TÊKILÎ

 

HELBESTA NÛJEN

 

HELBESTA KLASÎK

 

ÇÎROK

 

REXNE

 

HUNER

 

PEXŞAN

 

PIRTÛK

 

NÛÇEYÊN ÇANDÎ

 

WERGER

 

ROMAN

 

HEVPEYIVÎN

 

SÎNEME

 

BEŞÊ EREBÎ

 

 
 

 

 

 

 

 

 

 
 

 

 
     
   


Selwa Gulî

Bîranînên xenakirî

 

Xene?

Xene çiye..xene ji ku hatiye di xoşiyêt xwe de, em xenê bi kar tînin.

Bo çi xene li cem musilmana pîroz e ?.

Gelekî ji mêjda ev pirs di serê min da dilivlive.

Min gelekî pirsa xenê ji rihsipiyan kiriye, ji pîr û kalan kiriye, lê tenê dibêjin keça min xene sûnet e, pêxember gotiye.

Gelo çima sûnet e?.

Xene, kurd û hind û Europiyê pêşî li cem Hindosa dest pêkiriye.

Bi hemû reh û rîçalêt xwe têt bikaranîn ji bo ciwaniyê û pirç û Rih û simbêla û neqş û nîgarê li ser giyanê xwe pê dineqişînin.

We bo gelek bîraninêt olî jî pîroz dibînin, ji vir belav bûye û heta niha bi şêweyekî gîhaiye Europayê û modêrn bûye, dibêjinê tetowêrîng, ku niha Europî xwe pê dineqişînin.

sala 2000 ez çûm Bexdayê, min geriyanek li meydana Elqoreyş kir hindî çavêt min qetre kirin min jin dîtin ku xir û mir li ser patika difroşin û tiştê serekî jî xene bû, ya nimandî û ya toz, min rêka xwe girt û hêdî hêdî ez berev qentera mezin ya mezarê Îmam kazim ve çûm heta gîham jor. min jî wekî her kesî dest bi xwendina qoraanê kir û destên xwe ji bo xoda beriz kirin, ez jî kolan bi kolan li nav mizgeftê geram giham kolaneke teng û tarî şikefteke tarî û kevin. tenê pîrejinek di wê de rûniştî bû tirarek tijî xene ya nimandî li ber sînga wê bû.

ez li hindavê sekinîm, serê xwe bilind kir û bi erebî got: kerem bike keça min, min xwe çemand li ser çoga raweystiyam.

Pîrê her du destên min girtin doha ji xoda kir hindek xene ji dav min û got: here paşiya vê şikevtê û xena xwe li dîwêr bihesîne, min nekir nemerdî wek pîrê gotî!!. paşê nîvê her du destên min xene kir. min ji pîrê pirsî: xale ev çiye ez fam nakim? Got: keça min ev cihê Fatima nebî ye, li vir kezî û biskên xwe xene dikirin, ev cih pir pîroz e…

Em kurd heta niha li şopa musilmana diçin. ew tiştên pêxember gotî em wê dikin, ji ber ku wî camêrî (Mihemed pêxember) xene di rih û simbêlêt xwe dida, ji bo wê, heta niha li cem me musilmana pîroz e, wekî ku em hemû dizanin camêr mezin bû di jiyê xwe de, û jinêt biçûk û mezin hebûn, mecbûr bû ciwaniya xwe biparêze bi pîroziya xenê, ez tenê vê dibînim dema dibêjin:

Xene sûnet e , wek ku diyar e, xene bi xwe giyayekî xuzayî ye tu ziyana wê nîne. li cem me kurdan pir bi kar tînin bi taybetî ji bo şevêt destxenayê kêfekê dide keç û kuran wê şevê bitevayî tiblên xwe xene dikin, û jinên sere jî heta niha biskên xwe pê xene dikin, di hemû cejnêt olî de li cem me kurdan heta niha şeva cejnê divê xene bêt nimandin, tê bîra min di zaroktiya min de dema dayika min xene ji bo şeva cejnê dinimand da ku destên me pê xene bike, em bi keyf û xoşî li benda wê diman heta kar û barê xwe xelas dikir û oda mêvanan ji dîkorata temam dikir, dabit nîvê şevê û stuyê me dikete ser milê me. lê dema dayika min tirarê xenê tîna çavêt me zil dibûn û girnijîn li ser rûkê me geş dibû. her yek ji me her ji êvar da kevinkincirek ji bo xwe amade dikir da ku dayka me destên xenakiyrî pê rapêçe, me serê xwe dana ser balîfekî û bi kêfxoşî em dirazan heta biba spêde dilê me hezar awaz digotin. dema sipîdê me destên xwe bi zeytê dişuştin da ku rengê wê ciwan bit hemû keçên xiyabanî da gehin yek û destên xwe nîşanî hev didan, ka yêt kê sortirin yên destên wan baş sor nebûne dabêjin ev xena we ne ya eslî ye.

Xene: Hene. li rojavayî Kurdistanê  dibêjin 

Erşîva Tîrêja Kurdî

Tîrêja Kurdî

kurdi@tirej.net

 

 
 
 
 
 

 

tîrêja kurdî

 

kurdi@tirej.net
 

 

 

tirej@tirej.net 
جميع الحقوق محفوظة بـ تيريز. كوم 
©www.tirej.net.2006