|
JI
BO TE
Hesen
Huseyîn Denîz
Hey hêvî û hesreta dilê minî têr kul
û keser
Ne di berbangên rojê de, ne di
tarîka şevên dirêj de
Ne li erd, ne li ezmanan; ne li çol
û ne li cebelan
Ne li daristan û çiyan; ne li gelî û
newalan
Ne li zozan û deştan; ne li baxçê
gul û kulîlkan
Bêhna te naçe ji ber pozê min
Xeyala te winda nabe ji ber çavê min
Dengê te qut nabe ji ber guhê min
Germahiya te dernakeve ji hinava
dilê min…
Tu çi agir û pêt bû ku xwe herikand
xwîna min
Tu hêtûn û sot bû, daket ser dilê
min
Tîrêjek rojê bû di çavê min re
gihişt mejiyê min
Te ne hiş hişt li serê min, ne jî
raman û mejî
Li te digerin awirên min, di her
livandina pelçîmeke darê de
Li nava darisatanên bê serûber
Bi hêviya bihîstina peyvek ji nava
sorgulên hingivîn
Ber bi te ve vebûne tev hîsên min
Bi hesreta himbêzkirina germahiya
sîng û berên bi bêhna nêrgizan
difûre
Diperpite dilê min ê bi hezar
tîrêjên evîna te tar û mar bûye
Dê kengî wê bi dawî bibe ev hesret
Dê kengî ezê bihûnim gulî û keziyên
te bi dilê destê xwe
Kengî bigrin dîlana nûvejînê ya
azadî û evîna canan
Bê tirs û xov, kengî sicûde bibim
ser deşt û girên te
Serê xwe deynim ser bedena te ku di
awirên min de daliqandî bimînin
stêrkên dost
Tu çiqas dûr bî, ewqas di dilê min
de nêz î
Bi hesreta te bûye hêtûn dilê min
Bi evîna te agir û pêt dipijiqîne
der, hinava min
Ez dildarê te me
Tu evîn
Tu welat
Tu azadî
Tu hebûn û tinebûna bîrûbaweriya min
î!
|