|
Eyzîdî
Kurdistanperest û qehreman in
Dr.Ebdilmecîd Şêxo
Ey reqîb her maye qewmê Kurd ziman
Naşikê û danayê topên zeman
Kes nebên Kurd dimirin
Kurd jîn dibin .
Jîn dibin qet nakeve ala Kurdan
Jîn dibin qet nakeve ala Kurdan
.........................."
DILDAR
Bi kêmasî her Kurdek dizane ku berê
çend sedsalan bavpîrê xwe
eyzîdîperest bû, û eyzîdî olek ji
olên pêşîn bû ku bi xwedayekî bawer
kirin. Piştî ola îslamî bi riya
pêxember Mohemed tête ragiyandin û
ew ola li nik pir gelên cîhanê bi
riya cengan tête pejrandin, gelê
Kurd jî bi piraniya xwe mîna gelek
miletên din, di bin zor û setemê de
ola îslamî, ya ku li girava erebî
dest pêkiri bû, bawer kir, yan xwe
bi bawerkirin dida .
Weke pir rind di dîroka îslamî de
tête zanîn ku bi dehan û sedan
Kurdên îslamperest navdar in, ewanan
navê ola îslamî pir bilind kirin û
paya wan di serketinên cengan de zor
bilind bû. Selah eldîn Eyobî eniya
dîroka îslamî bi qehremantî û
serketinên xwe xemilandiye. Em
naxwazin li vir pir dûr biçin, bi
kurtî beşek ji gelê me li Kurdistanê
xwe radestî îslaman nekir, ewî beşî
ji bo parastina ola Kurdan ya resen
bi pîdarî berxwedanên dijwar kiriye,
evî beşî 72 fermanên tevkujî û
setemkariyê di bin navê
îslamperestiyê de dîtine, û rûberek
mezin ji deşt, newal û çiyayên
Kurdistanê bi xûna van pakrewanên "Eyzîdayetiyê
" hatine avdan û bi saya van Kurdên
bawermend ola Eyzîdî mîna beşek ji
felsefe û şaristaniya jînê ta niha
hatiye parastin.
Eger em vekirî bêjin; Kurdên eyzîdî
ne tenê setemkarî ji aliyê milêtên
biyanî dîtîne, lê gelek mixabin
ewanan pir zordestî û hêrişên hovane
ji aliyê hin birayên xwe, Kurdên
musliman jî dîtine, dijminên netewa
me pir caran hin Kurdên musliman
xopandine û ewanan li dijî birayên
xwe çav sor kirine, lê li aliyê din
divê ez pesnê gelê me yê eyzîdî
bidim ku piraniyên wan tucarî
nexwestine ji welatê xwe Kurdistan
birevin û koçberî welatên din bibin,
ewanan herdem li cihûwarê bavpîrê
xwe mîna çiyayê "Araratê" û çemên "Feratê"
û "Dicle"cîhwest mane û herdem
welatê xwe KURDISTAN û OLA xwe bi
vîneke netewperestî û bi baweriyeke
olî bilind parastine.
Di mêjoya nûjen de neyarên gelê Kurd
û Kurdistanê dîsan bi awayên ne
zanistî û ne mirovane berxwedane ku
nasnama Kurdên eyzîdî ya netewî bi
riya hin noker û xwefiroşan
biguherin, lê dîsan bi saya
Eyzîdiyên Kurdistanî helwestên wan
yên mêrane pîlanên dijminên gelê
Kurd bi serî nebûn ango bi
serneketin, ronakbîrê û welatparêzên
me yên Eyzîdî bi qehremanî û bi
şehrezayî dek û dolabên neyaran pûç
dikirin, li aliyê din jî mîna
birayên me Eyzîdî baş dizanin ku bi
melyonan Kurdên musliman bi çavên
rêzdarî li ola xwe ya kevnare temaşe
dikin, birayetî û hevaltiyên xwe li
ser bingeha netewayetiyê bi Kurdên
Eyzîdî re dikin.
Ez dibêjim belkî ne zêde be ku ez li
vir tenê birek ji helwesta xwe wek
nimûneyeke zindî ji xwendevanên
rêzdar re hûnim zimên; gava ez di
sala 1993 an li Kurdistana Îraqê bûm
û min mîna mamosteyê zimanewaniyê di
beşê kurdî li zankoya Selaheldîn kar
dikir, di wê salê de jî navenda
Lalişê li Duhokê bi alîkariya
desthilata kurdî hate damezrandin,
min jî weke her kurdekî ronakbîr bi
mamosteyê nemir Hemîd Surî re serdan
li navenda Lalişê kir û me
pîrozbahiya rêvebirên navendê kir,
li wir min seydayê mezin pîr Xidir
Sulêman nas kir, ewî gote min;
mîvanê me ji Kurdên Rosiya henin,
ewanan dixwazin seredanê li LALIŞÂ
NURANÎ bikin, ma tu jî dixwazî bi me
re biçî wir ?. Min bi wî re got;
mamoste , te daxwaza dilê min anî
zimên, diyar e te hestên min di
çavên min de xwendin, ma çawa ez
naxwzim herim şaristaniya bavpîrên
xwe bibînim û hinekî çerxa dîroka
setemkar hûnim bîra xwe.
Bi kurtî ez bi birayên xwe re çûm "LALIŞÊ",
li wir ez li dîroka bavpîrên xwe
vegerîm, min rêdan ji seyda Pîr
Xidir Sulêman xwest ku ez jî
dixwazim li vir mîna we bikim, û
rêzê li vê cihê pîroz bigrim, ewî
gote min tu çi dikarî wê bike ! Di
rastiyê de, mîna ku tête bîra min,
min pir gav weke birayên xwe
eyzîdîperest avêtin û min rêzeke bê
sînor li "LALIŞA NURANÎ" kir. Ev
wêneya di dil û serê min de herdem
zindî ye, ez xwe bi wê serdanê pir
serbilind dibînim û herdem ji xwe re
dibêjim, eger ez welatparêz bim yan
mirovperwer bim, ev serdana min li "LALIŞÊ""
beşeke ji welatparêzî û
mirovperweriya min e……Ez hêvîdar im
ku bi van çend rêzikên xwe li ser wê
serdana dîrokî, min nama xwe gihan
dibe birayên xwe musiliman û
eyzîdîperestan.
Rola piraniyên Ezîdiyan di dîroka
tevgera azadîxwaza Kurdistanê û her
weha jî di pêşvebirina çand û
behemên zanistî de ji me hemûyan re
gelek diyar e.Lewra jî dijminên gelê
Kurd û bi taybetî rêcîma partiya Bes
li Îraqê gelek tawanên mezin li
Kurdên eyzîdî kirin û beşekî mezin
ji Eyzîdiyan li navça Şêxan û li
derdora wê, di sala 1992 an de ji
herêma dayik "Kurdistan" veqetandin
û li jêr destên xwe de hêştin .lê
dîsan niştimanperwerên eyzîdî xwe ji
tevgera xwe ya netewî veneqetandin û
ewanan bi hemû awayan piştvaniyiên
xwe çi bi dizî û çi eşkere derbarê
herêma xwe Kurdistan ya azad
derdibirîn.
Piştî ku di 9.04.2003 an de rêcîma
Sedamê dîktetur hate rûxandin,
dewleta fêderal li Îraqê ava bû,
xala 140 î di destura Îraqê de bi
saya cemwerên Kurdistanê, di nav wan
de Eyzîdiyên welatparêz li navça
Şêxan û deverên din, û bi saya
nûnerên hêzên Kurdistanê, bi taybetî
P.D.K bi seroketiya kek Mesud
Berzanî û P.Y.N. bi seroketiya mam
Celal Telbanî di perlemana Îraqeê de
hate pejrandin… Hêviyên birayên me
Eyzîdî hatin vejandin ku ewanan
piştî pêkanîna yasya 140 î têkevin
bin siya destlata xwe ya kurdî û ya
resen …Ev daxwaz û armancên Kurdên
Eyzîdî li nik neyarên Kurd û
Kurdistanê zor zelal bûn, lewra jî
dijminên me, ango dagîrkerên
Kurdistanê dîsan mîna hercar bi hev
re pirojeyên xwe li dijî armancên
gelê Kurd bi dizî bi alîkariya
têrorîstên îslamî û nijadperestên
miletên serdest li ser rêça
xûnvexwer Elî Kîmawî berdewam kirin
û di sêşemeke reş, 14.08.2007 an de
bobelateke gewre bi ser Kurdan ve
anîn, ewanan carek din Helbceyeke
duhem di eniya dîroka xwe ya tarî û
qirêj de çandin û bi sedan Kurdên
Eyzîdî pakrewan bûn û bi sedan jî
birîndar bûn .
Armanca neyarên me pir diyar e,
ewanan dixwazin gelê me li Şingalê
çavtirsiyaî bikin ta ku ewanan ji
welatê xwe awere bibin û beşek ji
welatê xwe ji biyaniyan re bihêlin
.., lê ez kanim bêjim ku dijminên me
ta niha hîn tênegihîştine ku vîna
gelê Kurd di pêvajoka mêjoyê de tu
carî nehatiye tewandin, gelê me
xawên pêşbîniyên zor dewlemend in,
niştimanperwerên Kurdistanê pêşda
zanin ku qelengê azadiyê tenê
qurbanî û pakrewanî ye û di pend û
şîretên kurdî de hatiye; "Her bostek
erd temenê xwe tasek xwîn e .",
dêmek pêwîst e, neyarên me vê
rastiya me baş bizanibin ku gelê
Kurd, Kurdên îslam û eyzîdî perest
tucarî ji ber dijminên xwe axa xwe
ya pîroz bi chi nehêştine û ne jê dê
bi chi bêhilin, eger ne weha ba, dê
gelê me ji zû de mîna hin miletên
din dêrînî li Rojhilatanavîn bihata
pişaftin û bê xak û welat bima ..
Di encama van gotin û nirînên xwe de
ez dixwezim hest û helwesta xwe li
ser tevkujiya bêzar derbibirim û ez
jî mîna her kurdperwerekî dixwazim
bi malbetên Kurdên Eyzîdîperest re
azerî û janên wan ji dil de parve
bikim û ji wan re bêjim ku derd û
êşa we beşek ji bêzariyên me ye,
birîn û zamên we, birîna gelê Kurd
e, nirx û buhaya axa Şengalê mîna
buhabûna Amedê, Muhabadê, Dohokê,
Efrîn û Qamoşliyê ye û bila serê we
û gelê Kurd sax bin û hûn herdem
bimînin Kurdistanperest û qehreman.
Almaniya 20.9.2007
|