|
YEK, DU, SÊ
SERÎ…
Hesen Huseyîn Denîz
Leşkerên artêşa tirk di van rojên
dawî de, li gundên Kurdistanê mal bi
mal digerin û dibêjin ku, ‘kî serê
gerîlayekî bîne wê xelata pereyî
bidin wana’. Ev polîtîkaya qirêj a
dewleta tirkan ne nû ye; ji roja
têkoşîna azadiya gelê kurd destpê
kir û li welêt vegirt û dewlet xist
nava tengezariyan, wekî rêbazeke
şerê taybet, li kêleka gelek rêbazên
din ên dij-mirovî û dij-zagonî,
rêbaza bi xafiltî û xayintî kuştina
gerîlan a bi xelata pereyîyan
çavtirsandin dan destpêkirin.
Ev rêbaz demekê li ser sînorê Başûr
û Bakur di nava pêşmergan de
meşandin. Ji sala 1982-3yan heta
salên dawiya 90î bûyerên encama vê
rêbazê pêk hatin. Li Bakur jî di van
salan de gelek bûyerên wiha çêbûn.
Bi taybetî di salên berya pêngava
15ê Tebaxê de girtin, jehrîkirin û
kuştina gerîlan û dayîna dest dijmin
hat dîtin. Bêguman kesên vê rêbaz û
xwesteka dijmin pêk tînin kesên wiha
ne ku ji kurditiya xwe dûr û
berûvajî ketine û hest û pêwîstiyên
mirovbûnê jibîr kirine ku di nava
ramandina berjewendiya takekesî de
çavkorî bûne ne. Kesên wiha di nava
her civakê de wekî xayin tên
binavkirin û tê zanîn xiyanet li
Kurdistanê wekî saziyeke dagirkeriyê
weyn dileyize. Dîroka Kurdistanê
wekî du aliyê rojê ye. Çawa ku roj
ji şev û royê pêk tê; dîroka
Kurdistanê jî ji ronahiya berxwedanê
û ji tarîtiya xiyanetê hatiye
hûnandin. Ji ber ku dijmin jî vê
rastiyê dizane, gund bi gund digere
û mirovên xwenenas dawetî jiyana di
tarîtiya xiyanetê de dike…
Di vê çîrokê de dixwazim bûyereke vê
xiyanetê radixînim ber çavan. Bûyera
di navbera gundiyekî soza xiyanetê
daye dijmin û komek gerîlyên ketine
tevna vî de bi awayê çawa pêk hatiye,
ne kêm, ne zêde hûn dikarin li xwarê
bi balkêşî bixwînin…
***
Rojek ba û baran bû. Dema bû şev êdî
çav çavan nedidît. Şevek ji yê
payizî yên dirêj bû. Ji xwe êvar zû
hatibû û em ji gundê Se… yê Midyadê
bi ketina tariyê re derketibûn û me
xwe gihandibû gundê Ba… Ne li Se…,
ne li Ba… zêde kesekî em nas bikin
tine bû. Li gundê Se… tenê min mala
‘Yadê’ dinasî. Li gundê Ba… jî
mirovên wan hebûn, em bi rêka kurê
wê çûn gel wana. Lê berya em biçin
wir divê ez hinekî qala
welatparêziya ‘Yadê’ bikim, ji ber
ku gelekî ked û nanê wê derbasî bin
xizmeta têkoşînê bûye.
Di salên berya 12ê Îlonê ya Cûntaya
artêşa Tirk de me Yadê dinasî. Yadê
bi kurên xwe û mala xwe ve wekî
rawestgeheke Apociyan bû. Berya
Cûntayê ji xwe kar û bar yan eşkere
yan nîv eşkere dihat meşandin.
Zêdetir bi roj mîlîtan û kadroyên
Apocî mal bi mal li gundan digeriyan
û doza Kurdistanê didan nasîn. Li
gelek deran ji aliyê gel ve bi coş û
hesteyarî dihatin pêşwazîkirin û
mala xwe bi tevahiya derfetên xwe ve
ji vê pêla nû ya azadî û rizgariyê
re vedikirin. Mala Yadê jî malek ji
vana bû ku ji ber welatperweriya wê
ya xurt me tevan jê re digot ‘Yadê’.
Zilamê Yadê yekî ji her du çavan kêm
dîtin bû, lê dîsa jî bi baldarî li
me guhdarî dikir û wekî me dibîne,
wiha dema dengê me dibihîst em
pêşwazî dikirin û kêfa xwe ji me re
dianî.
Piştî cûntaya 12ê Îlonê jî
çûnûhatina me ya mala Yadê domiya,
lê vê carê bi dizî yan jî nîvdizî em
diçûn û Yadê ji bo ewlekarî di mala
xwe de cihekî veşartî ji me re saz
kiribû. Dema em diçûn, em derbasî wê
derê dibûn û bi ewlehî me tê de karê
xwe dikir. Ew cih tenê ji aliyê me
çend kesên Yadê zêdetir baweriya xwe
bi me dianî û zarokên wê ve dihat
zanîn. Me jî zêde bi kesên din ên
hevalên xwe nedida zanîn.
Piştî 12ê Îlonê bi salekê li ser
îxbariyekê ez li navçeyeke Mêrdînê
ji aliyê leşkerên artêşa tirk ve
hatim girtin. Bi şev girtin ser mala
me û em birin. Qasî du mehan li
Mêrdînê di bin çav de mam. Pişt re
min birin zîndana Diyarbekrê ya
leşkerî ya tîpa E û qasî 8 salan jî
li wê derê di nava her şert û mercên
xerab û di bin îşkenceya ji mirinê
xerabtir de razam.
Di sala ku dijminên Kurdistanê bi
gazên kîmyewî qirkirinên xwînxwarî
li ser gelê me yê li Başûr meşandin
û dîsa li Bagokê komkujî li ser
ciwanên kurd pêkanîn de, ez ji
zindanê derketim û vê carê min dan
destê polîsan ku bibin leşkertiyê.
Polîsan xwestin min bibin leşkertiyê,
lê min bi kefîltiya birayê xwe ew
xapandin û berê xwe da Akademiya
Mahsûm Korkmaz, ji wê derê piştî
perwerdeya leşkerî û siyasî bi komek
heval re tixûbê têl û mayinkirî
qetand û derbasî herêma Mêrdînê bûm.
Demekê li wir mam şûn re ji bo
derbasî herêma Botanê bibim, dîsa bi
komek biçûk a hevalan re ketim ser
rê. Em ji çoltera Stewrê bi rê ketin,
derbasî çoltera Gercewsê bûn û ji
wir derbasî xaka Midyadê bûn ku di
wir re jî di ser Hezexê re dakevin
ber Ava Mezin (Çemê Dicle) û derbasî
milê Botanê bibin. Hevalan li gundê
Yadê lê dima navek dabûn me ku ew
nav bikeve pêşiya me û rêbertiya me
bike, me bi saxlemî bigihîne cih û
warê em biçûnayê. Lê dema em hatin
ber deriyê mala navê dane me, me dît
ku derî girtî ye û ti kes li malê
nîne. Di wê bêhnê de tenekeya rabûna
siorê ya meha Remezanê dest bi
lêdanê kir û li wê çolterê em bê
têkilî man. Çîroka me ji vir destpê
dike…
***
Li ber deriyê xaniyê duqat em
rawestiyabûn ku bi carekê re dengê
lêdana tenekeya meha rojiyê ji
kolana pêşberî me bilind bû û hat
bîra me ku em nû dikevin meha
remezanê. Bêhneke din wê gundî tev
ji bo xwarina siorê hişyar bibana û
derketana der ve. Wê em li ber derî
bidîtana û ev yek qet ne baş bû. Ji
xwe derûdora gund tev rût bû û
cihekî mirov bikaribe bi roj xwe tê
de bisitirîne tine bû. Divîbû yan em
ji gund bêhnekê xwe dûr bikin û li
çolterê li hêviya qedera xwe bimînin,
yan jî em di gund de bê ku kesek bi
me bihise, xwe bi cih bikin. Ger em
ji gund derketibana hê em
negihiştine cihekî ewle wê li me
bibaya sibeh û bi derketina rojê re
wê çolter tije şivan û gundî bibana.
Ger yekî ji wana em dîtibana û
ixbarî li me bikraya, di wê deştê de
filitandina me wê tinebaya. Tirsa me
ne ji mirinê bû, lê ji mirina ne di
cih û dema xwe de bû.
Hevalên bi min re jî ti caran
nehatibûn vê herêmê û ez jî tam deh
sal çêdibûn ku ji herêmê veqetiyabûm.
Dema mirov dikeve tengezariyan bîr û
hişê mirov dikeve nava liv û tevgerê
û bîranîn serî hildidin. Dema em
hatibûn gund bi rêzaniya rêberê xwe
em hatibûn û rêberê me mal ji dûr ve
şanî me dabû şûn re gotibû:
- Heval êdî destûra min bidin ku ez
vegerim, ji ber ku naxwazim kesek
min bibîne û binase.
Ji ber ku peywendiyekî me yê nû bû,
me jî ew neşikand û rê dayê ku biçe.
Lê dema em hatin ber deriyê mala me
pêşwazî bike, me dît ku kesek li
malê nîne û em him ji dêrê, him ji
mizgeftê bûn, wiha bi tena xwe man.
Di wê bêhnê de mala Yadê hat hişê
min. Bi rastî hê dema berê me ketibû
gundê Se… Yadê hatibû bîra min, lê
ji xwe ne bawer bûm ku mala wana
piştî deh salan bikaribim di şevreşê
de derxim û ji bo ku deşîfre nebe
min nexwest ne ji hevalan re qalê
bikim û ne jî ji rêzanê em anîne
gund bipirsim. Lê vê carê derveyî
mala Yadê ti cihê em berê xwe bidinê
tine bû… Bi hatina dengê tenekê re
hevalê Egîd ê ji Rojavayê Başûr
zîvirî ser min û got:
- Dê were safî bike! Min got rê nede
ku rêzan biçe, te got çi nabe! Ka
niha vê ro nîvro emê bi ku ve biçin?
Em biçin ku wê li me bibe roj û di
vê çolterê de cihekî em xwe bidin
ber siya wê jî nîne.
Hevalê din got:
- Rast e, wele! Dibe ku baraneke pîs
jî bibare û em di nava av û lehiyê
de bimînin. Ka niha emê bi ku ve
biçin? Niha wê gundî tev hişyar
bibin û me bibînin. Ku ixbariyê li
me bikin, wê ev bibe roja me ya dawî!
Min got:
- Ka zêde dilopan nekin ku ez bi
hişmendî bihizirim! Berê em gelek
caran hatine vî gundî û malên dost
lê hene.
Egîd got:
- Tew li aqilê te be! Tu berya deh
salan li vê derê bûyî; ji wê demê
heta niha gelek av di bin gelek kayê
re meşiya. Mirov bûn sîxur, bûn
cerdewan… hatin kuştin, ketin
zîndanan… ma kî dizane niha kî çawa
ye? Hema tu binasî jî, çawa dikarî
baweriya xwe pê bînî?
Min got:
- Hinek mirov hene ku sal jî biborin,
dem û dewran jî biborin nahizirim ku
xiyanetê li me û li vê dozê bikin.
Dibe ku gundî tev ji me dûr ketibin
û hatibin guhertin jî, lê ‘Yadê’ ti
caran xiyanetê li me nake. Ger ez bi
ser mala wê vebim em dikarin bi roj
li gel wana bimînin û êvarî derkevin,
berê xwe bidin ser rêka xwe. Niha ka
em ji gund derkevin ku rewşa gund a
berya deh salan bînim ber çavên xwe
û bi ser mala Yadê vebim.
Ji xwe derveyî vê pêşniyara min, ti
çareya hevalan tine bû. Em
derketibana derveyî gund ji bo me
xerabtir bû, qe ne li malekê wê ji
bo me ewletir ba; bes ku kesekî
derveyî malê em nedîtibana.
Em her sê heval derketin derveyî
gund û rêka berya deh salan em tê re
dihatin gund min anî ber çavê xwe.
Dema em dihatin zêdetir em ji aliyê
gundê Ke… dihatin û dîsa çûm wî milî.
Li wê derê wekî berya deh salan me
çawa hiştibû, zêde tiştek nehatibû
guhertin; çawa ku çav li sergoyê
derveyî gund ketim, keniyam û min ji
hevalan re got:
- Lo ev deh sal in vana ne sergoyê
xwe guhertine û ne jî tiştek lê zêde
kirine. Ka em bikevin vê kolanê û we
bibim mala Yadê.
Kolana berya deh salan em tê re
dimeşiyan hê wekî xwe bû. Ne malek
lê hatibû zêdekirin û ne tiştek.
Kolan bi kolan em meşiyan û hatin
ber deriyê yadê yê ji depên stûr
çêbibû. Min derî ji mezinbûn û
stûrbûna wî nas kir. Jora derî wekî
yê mizgeftan girover bû û mirov
dikarîbû di ser dîwêr re xwe biavêta
hewşê. Dema me dest da derî û dît ku
asê ye, min ji hevalê Doxan re got:
- Sivikê me tu yî; ka di ser dîwêr
re biqulipe aliyê hewşê, pişteka
derî veke. Ger em li derî bidin,
heta Yadê rabe û were wê gundî tev
bi me bihisin.
Doxan çeka xwe da dest hevalê Egîd û
derbasî milê din bû. Hê bi pişteka
derî mijûl dibû ku ji wî alî dengê
Yadê hat û bû xirecira wê û hevalê
Doxan. Baş bû ku di vê navberê de
hevalê Doxan derî vekir û em jî
derbasî hewşê bûn û tev li gengeşeya
wan bûn. Yadê digot:
- Hûn kî ne, çi kes in? Derkevin ji
mala min! Ez we nas nakim û heval
mevalan jî nas nakim. Hûn çi ji min
dixwazin?
Doxan jî digot:
- Yadê, em heval in. Dengê xwe neke
wê gundî bi me bihisin.
Lê Yadê dîsa li ber xwe dida û digot:
- Ez we nas nakim. Derkevin ji mala
min.
Dema ez ketim hewşê rasterast çûm
gel Yadê û min got:
- Yadê tu çawa yî, baş î. Metirse,
em heval in, zirarek ji me nayê ji
te re. Em şevder man, divê tu me
bihewînî malê.
Yadê wekî dengê min pê nas hatibe
bêhnekê ponijî û got:
- Biçin maleke din. Ma li gund tenê
mala min heye? Ez we nas nakim.
Wê demê min xwe baş nêz kir û got:
- Yadê ez filankes im. Ma te em nas
nekirin? Ma nayê bîra te ku em û
kurê te dihatin gel we? Te çi zû em
jibîr kirin?
Yadê li min nêrî û him ber bi malê
|