|
 |
|
Taha
XELÎL |
Bîst Sal
www.azadiyawelat.com
Gelek sal derbas nebûne
Tenê bîst sal
Pencere ew Pencere ye
Zikak eynî Zikak e
Hîna ew dêlî pê ve hildikşe
Hîna dixwaze xwe bigihîne te
Gelek sal derbas nebûne
Tenê tava rojê rengê pencerê guhertiye
Tenê demsalan boyaga pencerê weşandiye
Gelek sal derbas nebûne
Tenê bîst sal
Ma bîst sal çi ne..?
Hîna tê bîra min ku berî bîst salan, me cil û bergên
dibistanê li xwe dikirin û di ber deriyê me re derbas
dibûn. Pora wê ya zer weke têlên ku mirov ji rojê bihûne
diavête pişt xwe û bi çend hevalên xwe re her roj derbas
dibû. Min ew nas nedikir, ne jî min dizanîbû kî ye, tenê
min dizanîbû ku berî ew têkevê cadeya me, bêhna wê
difûriya bi ser min de. Wekî ku sed kes ji min re bêjin:
Derkeve devê derî, waye hat û ez derdiketim. Û min didît
ku bi rastî waye tê... Ev hemû berî bêhtir ji bîst salan
bû, tu dibêjî qey îro ye... gelo min jê hez dikir?
Sal diçin wek xewnan, çi zû derbas dibin, lê dil di cihê
xwe de dimîne, bi tang û topan bihostekê jî ji cih naçe.
Dema min ew didît ez dilerizîm wekî darikê çilo li ber
av û ba, ew jî hinarkê rûyê wê dibûn du sêven çiyayê
xelatê û xwêdan bi wan diket, ma gelo wê ji min hez
dikir?
Berî bîst salan telefon li malên me tune bûn, wê demê
mala ku telefon tê de heba kê karîbû ku di ber deriyê
wan re here!
Wê demê kompîtur û înternet jî tune bûn, ne jî kesî
e-mail nas dikirin, me rûpel dinasîn, bi şevên zivistanê
li ber sobê me nameyên xwe dinîvisandin, ji por zer û
çav reşan re, lêêêê ka ew dilê ku bi cesaret be û karîba
ew name bigihanda xwediya wê?
Min nameyek ji bisktêla xwe re amade kir rojekê û min
biryar girt ku ez roja din bigihînim wê.
Dema li min bibû sibe û bêhna wê hate min, min rahişte
nameya xwe ez li devê derî li hêviya wê sekinîm, min dît
ku wek rojê ji dawiya cadê bi tenê dimeşe. Dema nêzîkî
min bû min name avêt erdê pêşiya wê, ez vegeriyam mal û
derî li dû xwe girt. Wê rojê min nizanî ma gelo porzerê
rahişte nameya min an na?
Ew name ji min re bibû sînorekî ji fedîbûnê, min bêhna
wê dikir û nema ez derdiketim devê derî ji fediya!
Sal çûn û hatin.. bêhtir ji sîst salan min ew keçik nema
dît, ne jî tu nûçe ji aliyê wê ve gihîştin destên min.
Berî çend hefteyan porzerê wêneyê min di kovarekê de
dîtibû, li cem dostekî min û jê re gotibû: "Ez vî mirovî
nas dikim, ji berî bîst salan û hîna nameyeke wî li cem
min e. Carcaran dema ez bêriya Qamişlê dikim ez wê
nameyê ji çentê xwe dertînim û ji xwe re dixwînim.
Zarokên min jî tim dipirsin: ‘yadê ev çi kaxez e her
demekê tu dixwînî?’ Welle ez nizanim ji wan re çi bêjim,
ew nameyan tenê wek e-mail nas dikin." Xwezîka ji mala
Mîrê Mirada re min zanîba ku min çi jê re nîvisandiye di
wê nameyê de... Berî bîst salan... ma bîst sal çi ne?
|