|
 |
|
Ehmedê HUSEYNĪ |
Dara miriyan
Dîwarê di navbera hewşa me û hewşa cîranê me Mehmûdê
Bişar de, dîwarekî nizm û ji kelpîçên axê bû, li gorî
bejna zarokatiya me ya wê çaxê hatibû avakirin. Lê her
ku em mezin dibûn dîwar jî bi me re bilindtir û asêtir
dibû. Du darên tûyan, yek navê wê dara Evdê di hewşa me
de û yek jî bi navê Reşad di hewşa cîranê me de, bûn.
Evdê û Reşad, hemtemen, hemwane, hemdibistan û hemxewn
bûn.
Herdu bi hev re çûn sînemayê û bi hev re bi heman agirî
hatin biraştin, di goristana Amûdê de li tenişta hev
hatin veşartin û li ber serê her yekî ji wan dareke kajê
hate çandin.
Darên wan, li pey çûyîna wan, li cihên xwe man, darên
tûyê, tûyên sor, spî, zer, kesk, reş, tûyên di çêja
xweliyê de, di rengên mirinê de û di bejna bêrîkirina
dayikên wan de. Her wisa çîveçîva çûkên gizingê, bîna
qehweya tal a bavê min jî, di pey wan re, li cihên xwe
man.
- Bavê Hewas! Bîna goştê biraştî ji van daran tê! Di her
çequlekî de rûyê reşeqederekê, di rîş û qurmên van daran
de pêlên şînîgirî û deryaçeyên reşegirêdana dayikên Kela
Dimdimê dibînim ha! De vî barê giran ji ser dilê min
bavêje!
- Ew ne bîn e Şêxê min, ne jî qeder e, ew sîberên
miriyan in, baranên kenên wan in, rûbarên tinazî û
laqirdiyên wan in, şevbuhêrk û evînbaziyên wan in, dest
ji pêçana wê cigareyê berde, de ka em herin serdana Evdê
û Reşad, bawer im niha çavên wan li me digerin! Bavê
Hewas bersiva bavê min dida û dest bi pêçana cigareyekê
dikir.
Bavê min, dara tûyê ya ku bi navê birayê min Evdê bû, ji
hewşa me hil kir û ji qurm ve avêt.
Piştî çavên reş ên Evdikê min, bila dar li dinyayê
nemînin. Bila tû û sîber bimirin, bila çûkên berbiyaniyê
xwe bikujin.
Piştî 25 salan, niha jî em dê bi destê xwe dareke din ji
darên tûyê bişewitînin. Lê niha em qênc, jixwerazî,
çepgir û xwedêgiravî rewşenbîr û şagirdên zankoyê ne.
Diya min biryar daye ku dara tûyê ya ku li başûrê hewşê
ye, bişewitîne. Bahane jî ku, darên tûyê bêyom û li me
nayên.
- Îşê vê darê ji mirinê nîn e dayê!
- Hebe yan tune be, piştî çavên bavê we, lingên vê darê
li hewşê neman!
Niha, ji metbexê li dara pêşberî pencereyê dinêrim.
Bavê min û birayê min Evdê, Mehmûdê Bişar û kurê xwe
Reşad li bin siya darê rûniştîne, der barê şewata
mirovan û daran de dipeyivin.
Qehweya xwe ya tal vedixwim û cigareya xwe vêdixînim.
Dara li pêşberî min jî dest bi vegotina bîranînên
miriyên xwe dike.
Bîna goştê biraştî tê min…
|