| |

Zagrosê
Hajo
James Aldridge
:
...Na, ez jî Mac Gregor im.
Rojeke
pêncşembêyî sayî û geş ez ji Zanîngeha
Teknîkî ya bajarê Brno, ji Fakulta Radyoteknîkê li
cada Lidicka piştî rojeke tijî kar, derketim û
min berê xwe da antîkvaryata li cada Çeska, ya li
Brno bi navûdeng. Li vê cadê mirov pêrgî her tiştî
û her kesî dibe, ew weke dilê Brno bi çalakî dijene.
Antîkvaryat pirtûkxaneke taybetî ye, ew pirtûkên
kevn bi arzanî ji xelkê dikirin û piştre bi fêdeke
piçûk wan dîse difiroşin. Ew der jî bi rastî
yek ji cihên ko min gelekî jê hez dikir. Pir caran
mirov pirtûkên hêja li wir didîtin, wek nimûne pirtûka
Kurdistan ya nivîskarên li Çeko-slovakiya bi navûdeng
Hanzelka û Sigmund û pirtûka Extera Mirovan (Planeta
Lidí) ya Frantîşek Kejîk, ko tê de beşekî
mezin li ser Kurdan bi navê Birayên min Kurd nivîsiye
û tê de dibêje ‘Eger ez ne Çek û ne Moravî bama
minî xwestibana, ko ez Kurd bama’. Wê rojê jineke
zirav û dirêj, temenê wî li dor çilî bû, kete
hundirê antîkvaryatê û yekser berê xwe da kasê. Tûrikek
li milê wê bû. Tûrikê tijî pirtûk danî ber
karmenda, ko li ser kasê kar dikir û got:
-
Ev dîroka Sovyêtistanê ye, ew nema ji min re gerek e,
ez dixwazim, heke bi arzanî be jî, ez wê bifiroşim.
Karmendê
pirtûk bi rastî bi arzanî jê kirîn. Lê hin kesên
li wir bûn, firotina wan pirtûkan li xwe nexweş
anîn û gotin, ko çawa bûye, tu hatiye dîroka Sovyêtistanê
ji mala xwe derdixî û bi arzanî difiroşî. Di
vir de guftûgoyeke germ destpêkir û em kesê li wir,
em tev
li
dara wan kombûn û me ji xwe re li wan guhdarî kir.
Jinikê bi zimanê
xweyî
çalak û dîtinên xweyî zelal zora hemûyên, ko serê
xwe li ber rakirin bir, ew çû nav gelek mijaran, lê
bi taybetî di pirsên dîrokî de zîrek bû. Piştî
ko dawî li qerebalixê hat, ez çûme cem û min got:
-
Ji kerema xwe tu dikarî şîretekê li min bikî,
da ez hin çavkaniyên dîrokî li ser Kurdan bibînim?
Wê
bi dengekî bilind û herkok got:
-
Tu dixwazî li ser dîroka Kurdan ya kevn yan nû ya
zanibî?
Ez
mame matmayî, ji ber ko kêm xelkên Europa li ser
Kurdan di wê demê de tiştin dizanîbûn, lê min
bi lez got:
-
Dîrka kevn.
Wê
got:
-
Here li dîroka Ermenistanê ya sedsalên deh û
yazdehen binere, li wir gelek tişt li ser Kurdan
hene!
Ez
ji antîkvaryatê derketim û ketime pirtûkfiroşa
li hemberî wê. Weke her pêncşemb rêzeke dirêj
li pey hev bû û pirtûkên nû dikirîn. Li Çekoslovakya
bûbû adet, ko pêncşemban pirtûkên nûweşandî
li pirtûkfiroşan dihatine belakirin û xelk li pey
hev dibûne rêz, da wan bikirin. Ez jî ketime rêzê
de, da ez pirtûkekê bikirim, lê min dehnê xwe dayê
ko gelek ji yên li pêşiya min dibêjin Fraşka
se zbranemî (Çek û Çiya), ya James Aldridge. Min dît
ko gelek ji vê pirtûkê hatine kirîn, êdî ew ji min
re bû meraq û min jî hema got:
-
Fraşka se zbranemî (Çek û Çiya) ya James
Aldridge.
Li
malê min dest bi xwendina pirûkê kir, heylo ez çi
bibînim, gava ko pirtûkek ji yên herî bi nerx li ser
Kurdan bi hunerekî wêjeyiyî payebilind hatiye nivîsandin,
li ber min e. Ji wê rojê pê de min gelekî xwest ko
her tiştî li ser nivîskarê wê bizanibim. Piştre
min pirtûkeke, giranbuhatir, ya James Aldridge bi navê
Diplomant jî bi destxist û xwend, êdî nivîskar hê
di çavê min de mezintir bû. Diplomant pirtûkeke ji
gewdê mezin e, naveroka wê li ser diplomasiya piştî
Cenga Cîhanê din nav Inglistan û Yekîtiya Sovyêtê
de li ser kêşeya Komara Kurdistan û Azerbêcanê
ye. Welatên Rojava digotin, ko tiliha Sovyêtan di
avakirina van herdû komaran de heye, lê wan jî ev tişt
didane mandelayê û digotin, na gelê Kurd û Azer bi
xwe biryara damezrandina dewletên xwe yên neteweyî
dane. Bûyerên pirtûkê bi awayekî huneriyî herî
bilind hatine hûnandin û mirov hin caran goman dike,
ko ew belgeyeke dîrokî dixwêne û dibe şahidê
afirandina kêlîkine aloz ji dîroka gelê Kurd.
Gelek
sal derbas bûn, ez vegeram welêt û li wir bicihbûm.
Rojekê Rezo telefon ji min re vekir û got:
-
Dibêjin ko James Aldridge bûye mêhvanê Mihrecana Sînemayî
li Şamê û Bavê Nazê hêvîdike, ko tu û
filankes pê re bi navê Komela Kawa ya Rewşenbîrên
Kurd herine pêşiya wî. Ma tu çi dibêjî?
Min
bi rastî di xewnan de jî goman nedikir, ko ezê carekê
pêrgî vî camêrê hevqasî bi kûrayî û nazikî li
ser pirsa Kurdan nivîsiye û kul û derdên Kurdan
naskirine. Ew ji min re ne weke mirovekî bi goşt
hestû xwiya dikir, lê ew li ber çavê min weke kesekê
afsaneyî bû. Min yek nekire
dido û got:
-
Erê, ezê bi wan re herim.
Navê
hevalê me yê sisiyn weke filankes ez dibêjim, ji ber
ko ez rêzê li daxwaza wî digirim, da navê wî neyê
naskirin. Hevalê me komunîst bû û wî nedixwest, ko
hevalên wî yên komunîst zanibin, va ye ew xwe tevlî
pirsên Kurdan dike. Komunîstên kurd wilo têgehiştibûn,
ko kurdayetî pirseke nijadperestî ye û dive ew li dijî
wê bin.
Em
hersê bi hev ketin û me berê xwe da Şama şerîf.
Weke gelek karê me Kurdan çûna
me ne birêkûpêk bû. Me nizanîbû, ka James Aldridge
kengî digehe Şamê, ewê li kû bi cih bibe, emê
kengî, li kû û çilo wî bibînin? Lê me bîra gelek
tiştên giring jî dibir:
-
Me dizanîbû ko dive em bixêrhatineke wilo mezin jê
re bikin, da ew bizanibe, ko ew di çavê Kuran de gelekî
giranbiha ye û Kurd ji ber hilwest û hestên wî
derbarê Kurd û pirsa wan, têkoşîn û hilwest û
hestên piştgîriyê, yên lehengên pirtûkên wî,
pir spasdar e û nameyeke spasiyê bi navê Komele Kawa
di vî warî de jê re pêşkêş bikin.
-
Emê jê bixwazin, ko navê herdû navdarên kurd
Cegerxwîn û Yilmaz Guney pêşkêşî Komîta
Xalata Lenîn ya Aşîtiyê bike, herwekî ew bi xwe
jî endamê wê komîteyê bû.
-
Dive ko em li ber xwe bidin, da hijmareke mezin ji rêxistinê
kurdistanî navê xwe di bin pêşniyaza dana Xelata
Aşîtiyê bo Cegerxwîn û Yilmaz Guney binivîse.
-
Dive ko em hijmareke, ta bi dest me ve were, mezin bênine
cem hev, da bi hev re werine bixêrhatina wî û da wî
nasbikin û ew jî pirsa gelê kurd jê re şirove
bikin.
Li
Şamê em li hotêleke ji pileya navîn bi cih bûn.
Hotêl di nîvê bajêr de bû û vê karê gera me
hesanîtir dikir. Me dest bi gereke sîstematîk kir. Ji
ber ko Aldridge mêhvanê mehrecana sînemayî bû, em
çûne dora sînemayên mezin bi hêviya ko em şopekê
bibînin, lê ti nîşaneke ko alîkariya me bike me
nedît. Kurd dibêjin ‘Bi pirsê, digehê Xursê’,
me jî di vir re di wir re pirsî û me naskir, ko James
Aldridge li hotêla Al Şam dimêne, lê niha ew ne
li Şamê ye. Ew çûye darî kavilên bajarê dîrokî
Tedmirê yê li çolistana sûrî û ew sibe divegere.
Em mane bendewarê roja din. Roj li nîvro me telefon ji
hotêla wî re vekir; ji ber ko min bi zimanê inglîzî
hinekî ji hevalên xwe baştir dizanîbû, êdî ez
bi karmendên hotêlê re diaxivîm. Çend caran min
telefon divekir û dipirsî, ma ez dikarim bi birêz
Aldridge re bipeyivim. Li vir min tiştekî balkêş
ji bersiva karmendan dibihîst. Ew her car pêşî
bi fransî diaxivîn û li zimanên din nedibûne xwedî,
êdî min bi çavê xwe dît, ko wilo bi hesanî gelê
dagirkirî nikarin xwe ji zimanê dagirkeran rizgar
bikin. Ev bûbû 37 sal ko Sûriya ji bin destê
Fransiyan azad bûbû û di dibistanan de zimanê inglîzî
piştî yê erebî tê xwendin û partiya Baasî
nijadperest jî ji destpêka salên şêstî ve
desthilatdar e, lê hêjî ewên dixwazin xwe bilind bibînin,
serê xwe bi zimanê fransî bilind dikin. Dawî ez bi
Aldridge re peyivîm û me civan li hotêla wî jê
stand, lê ji ber ko me kêsimê hev nas nedikirin, me
nizanîbû emê çawa bi ser hev ve bibin, rabû me ew
bi hêviya guhleptika xwe ve hişt. Em zû çûne
ser civanê xwe û bi çavnêrîn li bendê man. Wext
hat, em rabûne ser xwe û me li dora xwe meyzand. Me dît
ji nêrdewanê ve mirovekî navser, nêzîkî 60 salî,
ne kin û ne dirêj bi bedlekî şîn ber me ve hat,
em jî bi ber ve çûn û weke ko me berê hevdû nas
dikir, me silav li hev kir û me jê re got, em kî ne
û me bi dilgermî bixêrhatina wî kir. Em li cihekî rûniştin
û yekser gotin hatine ser pirsa kurdî û aloziyên wê
û têkiliya Aldridge pê re. Wî hişkere kir, ko
di rastiyê de wî kêm Kurd bi xwe nas kirine, lê dema
ko ew Kurdan dibîne, ew zû bi kul û derdên wan
dihese. Wî got, ko mîr Kamîran Bedirxan carnan
belavok û brojûrên li ser Kurdan jê re dişiyandin,
lê basa ti kesên din nekir. Û ew hinekî matmayî mabû
ji ber vê hatina me û dipirsî: Win komeleke kultûrî
ne, ne siyasî ne? Axaftina me zû geha dawiyê, me jê
re got, ko komeke nûnerê partiyên kurdistanî yên
siyasî jî hene, dixwazin wî bibînin û wî bi
kebaniya wî re vedixwênine hevdîtinekê. Tevlî ko wî
dizanîbû, ko em bi awakî nehînî li vir in û dibe
ko ev bi mêhvandarê wî re, ko serokê sûrî bû,
dilsariyekê çêbike, wî bi dilxweşî qîma xwe
anî, me xatir ji hev xwest û çûn.
Ji
ber ko me beşek ji erkê xwe pêk anîbû, em gelekî
dilşad bûbûn. Lê beşekî din ketibû nav
astengiyan de. Hê nû ko em gehane Şamê, me xwe
gehande nûnerên partiyên kurdistanî û me sedema
hatina xwe ji wan re rave kir û daxwaza pişgirtina
pêşniyazên xwe li ser Cegerxwîn û Yilmaz Guney
li wan kir. Eger ez li vir hûr û kûr li ser bertekî
û rengê danûstandinê bi vê daxwazê re şirove
bikim, ewê gelek pelên spî reş bike. Bi kurtî,
eger xwendevan mozayîka bê harmonî û bi hev re
nekokkirî, ya hêzên siyasî, ko îro Kurdistan pê
neqişandî ye, bêne ber çavê xwe, hingî wê nêzîkiyê
li rewşa wê dema me bike. Hinekan gotin, ji ber
navê Yilmaz destê me li dilê me ye, hinekan gotin ,ko
Cegerxwîn endamê filan partiya girêdayî bêhvan cihî
ye, hinekan gotin filan û bêhvan partî muhra xwe li
ser kaxetkên we deynin, emê ya xwe rakir. Ne tenê
wilo partiyeke gewre, ne tenê navê xwe rakir, lê bi
xwe re du partiyên din jî kişandin û kaxetkên
me muhr nekirin. Lê tevlî van hemû xirûciran jî çardeh
partiyên kurdistanî pêşniyazên me pejirandin û
muhrkirin.
Piştre
hinek xirûcir li ser cihê hevdîtina Aldridge de jî
derketine meydanê. Dostekî me ji Kurdên şamî
got, ko werine mala me û bere diya min çend xwarinên
kurdî jê re çêbike. Diya wî pîreke kurdî dilovan
û xwînşêrîn bû, mala wî li dehma tarika kurdî
ya li Şamê bû û odên wî bi taximên rûniştinê
yên kurdî raxistî bûn. Ew taxim tiştekî antîk
bû, tev bi mozayîka Kurdên şamî, ya bi navûdeng
neqişandî bû. Me pêşniyaza wî baş û
durist dît, lê hêzên siyasî, yên me gotin, ko na,
ew hevalê we ye, ji ber vê win dixwazin Aldridge
bibine mala hevalê xwe û propagandê ji partiya xwe re
çêbikin. Êdî me dev ji wê berda û me camêr
vexwende cihekî li bajêr.
Her
tişt êdî me ber bi hev de anî bû, wergerandina
pêşniyaz û gotinên spasdarî û bixêrhatinê bi
zimanê inglîzî, piştgirî û amadebûna partiyên
kurdistanî jî bûbû rastiyek. Lê me dît, ko em hemû
mêr in û ti jin di nav me de nînin û ev jî dikare nîşaneke
şaş bide mêhvanê meyî şêrîn. Em mane
heyirî, lê dostê me yê, ko dixwest mala xwe ji me re
terxan bike, çû û endameke partiya xwe anî, ew
xwendevana zanîngehê bû, û ev bû cihê dilrehetiya
me, niha me karî bû em rûyê xwe li ber mêhvanê xwe
spî bikin.
Roja
hevdîtinê, partiyên kurdistanî ji bakur, başûr
û rojavayê welatê me li hev gehane hev, di wê demê
de ji rojhilatê Kurdistanê ti partiyên siyasî li
Şamê nediman. Piştî ko hemû li hev civîn,
Bavê Nazê dest bi axaftinê kir, bixêrhatineke li gor
qedr û qîmetê James Aldridge kir, nameyên spasdarî
û pêşniyazan danê û li ser wan axivî dawî
got, ko dema em Kurd çîroka Çek û Çiya dixwênim, tê
ber çavê me ko tu bi xwe lehengê çîrkê MacGregor
î û kebaniya te jî Katya ye. Kebaniya wî Dana bi lez
ji cihê xwe got:
-
Na, ez jî MacGregor im.
Di
çîrokê de Katya nedixwest, ko mêrê MacGregor xwe
tevlî teşqelên Kurdan bike. Vê gotina piştgîriyê
Dana Aldridge dilê min gelekî xweş kir. Piştre
Bavê Nazê wergera xwe ya pirtûka Çek û Çiya da
Aldridge, tevlî ko Aldridge destûra wergerandinê
nedabû jî, lê ew pê şah bû.
Li
wir her kesî dîtinên xwe û dîtinên rêxistinên
xwe li ser pirsa kurdî û çara wê gotin. Tiştê
bala min dikişand hijmara bêpîvan, ya pirsên
Aldridge bû. Xwiya dikir jî, ko rabûna lehiya
olperestiya serhişk li herêmê, ew nereht dikirin.
Wî got jî, ko hê planên wî hene, da pirsa kurdî
bike mijara berhemên xweyî wêjeyî yên nû.
Dem
hat ko tev herin, êdî her yek rabû xatir jê xwest û
çû, çaxê divabû, ko em jî herin wî adresa xwe da
min û weke, ko Kurd dibêjin, wî got:
Çi
wextê tu werî London, mala min mala te ye.
Bernameya
James Aldridge bi gelek derên din ve, bi serokê sûrî
ve, bi rojname û televizyon û mehrecanê ve girêdayî
bû û me hew dikarî bû careke din hevdû bibînin.
Ji
kovara DUGIR
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/de/eu
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |
|