|

Fîlmê Kurdî
Davîdê Tolhîldan
başdarî festivale filman a „Splît“ li Kroatia dibe.
Piştî ku filmê derhênerê Kurd ji rojavaya Kurdistanê Mano
Xelîl „ Davîdê Tolhîldan“ li gelek festîvalên filma li
cîhane hat hilbijartin, ku herdem bala temaşevanan gelekî
tîne ser xwe, niha besdarî festîvalek nu dibe. Jiber ku
mijara film mijarek giring, kuft û go ê mezin tîne hole. Di
van salê dawî de, gunehbara „terorîsmê „ buye mode, û mafên
mirovan bi têorîa „yen ku qeweta wan heye, heq di destê wan
de ye“ tên pîvandin, her mirovek, yan jî miletek, ku serê
xwe li dij zor û zordariye hilde, dibe „terorîst“. Her ku di
ne di asaya navnetewî tenê de, lê di ol û îxlaqên mirovan
de, pirsgirêka berxwedana miletên bin dest mafek
legale,qanunî ye û heqê her miletî ye, ku li dij zordariya
kedxwaran li ber xwe bide. Weke ku tê zanîn miletê kurd, yek
ji wan mileta ye, ku gelek zordarî û neheqî li dijî wî ji
destê rejîmên baes a Surî, rêjîma Îran û Turkiye tê. Piştî
ku besê Kurdistana başurê mezin ji zulm û zordariya Sedamê
diktator xilas bu.
Filmê „Davîdê Tolhîldan“ di gelek festivalan de hat pêşwazî
kirin, di dema hazir de, hatiye hilbijartin weke yek ji
baştirîn filmê dokumentar ê sala 2007, ku wezareta
rewşenbîrî a Swîsra pê radibe, ku pistî mehek din wê xelat
bê xwyanî kirin. Tê zanîn ku film li festîvala Aljazeera a
filman hat nisan dan, weke festivala Krakow a Poloniya, a
London û Berlin bo filmên Kurdî, niha ji 15 heta 22 Aylune
li Split a Kroatia tê temasekirin. Weke ku tê zanîn ev film
berî demeke kurt, başdarî festivala filman li Emîrata Erebî
bibu, lê ji ber mudaxeleta rêjîma Tirk û zexta wê li ser
hukumeta Emîrata Erebî, ku rêjîma tirk bi rengekî fermi bi
mîna ku ev film, filmekî „Terorîste“ ji hukumeta Emîrat
daxwaz kiribu, film neyê şanîdan . Ji bo ev mesele neba
krîzak mezin di navbera Emîrat û Tirkî de, qerar ji wezareta
derve a Emîrat hatibu danîn ku Film neye şanid dan û ji
festîvalê bê kişandin.
Fîlmê „Davîdê Tolhildan“ çîroka xortê Swîsrî Davîd Rouiller,
Kurê serokê dadgha Federal a Swîsra a berê ye. Davîd dev ji
jiyana xwe a komfort li Swîsra berda û ev buye der-dora şeş
salan, cihê xwe di nav refê Gerîlayên Kurd de dîtiye. Fîlm
li ser jiyana vî xortê Swîsrî diaxive û eu bi xwe mînake ku
temaşevan jiyana Gerîla bi temamî nas bike.
Dayka Davîd ji Swîsra berê xwe dide çiyayên Kurdîstanê û eu
jî dibe şahidek rastiya miletê kurd û heqê wî di jiyanek
azad û serbixwe de.
Eger tirk li Emîrata Ereb bi serketin, emê li cîhanê bi
serkevin. Niha ji 15 heta 22 Aylun li Splita Kroatia tê sanî
dan. Li vir lînka festîvalê:
http://www.splitfilmfestival.hr/arhive/2007/khalil.htm
|