kurdi@tirej.net

2009-09-23

 

                 
 
 

 

 

 

 
 

 

Li Hewlêrê Mîhrîcana Cegerxwîn

 



27 Pûsper 2007

HEWLÊR - Mîhrîcana Cegerxwîn bi çalakiyên cur bi cur li Hewlêrê tê lidarxistin. Endamê Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Cegerxwîn Azad Dartaş ragihand ku Mîhrîcana Cegerxwîn îsal di 20’ê rezberê de dê pêk bê. Roja dîroka mîhrîcanê roja koçkirina dawî ya helbestkarê kurd Cegerxwîn e ku ew di roja 22’yê rezbera 1984’an çûbû ser dilovaniya xwe ye.

Mîhrîcana Cegerxwîn îsal li Hewlêrê di 20’ê rezberê de dê bê lidarxistin.

Di mîhrîcanê de dê çend lêkolîn û çalakiyên cur bi cur bên kirin. Hate ragihandin ku li ser hev ji bo mîhrîcanê 600 milyon dînar hatiye vederkirin.

PEYKEREK AMADE KIRINE

Endamê Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Cegerxwîn Azad Dartaş, destnîşan kir ku îhtîmal heye ku lêçûn zêdetir jî lê biçe. Dartaş, diyar kir ku mêvanên mîhrîcanê dê ji her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê bên. Beşeke mîhrîcanê dê taybet be, bi van lêkolînên ku ji bal komîsyoneke pisporan tên hilsengandin, piştî ku mîhrîcan bi dawî bû dê bibe pirtûk. Her wiha peykerekî Cegerxwîn ji bo mîhrîcanê ji aliyê peykersaz Hadî Ziyaeddîn ve tê amadekirin. Dartaş, diyar kir ku niha problemek wan a anîna peyker heye.

PIRTÛK TÊN BELAVKIRIN

Her wiha hate ragihandin ku fîlmekî dokumenter jî li ser jiyan û berhemên Cegerxwîn di mîhrîcanê de bê nîşandan. Pirtûkeke Cegerxwîn ya ji 700 rûpelî ku ji helbest û berhemên wî yên hilbijartî ku pêk tên, tê çapkirin û di dema mîhrîcanê de dê bê belavkirin. Hin pirtûkên din jî li weşanxaneyên bakurê Kurdistanê tên çapkirin û di mîhrîcanê de dê bên belavkirin.

KONSEREKE MEZIN

Dartaş, diyar kir ku di mîhrîcanê de dê konsereke sirûdên neteweyî jî ji bal wan hunermendan bê sazkirin ku helbestên Cegerxwîn kirine sirûd û stran. Bi vê mebestê jî Şivan Perwer, Gulistan, Şîrîn Perwer, Ciwan Haco û hin hunermendên din ji bo wê konserê hatine bangkirin. Tê ragihandin ku îhtîmal heye ku ew 600 milyon dînarên ku ji bo mîhrîcanê hatine vederkirin têrî nekin û ji hikûmetê daxwaza budçeyeke zêdetir bê kirin.

 

Çavkanî:

www.azadiyawelat.com

 

 

 

A  R  S  I  V.

ARŞÎIVA  2006ê.    ARŞÎVA MEHA 1 û 2  SALA 2007ê. ARŞÎVA MEHA 3 SALA 2007ê. ARŞÎVA MEHA 4  SALA 2007. ARŞÎVA MEHA 5ê SALA 2007.

- Tîrêja Kurdî, ji alî rêziman û rastnivîsînê ve, di serrastkirina berheman de azad e.
- Ji bilî nivîsên ku li ser navê Tîrêja Kurdî têne weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye.