; abloqeya ko qezencên qulên
baca (gumrika) wê dê bibin çrîskên şiyarbûna
ji xewnê.
Herwiha
"Parêzgeh" bi xwe jî, bi xwespartina çewtiya
rehdaçikyayî ya parastinê û wateya wê ko li ser têlên
cilşûştina leşkerî li Încîrlikê
raxistîne, qulên wê pirtir bûn û di wan qulan re
qasidên cîranan dest bi serdan û hatinên xwe kirin,
û sozên wan jî hergav sozên "piştî bi
dawîhatina rewşa ewarte" bûn.
Îran,
desthilata Bexdê, û Tirkiye jî, li ser hilweşandina
avabûna
laşekî nû bi hev re û bi mijûliyeke bêwestan
hatin bişaftin; laşê ko belkî pêvajoyekê
ji xwe re bibîne û taybetmendiya Kurdistanê bi xweşiya
mafê mirovî di hebûneke dadmend de û dûrî zorbazî
û stemkariya dorhêlê, biafirîne.
Zorbazên
ko bi dilreqî destên wan dirêjî wî alî deryayên cîhanê
dibin da ko cihêxwaz û azadîxwazan bikujin.
Ji
bo hilweşandin û çewisandina daxwazên avakirina
laşekî kurdî sedem wek tiriyê çiriya paşîn
baş stewiya ne.
Di şûna wan de jî
daxwazên parastina regez serî hildidin. Tirkiye,
bivê nevê, bi amadebûneke ewrupiyane, li derveyî çavdêriyê
ye.
Îran jî bi hemî
berjewendiyên xwe di rolên herêmê de xwedî cî ye.
Û sibê jî dê
Pasvanên Komarê (leşkerên taybetî yên
Sedam in) li parêzgehê vegerin.
Îca yê kurd dê çi
bike ji vê rastiyê; rastiya ko di çolistana rût de
ya ji bayê hesinî, wek serçavka Aliksander Domas a
hesinî, serê wî dorpêç kiriye?
Û ji dema ko hebûna vî
miletî bûye peyama dilxwaziyên tirk û ereb û eceman
, her beş, reh, êl, binemal, tîr, xwe davêje
parastina ewliyakî derewîn da ko talanan ji aqilê
yasayê ji dayik bike.
Ji vir revyayî ye. Ji
wir revyayî ye.
Ji Bexdê ber bi
Tehranê ve direve.
Ji Tehranê ber bi
Bexdê ve direve.
Ji Enqerê ber bi
Şamê ve direve.
Sêkoşeyeke leşkerî
ye, her desthilatek wê ji bo tirsandina yê din bi kar
tîne.
Û ji bo yê kurd jî,
eger serî hilda, tu çare nîne, ji bilî ko li
kelekekê siwar bibe û berê xwe bide oqyanosa avê.
Têbînî:
ev nivîs ji Kovara DUGIR 8 Zivistana 1998an hatiye
girtin. Navê wergêr ne diyar e.
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |