| |
Heyder Omer
Hunera helbestê
3 / 7
Alavên derbirin û avakirina helbestê
2. Wêneyê helbestî
Heyder Omer
Têrm:
Gava mirov dixwaze evê têrma hanê ( wêneyê helbestî )
vekole, dê ji neçare ji mecazê de dest pê bike, ji ber
ku mecaz bingeha wê ye. Li gor boçûna Erîstotalîs, ku
heya îro sûdar e, mecaz ew e, ku navê tiştekî ji bo
tiştekî din tê bi kar-anîn (1), an peyvek wateya xwe
dihêle,û yeke din distîne.
Danasîna mecazê, bi vî awayî, dide xuyakirin, ku ew
wekhevkirin e ( teşbîh ), lê ji wateya îstîaُreyê ve jî
gelekî nêzîk e. Lê tevî vê jî mirov ji nimûneyên, ku
Erîstotalîs pêşkêş dike, têdigihîne, ku mebesta wî
derbirina, ku rastiya sade derbas dike ye.
Dêmek, wêne li ba wî wekhevkirin e, û ji îstîaُreyê ve
nêzîk e , çimkê eger mirov bêje ( Heso wek şêrekî diqîre),
hîngê wêneyê hunerî bi wekhevkirina tewaw tê navandin,
lê eger qîrîna Heso bibhîse,û bêje ( tu dibêjî qey şêr
diqîre ) hîngê wêneyê hunerî bi îstîaُreyê tê navandin.
Lê wateya wêne, wek têrmeke hunerî, ewê danasînê derbas
dike, û çarçewa wê li ba birnasiyan, wek nimûne,
firehtir dibe, ji ber ku ewana bê dudilî weha diçin, ku
wêneyê helbestî hem wekhevkirin e, û hem îstîaُre ye, û
hem jî hemî cureyên derbirinê ye, yên dikarin têkiliya
wekhevbûnê di navbera tiştan de diyar bikin.
Wateya têrma (Wêne) li ba wan fireh dibe, û weha diçin,
ku wêne aferîn e, ev aferîn ne tenê berhema wekhevkirinê
ye, belê ew ji nêzîk-kirina du tiştên, ji hevdu dûr in,
peyda dibe, û her çiqasî têkildariya, ku di navbera wan
her du tiştan de heye, dûr û jar be, ewqas jî wêne
hukardar dibe, ber bi helbestiyê de diçe, û ciwaniya xwe
teqez dike.
Ev boçûna wan du rûdawên wêne diyar dike, yek ji wan ew
e, ku wêne di çarçewa wekhekirinê de namîne, û ya din jî
ew e, ku wêne aferînek e, ku berhema hiş e, lê
surylîzman warê derûnî yê wêne gelekî biha nerxandin, û
weha çûn, ku wêne ne berhema cefayê hişyarî ye, lewre jî
ewana bandûra bêageh (laşiûr لاشعور ) li ser berhema
wêjeyî û wênyên helbestî zor bilind nerxandin.(2).
Bi vî awayî rê li pêş hemdemiyan vebû, ku têrma wêne
firehtir bibe, û wkhevkirin, îstîaُreyê, sîmbolan, û
macaza tewaw (mursel), ku li ser têkildariya cînartiya
du tiştan ava dibe, jî di xwe de bicivîne. Lê gelek
rexnevanan ev yeka nepjirandin, û weha çûn, ku mecaza
tewaw bê nerxê ciwanî ye, lewre jî nikare şûna xwe di
meydana wêneyê hunerî de bibîne. Gava mebesta te av be,
û tu bêjî ( min du berdax vexwarin), ma vê gotinê dê çi
nerxê ciwanî hebe?!.(3)
Ew rexnevanan weha diçin, ku raste,gava peyv, di mecaza
tewaw de jî, dişimitin û wateyine din distînin, lê ew
wateyan zû û bê cefa li pêş xwêner diyar dibin, ji ber
ku têkildariya wateya nû li gela ya berê gelekî numa ye,
wek nimûne; têkildariya berdaxê û avê, li gel hevdu
gelekî numa ye, lewre jî eger mirov bêje ( min berdaxek
vexwar ) yekser av yan jî şerap tê bîra me, pêre jî ev
gotin bê nerxê ciwanî dinmîne, û mecaza tewaw ji meydana
wêneyê hunerî tê avêtin.
Giringiya wêneyê helbestî:
Weha tê xuyakirin, ku wêneyê hunerî helbestî ji zû de
bala rexnevanan kişandiye, ewana bingeha wî vekolane, û
çarçewa wî jî firehtir kirinê, pêre jî xuya dibe, ku
ewna pîvana kilasîkan, ku wekheviya hevok û wateyan
gelekî biha dinerxand, bi paş xwe de davêjin, û
şimitandina peyvan bi kar tînin, da bigihînin vê boçûna,
ku dibêje: Wênekêşî serkeftirîn alava avakirina helbestê
ye.
Bi rastî jî, eger em li nimûneya xwe ya berê ( meş û
sema ) vegerin, em dişên bêjin,ku ciwaniya wêneyê hunerî,
di helbestê de, şûna ciwaniya tevgeran di semayê de,
distîne. Ji ber vê yekê rexnevanên wêje weha diçin, ku
helbesta bê wêne ne helbest e (4), bi ser de jî Goyo
tevayê aferînê li gel wênekêşiya zimanewanî dibestîne
(5), û hinek jî dibêjin, ku wêne û xebitandina wêneyan
dikarin helbestvanan ji hevdu cuda bikin (6).
Gelo wêneyê hunerî çi metirsî û giranî heye, da bi vî
awayî bête nerxnadin?.
Eger em bala xwe bidin mirovê, ku daxife, em dê bibînin
axiftina wî bi peyvan tenê qayîl nabe, belê pirê caran
dest, çav, birih û rûwê wî, li kêlek peyvan, ango
zimên,para xwe dixine axiftinê, ta ku em dişên bêjin:
Mirov li kêlek zimên zimanekî din dixebitîne, em dikarin
evî zimanê din bi "zimanê nîşanan" binavînin. Gelo çima
mirov zimanê nîşanan li kêlek yê normal, ku peyv alava
wî ye, bi kar tîne?. Ma ev yeka nade xuyakirin, ku ziman
pirê caran li hember hilgirtina hestên mirov lawaz
dikeve, lewre jî ew ji neçare xwe bi ser zimanê nîşanan
de pal dide?.
Belê… Zimanê nîşanan ewqas giring û sûdar e, ku dibe
alîkarê zimanan da bikaribin hest, û her tiştên, ku
mirov di hundirê xwe de, pê hestedar e, bigihîne
guhdaran.
Her weha gava nivîsîn di destên mirov de dibe alava
derbirinê, dîsan karînên zimên, wek me li jor jî diyar
kiribû, hinek caran li hember hilgirtina hestên wî qels
dibin(7), lê vê carê, mirov li şûna zimanê nîşanan,
hewcedarê derbirina hunerî ye, da hestên xwe numa bike,
û bigihîne xwêneran. Pêre jî giringî û metirsiya vî
cureyê derbirinê, ku xwe bi ser wêneyên hunerî de pal
dide, têne xuyakirin.
Helbest bilindtirîn cureyên wêjeya guhêzî ( xeyalî ) ye,
bi ser de jî guhêz gewherê jiyana wêje ye (8), ango ew
hêmanê wê yê tewrî giring û nerxbiha ye, wêne jî yekemîn
berhema guhêza helbestê ye. Bi vî awayî, mirov dişê bêje,
ku helbest, ne tenê mîna wênekêşiyê ye, belê ew wênekêşî
bi xwe ye.
Ev boçûna jorîn, yekemîn car li ba Horas diyar bû, di dû
wî re jî bû rêbaza rexneya wêjeyî li ba rexnevanên çerxa
raperîna Ewrupayê, yên weha diçûn, ku divê hemî hêmanên
serkeftina wênekêşiyê di helbestê de bêne xebitandin,da
bibine sedema serkeftina wê jî.
Dîroka têkildariya helbestê li gel wênekêşiyê, an
hevgirêdana herduwan li gel hevdu gelekî kevn e. Roja ku
mirov xwe naskir, û xwast hundirê derûna xwe bide der,
rahişte wênekêşiyê, û wek alava derbirinê xebitand.
Efletûn jî ji zû de tiliya xwe daye ser vê yekê, û weha
çûye, ku tenê wêneyên, ku helbestvan û wênekêş dafirînin,
balan dikşînin (9), û Erîtotalîs di pe wî re hat, nerxê
wêneyê hunerî bilidtir kir, û weha çû, ku mirov bê wêne
nikare birame (10).
Dêmek bihayê wêneyê hunerî ji zû de hatiye nîşankirin,
ku ew istûnê navend e, ku bingeha helbestê li ser ava
dibe (11).
Çima evan rexnevanan wêne ewqas bilind û biha nerxandine?.
Çima hebûna wêneyan di helbestê de ewqas pêwîst bûye?.
Rexnevan Hirbirt Rîd bersivê dide, ku tenê tiştek dikare
behreya helbestî û helbestiyê bipîve û nîşan bike, ew jî
xebitandin û avakirina wêneyên hunerî ye, gewrebûn û
negewrebûna helbestvanan bi wêneyan û hêza wan tê
nîşankirin (12), ji ber ku, li gor boçûna Erîstotalîs,
her kesek dikare peyvan li gor divîtiyên kêşan, li pey
hevdu rêz bike, lê aferîna wêneyan ne hêsan e, aferîn ne
axiftina normal e, ne bermayên kesine dine. Aferîn
çêkirina nû ye, ku gava bermayê wê ji destên xwediyê wê
bi derdikeve, û tê ber çavan, hîngê ji xwediyê wê pêve
çi kesekî din nikare li wê xwedî bi derkeve, û bêje ev
berhema mine, lewre jî rexnevanên helbestê weha diçin,
ku awayê avakirin û xebitandina wêneyan ne tenê
xweseriya helbestvanan nîşan dike, belê bi ser de jî
helbesta nû û ya kevin ji hevdu cuda dike, ji ber ku her
yek wênyan bi awakî cuda dixebitîne.
Li gor van boçûnan, mirov dişê bêje, tevî ku ziman, tev
peyv û rêbazên xwe ve, alavên afirandina wênyên hunerî
ne, lê wêne ne berhema wan e, weka çawa xanî ji hinek
metiryalên wek kevir, dar, çîmento, û hesin tê avakirin,
lê durvê wî xanî ne berhema wan metiryala ye, belê
berhema cureyê pûnijiya avakerê xênî ye, weha jî cureyê
pûnijiya helbestvanan û hest û nestên wî wan wêneyan
dafirînin, ne ziman û peyv.Ev boçûn me ber bi pelandina
delameta wêneyê hunerî de têve dide.
Delameta wêne:
Helbestvan wek hemî hunermendan taqetek ( tecrûbe ) heye,
ev taqet dikare gelek raman û hestên curbecur di derûna
wî de bilivîne, pêre jî ewana her tim di hundir derûna
wî de dimînin û dikelin, û alavekê dipelînin, da di riya
wê re bêne der û bigihên pêş çav û hestên xwêneran.
Wêneyê hunerî ev alava ye, ango wêne yekemîn alava ku
taqeta helbestvan ji awayê derûnî bi derdixîne, û dixe
awayê zimanewanî yê hissî.
Dêmek wêne sîmbola taqeta helbestvan e, ango sîmbola
raman û hest û nestên wî ye, lewre jî eger rexnevan
hêmanên wê taqetê ( raman û hestan ) ji bîra bike,
nikare rola, ku wênê ji bo gewdekirina (wegerandin)
taqeta helbestvan distîne, bipelîne û şirove bike.
Delameta wêne ewqas giring û nerxdar e, ji ber ku eger
ev taqeta agehî neyête gewdekirin, da bikeve pêş hestên
xwêneran, ku ew jî pê hestedar bibin, ev taqet hîngê bê
nerx dimîne.
Li vê derê pirsek tê bîra mirov; gelo mirov dikare bi
şêwe û alavine din taqeta xwe biderbirîne?. Eger bersiva
vê pirsê neyênî be, hîngê ji rastiyê de bi dûr dikeve,
ji ber ku gelek awayên din hene dikarin vî barî hilgirin,
lê derbirin hîngê nikare bikeve çarçewa huner û wêje.
Pêre jî her du derbirinên zimanewanî, yên hunerî û
normal ji hevdu cuda dibin.
Lê delameta wêneyê hunerî ne tenê ew e, ku taqeta
helbestvan hilgire, belê bi ser de jî divê ewê taqetê
bigihîne xwêneran, ger nikaribe vê yekê pêk bîne, hîngê
bê nerx dimîne, çimkê helbestvan ne tenê ji bo xwe
dinivisîne. Gava ew radihêje pênûsê da taqeta xwe bi
nikilê wê birijîne ser kaxezê, hîngê delameteke din li
pêş wêneyê hunerî peyda dibe; dê çawan wê taqetê
bigihîne xwêneran?. Ji ber ku wêne ne tenê alava
derbirinê ye, belê bi ser de jî alava dihevgihîştinê ye.
Eger wêneyên hunerî li hember bi cih-anîna vê delametê
qels û jar bikevin, dê nerxnizim bimînin, çimkê durvê
hunerî û sûda, ku jê tê wergirtin, vêkra dikarin
ciwaniya wêne teqez bikin û biparêzin, lê bi ser de divê
ew bikaribe xwêneran jî bixe hundirê heyama derûnî, ku
maka wan wêneyan bû, da xwêner jî bibe hevpişkê hest û
nestên helbestvan û hunermendan. Wê hîngê hêja ye, ku ew
bi wêneyê wêjeyî bête navandin(13).
Bi rastî jî Efletûn ji berê de ev xal nîşankiribû, û
tiliya xwe dabû ser vê yekê, ku di navbera şêweyê
wênekêşiya helbestvan û hestên ku di derûna xwêneran de
dilivînin, têkilî heye, di pey wî re gelek rexnevan weha
çûn, ku wêneyê hunerî di helbestê de dikare xweşiyê bixe
hundir derûnên xwêneran, û li dilên wan hukardar be
(14).
Ji bo ravakirina vê hukariyê, werin em vêkra li vê
serpêhatiyê guhdar bin: Tê gotin, rojekê cînarên
gundiyekî reben û belengaz şer birin ser mala wî û lê
dan, gundiyê reben çû giliyê wan li pêş hukmet bike, lê
nizanîbû ne bixwîne û ne jî binivisîne, lewre ewî
serpêhatiya xwe li pêş erzalciyekî ( kesê ku nameyan ji
xelkên nezan re dinivisîne ) raxist, ewayê erzalcî jî
nivisand, û paşê name da pêş wî û gotê: Ê dî ka tiliya
xwe bi vir vene. Gundî gotê: Hela bêje min te çi
nivisandiye?. Gava erzalcî name xwend û şirove kir, hema
gundiyê reben girya û got : Weyyy, ev yeka gîş bi serê
min hatiye, û haya min jê tune ye ?!..
Tevî ku ev serpêhatiyeke normal e, her rojê dehên caran
li gundan, di navbera gundiyan de diqewime, lê gava
mirov bi helwesta rexneyî wê dixwîne, an guhdar dike,
hîngê hukariya derbirin û wêneyê hunerî diyar dibe, pêre
jî pê hay dibe, ku ev cureyê derbirinê û wênyê hunerî
dikarin ta çi radeyê heyîna hunerî ji ya rastî cuda
bikin, û li ser hestên mirov destlatdar bin.
Gelo çima helbestvan ji bo vê hukariyê radihêje wêne û
wênekêsiyê?. Rexnevanên wêje bersivê didin, û weha diçin,
ku derûna mirovanî her tim mêldar û hezkira ciwaniyê ye,
lewre jî wêneyên yekser û bê giyan vê derûnê bêhnteng
dikin, wê ditengijînin, lê axiftina mecazî dikare
wêneyan ciwantir bike (15), ji ber ku axiftina mecazî
maka pêjnê ye, ku dikare hem gelek wateyan ji wan
wêneyan biherikîne, û hem jî dikare wateyekê bi gelek
şêwe û awayan biderbirîne. Rexneya wêjeyî ye nû evê yekê
gelekî biha dinerxîne, pêre jî gîhaye wê baweriyê, ku
şimitandina peyvan berztirîn rûdawa helbesta nûjen e,
nemaze jî helbesta pexşane.
Gava helbestvan wêneyan ji bo taqeta xwe û
dihevgihîştinê bi kar tîne, hîngê tiştên ku ne diyar in
( raman, hest û nest ) gewde dike, û durvê berbiçav (
hissî ) ji bo wan dafirîne, û dide pêş xwêneran, pêre jî
heyînê bi awa û şêweyekî nû ye hukardar dafirîne; ev
hukarî dikare heyînê ciwantir bike. Ji ber vê yekê mirov
dişê bêje, ku hêz û pêşkêşkirina ( avakirin ) wêneyan,
ji bo nîşankirina zîrekiya helbestvanan, pîvanên sereke
ne, ku dikarin hulma wan ji hevdu cuda bikin, û
xweseriya wan jî teqez bikin.
Li gor van boçûnan, mirov dikare bêje, ku wêne giyanê
aferîna helbestê ye. Ev bawerî riyekê dide pêş
rexnevanên helbestê, rev jê nabe. Eger rexnevan wê riyê
bide paş xwe, karê wî dê xav bimîne. Em dixwazin weha
biçin, ku eger rexnevan wêneyên helbestê nede ber
ronahiya vekolîne, hîngê lêkolîna wî dê her xav bimîne,
û dê ji rastiya helbestvaniya helbestvan bi dûr de
bikeve.
Wek çawa wêne dikarin vê delametê pêk bînin, û
helbestvanan ji hevdu cuda bikin, weha bandûra wan li
hemî xwêneran jî di astayekî de namîne, belê ji
xwênerekî ta yê din, ji deverekê ta ya din tê guhertin,
ji ber ku mirov û miletan li gel jiyan û dinyayê
têkiliyên cuda-cuda henin. Wênyê ku li ba te hukardar e,
belkî nikaribe li nik kesekî din wê hukariyê bixebitîne,
wek nimûne, belkî peyva ( çiya ) nikaribe li nik miletên
din, wek çawa li nik Kurdan, hukardar be, ji ber ku ev
peyv dikare gelek bîranîn û serpêhatiyên Kurdan, ku li
gel wijdana wan têkildar in, bi xwe re bîne bîriya
mirovê Kurd.
Dêmek wênyê hunerî bi qaserî, ku li gel aferîner hevbest
e, ewqas li gel xwêner jî girêdayî ye, çimkê wek çawa
Îrwîn Êdman dibêje ku du tişt bandûra helbestê teqez
dikin; ew jî ev in; wergerandina xewnên helbestvan û
hestên, ku dikare di derûnên xwêneran de bilivîne, ji
ber ku gava xwêner helbestê dixwîne, û hestên, ku
helbestvan wan werdigerîne, li gel yên xwe dibestîne,
hîngê ew jî wan wêneyan, bi helbestvan re, dafirîne
(16).
Nerxandina wêneyê hunerî bi vî awayê biha ne aferîna
rexneya nû ye, belê hemî rêbazên rexneya berê jî wêne
weha nerxandine, lê delameta wêne berê ew bû, ku ramanan
şirove bike, ango pêşî raman diyar dibû, di dû re jî
wêne dihat û ew ramana şirove dikir. Wêne bi vî awayî,
ji hêla naverokê de, rola şirovekar distand, lê ji hêla
durv de, pirê caran, wek pîneyan li ser gewdeyê helbestê
xuya dibû.
Rexneya nû bi vê rolê qayîl nabe, ji ber ku ev rol
zindîbûna yekîtîya helbestê ne tenê birîn dike, belê
mirdar jî dike. Lewre delameta wêneyê hunerî, li ba
rexnevanên nû hatiye guhertin, û bûye alava derbirinê,
bûye hilgirê hestan.
Gava ev rexnevanan wênekêşiya zimanewanî ewqas bilind
dinerxînin, ewana nerxê guhêz (xeyal) di avakirina
helbestê de diyar dikin, ji ber ku guhêz bingeha
wênekêşiyê ye.
Bi rastî jî guhêz, wek hêmanekî derbirina helbestî, ji
zû de bala rexnevanan kişandiye, Erîstotalîs, û di dû wî
re rexneya kilasîk, li ba rola guhêz rawestiyabûn, û
nerxê wê nizim kiribûn. Kilasîkê Firasa, Labroyêr weha
diçe, ku divê di axiftin û pirtûkên xwe de em ewqas pir
xwe bi ser guhêzê de pal nedin, ji ber ku ramanên çewt
pirê caran jê de dibarin, ew ramanan ji me re bê sûde ne,
divê ramanên me berhema hiş bin. Bi ser dejî nerxandina
guhêzê li ba kilasîkan gîha wê radeyê, ku ewana gotin :
Guhêz di navbera mirov û lawiran de hêmanekî hevbeş e
(17).
Lê nêrîna fîlosof û rexnevanan di dû wan re hate
guhertin, loma jî guhêz wek aferînerê wêneyên, ku
delameta wan diyarkirina rastiyên derûnî û wêjeyî ye, tê
nasandin, pêre jî guhêz tevli hevîrê stirandina helbestê
dibe, û dibe jêdera wêneyên hunerî, yên ku taqeta (tecrûbe)
helbestvan hildigirin.
Ev danasîna guhêz, bi vî awayî, bermayê filosofê Elman
Kant e, ku weha çûbû, ku guhêz mezintirîn û metirstirîn
hêza mirov e. Her weha, romantîk, û hemî rêbazên
hunerî,mîna birnasiyan ( xwediyên boçûna, ku dibêje:
huner ji bo huner e) û zîmbolîstan û yên din, ketin pey
şopa Kant, û weha dane nasîn, ku mirov dikare,di riya
guhêzê re, bi wêneyên zimanewanî birame.
Di serdema romantîkan de,guhêzê bala fîlosofên wan,
neamze Wordzwors û Kolêrç, zor kişand. Rol û bandûra
guhêzê di avakirina wêneyê helbestî de xem û qisaweta
Wordzwors bû, lê Kolêrç, bi bandûra felsefeya Kant, ku
biryara ciwanî û ya hişmendî ji hevdu dike der, guhêz li
ser du cureyan parvekir, û weha çû, ku cureyê yekem ( li
ba Kant yê berhemdar e ) yê sereta ye, ku ji bo zanîna
mirovane hêz û hêmanê yekem e, lê cureyê din dengvedana
yê yekem e, ango di karê de xwe mîna wî ye, lê di awayê
wî karî de, ji yê yekem cuda dibe, ji ber ku tiştan
şirove dike, ber bi hevdu de tîne, wan wek hevdu dike, û
ber bi astayine bilind de hildikşîne, loma jî di meydana
huner de tê xebitandin. Kant evî cureyê guhêzê bi (
guhêza ciwanî ) dinasîne.
Her weha Birnasiyan jî guhêz zor bilind nerxandin, lê
avakirina wêneyên helbestî, û babetên derveyî xweyîtiya
mirov bêtir bala wan dikişand, da wêneyê helbestî
bikaribe, bi awayê objektîv, nerîn, hest û ramanên
helbestvan wergerîne.
Gava zîmbolîst; xwediyên rêbaza pêjindar, hatin, guhêzê,
bi xebata wan, gaveke berbiçav ber bi pêş de qevazt, û
weha çûn, ku ziman li hember paşhestan (bêageh)ji hêz
dikeve, lewre jî eger xwe bi ser hêmanê pêjnê de pal
nede, dê nikaribe bikeve hundir wan deverên, ku di
derûna mirov de nediyar in.
Li gor zîmbolîstan, wêneyên hunerî bi alîkariya alavên
zimanê wijdanî dikarin bibine xwedî pêjn, ango divê
helbestvan rewşên tiştina ji bo tiştine din bixebitîne;
wek nimûne, dengan ji meydana guhdariyê bi derxîne, wan
birengîne, û bixe ber çavan, tiştên, ku têne bîhkirin,
ji meydana poz û bîhkirinê bi derxîne, wan bike xwedî
awaz, û şûna wan di meydana guhan de jî rast bike, ji
ber ku ziman, di bingeha xwe de,zîmbola tişta ye, ku
dikarin wate û hestan di hundir derûna mirov de
bilivînin.Bi gotineke din; ewana weha diçin ku guhertina
rewşên tiştan dikare wêneyê hunerî ciwantir bike. Ev
boçûna wan, ku dibe jêdera hêmanê matmayîne, hîna jî
nerxbihayê xwe di rexneya îro de diparêze.
Bi vî awayî alaveke zîmbolî ye din li ba zîmbolîstan
diyar e, ew jî nependiya wêneyê hunerî ye, ku li gor
boçûna wan, divê ew ne eşkera be, divê perdeyek di
navbera wî û wate û mebesta wî de hebe, ji ber ku peyv û
ziman pirê caran li hember rewşên hundirê tiştan ji hêz
dikevin, û nikarin biderbirînin, hîgê pêjniya wêneyan rê
li pêş guhêza xwêneran jî vedike, da rola xwe bilîze, lê
divê ew perdeya, ku di navbera wênê û mebestê de heye
tink be, da wêne ji mebesta xwe pir bi dûr de nekeve, û
bikaribe delameta xwe bi cih bîne.
Bê ku em mijara xwe dirêj bikin, û li nerînên hemî
rêbazên felsefî û hunerî binerin, ji ber ku mijara me ne
dîrokî ye, belê ew e, ku em bînin bîriya xwendevanan, ku
guhêzê, wek jêdera wêneyê hunerî, bala hemî felsefeyan
kişandiye, û hemiyan jî bi awa û têgihîştinên curbecur,
para xwe xistine vê mijarê, û rola guhêzê, ya payebilina,
zor hêja nerxandiye.
***** *** ****
Jêder û çavkanî:
(1) Dr. M. X. Hilal: Rexneya wêjeyî ye nû, rû 122.
(2) El-Welî Mihemed : Wênyê helbestî di axiftina
rewanbêjî û rexneyî de. Bi zimanê eُrebî, çapa yekem,
Bêrût 1990, rû 16.
(3) Jêdera berê, rû 17.
(4) Dr. Ebdrrehman Bedewî:Helbesta Ewrupî ya hemdem. Bi
zimanê eُrebî, çapa duwem, Bêrût 1980 , rû 72.
(5) C. M. Goyo: Pirsgirêkên felsefeya hunerê ya hemdem.
Wergera eُrebî. Dr. Samî Eddrobî, çapa duwem, Bêrût 1965
, pêşgtina wergêr, rû 17.
(6) Dr. Îhsan Ebbas: Hunera helbestê. Bi zimanê eُrebî,
çapa sêyemîn, Bêrût, sala çapê ne diyar e,rû 230.
(7) Biner: Beşê berê ( Ziman ) di vê lêkolînê de.
(8) Giraham Ho: Gotara rexneyî. Wergera eُrebî. Mihîdîn
Subhî, Şam 1965, rû 122.
(9) Ebdilqadir Errîbaî:Wêne di rexneya Ewrupayê de.Bi
zimanê eُrebî, kovara ( Zanîn ) hej 204. Şam 1979.
(10) C. M. Goyo. Jêdera berê. Pêşgotina wergêr, rû 17.
(11) Ostin Warîn û Rînê Wêlîk: Têora wêje.Wergera eُrebî:
Mihîdîn Subhî, Şam 1972, rû 239.
(12) Dawod Sellom: Rexneya wêjeyî: Bi zimanê eُrebî,
bêşê yekem, Bexda 1967, rû 165.
(13) Ehmed Eşşayib: Usûlên rexneya wêjeyî.Bi zimanê
eُrebî, çapa heftemîn, Qahîre 1964, rû 242.
(14) Mark Şor: Usûlên rexneya wêjeyî ye nû. Bi zimanê
eُrebî. Wergera Heyfa Haşim, Şam 1967, rû 40.
(15) Dr. Henefî Mihemed Şeref: Wêneyê wêjeyî di navbera
têorê û xebitandinê de. Bi zimanê eُrebî, çapa yekem,
Qahîre 1965, rû 221.
(16) Êrwîn Êdman: Huner û mirov. Wergera eُrebî: Mistefa
Hebîb, cih û sala çapê nediyar in, rû 75.
(17) Biner: Dr. M. X. Hilal: Rexneya wêjeyî ye nû, rû
388.
Tîrêja Kurdî
kurdi@tirej.net |
|