EMIN......YÊN TÊNE KUŞTIN.

Mizgîn Mehmûd




Na....
Me bêriya birîneke nuh nekiriye
Bi tenê biyanî
Wateya birîna li pişt sînorên asoyê
Dizanî.

Na...
Bi me pirr zor e
Birîn li ser birînê
Daxwaza me
Ne ev e ji jînê

Ne ...emin yên dest bi kuştinê dikin
Bi tenê biyanî
Razên bîstikên bê bext
Dizanî.

Hîn li wir e......tiqtiqa kenê me
Bîna xwêhdana me
Paykerê rastiya me

Na...
Ne emin ên ji şer hez dikin
Her gav û li vir
( Dûrî himbêza welatekî ku sêwî maye
Di dergehên welatan de )
Em têne xapandin
Her roj
Em sed carî
Têne perçiqandin
Her katejimêr
Û li benda nimêjeke...tenha bi kurdî
Em sed carî
Têne sotandin.


................


Na ......
Na......ey bîstikên bê bext ...na
Me bêriya derdekî nuh nekiriye

Ma ev çi nervîn bû
Em werkirin
Sînga vî dîmenê xembar.
Çi nifir bû
Em gihandin vê qunaxa reş û jar.
Ne ...emin
Yên tilîkên dilovaniyê
Jê dikin

Ne ...emin
Yên baskê Kevokan
Bin pê dikin

Na ....
Daxwaza me
Ne ev e ji jînê....
Ne ..emin
Yên hilgirin kînê.....
Ne Perî ne
Yên li xwe kin
Reşê şînê...

Bi me pirr zor e
Birîn li ser birînê

Dilê me
Ji bo mirinê
Qet Erêêêêêyan..napejirîne

Bi me pirr zor e
Dîmenê kuştinê
Herikîna xwînê

Daxwaza me ne ev e ji jînê


..............


Na ...Na
Em qet tênaghin
Çima wê bîstikê
Asîman û qad
Ne dilovan bûn

Çima şer û berberî
Bi tenê qehreman bûn

Na...em qet tênaghin
Çima kesên
Li cengê dinerîn
Ne mervan bûn.

....................

 
Biner
Ta duh
Em bixwedî û xwedan bûn
Xortên me mêr bûn
Bi hiş û raman bûn
Keçên me bedew bûn
Ji bedewtirîn keçên cîhan bûn

Biner
Ta duh
Me hebû welatek
Em dostên gelan bûn

Biner
Ta duh.....di rojhilata navîn de
Em bûn Ariyên ....dilovan û merd
Biner
Ta îro....di nav herêman de
Emin piştgirtiyê
Kêmnetewên bê zend û bend.


............

Na.....
Wêneyê me
Di çavên wan de reş neke
Bi pênûs û zanistê
Çekê hevçerx li xweke

Bi dan û sitandina aştiyan e
Rêke silava
Bi hoşyarî û camêrtiya mirovan e
Bighe kam û lava

..............

Na ....berxo ....na
Ne emin...yên ji kujtinê hez dikin
Her gav li vir
Dûrî keskesora xwe
Em hezar carî têne kujtin

Na .....xwe bi hesanî radestî bîstikên bê bext neke
Na......berxo....na
Ne emin yên hilgirin kînê

Bi me pirr zor e
Dîmenê kuştinê
Herikîna xwînê
Daxwaza me ne ev e ji jînê,

 

Mizgîn ( Hesko ) Mehmûd



 




 

 



 

 

kurdi@tirej.net