Di şevên reş û tarî
Ba û baran de
Ez li bendê bûm
Ku tu werî li deriyê min bixî
Ey Azadî
Te girtin ji destê min
Ey Azadî
Bi zorê te girtin
Ji himêza min
Bi zore te derxist
Ji xewnên zaroktiya min
Di dergûşa te de
Hînê dengê lorandinên min tê
Û bêhna kenê te
Hîn jî tê ji cilên min
Ji xwe bêhna hezkirina te
Xwe li ser dilê min kiriye neqş
Û qet ji dilê min nare
Ey Azadî
Tu bi xwe zanî
Bê te jiyan tev girî ye
Hemû jî êş û zorî ye
Bê te jiyan koletî ye
Ey Azadî
Di nav dîwarên zilmê de
Dixwestin te bieciqandana
Ey Azadî
Dixwestin li du xwe bihêlin
Şevên sar û dirêj
Berf û baran mij û dûman
Ey Azadî
Kes bi qasî me
Xatirê te nizane
Û kes bi qasî me
Ji te heznake û bêriya te nekiriye
Ey Azadî
Ji ber ku tu ji
Dergûşa me hatiyî revandin
Ey Azadî
Mîna Roja Me.
-
Tîrêja Kurdî, ji alî rêziman û rastnivîsînê ve, di serrastkirina berheman de
azad e.
- Ji bilî nivîsên ku li ser navê Tîrêja Kurdî têne weşandin, her nivîskarek
berpirsê naveroka nivîsa xwe ye.