|
 |
|
Kamran Simo |
Dengbêjê deng
xweş
’’ de lê lê
aax de lo lo ‘’
siya evînê firandin
gulên xoşewîstiyê
di nav gezgezê de çandin
rondikên dayê
bi xwîna bavo
di gewriya biharê de fetisandin
xewn
bi dirihtêlan tirsandin
ez bûme benîştê
devê pîrên bêdiran
dûpişkê xwekuj
kurmê darê
se yê
bi dîwarê
dêr û mizgeftê ve mîzkirî
destmala yarê
xwînbirîna min vedixwe
leyîstoka zarokiyê dizîn
keftar çîrokbêje
berx destên gur dialisin
’’aax de lê lê
de lo lo ‘’
dîsa
melodiyên kevin?
melodiyeke din
bistêrêne dengbêj
melodiyeke
dengê xwînê jê nayê
bêje
stranekê bibêje
bila cuda be
ne di himbêza dayikê de
mirina zarokan
ne serpêhatiyên feriştên kenok
ne ’cinê di misîn’ de be
ne jî çav
li hêviya qoşxana qul be
stranekê bibêje
‘’ne lo lo
ne jî lê lê’’ be
bila
bayê stêra berbangê
bêhna evînê werên
ne derew
ne jî rast be
bi awirên xeyala min azad be
di rastiya jînê de dîl be
dengbêjê deng xweş
straneke wisa
ji min re bêje!
5.11.2005
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|

www.rojava.net


www.semakurd.net
-
Tîrêja Kurdî, ji alî rêziman û rastnivîsînê ve, di serrastkirina berheman de
azad e.
- Ji bilî nivîsên ku li ser navê Tîrêja Kurdî têne weşandin, her nivîskarek
berpirsê naveroka nivîsa xwe ye.
|
|