2009-09-23
 

 

 

 

Xizan Şîlan

 

 

 

JI EYŞE ŞANÊ RE

 


De bêje
lawik dilo lawik dilo
sergêjo
keserkêşo
dil bi kulo
di navbera
çar sînoran de
dîsa feryad û fîxanî
lo bilbilo
bi awaza strana te
ya şîrîn û narîn
ji kaniya çavên min
rondikên xeman dibarîn
bi dengê te
ya zelal û delal
vexwerina meyê
li min dibe helal
ez xweş dibim
coş dibim
mest dibim
tu
Eyşena çavbelek
dev bi huner î
tu
kurdeke zarxweş
welatperwer î
te
ji Cîhana derewîn
bar kir
ber bi rêwitiya nemirî
bi derd û kul û kederî
tu xanimeke
bi qedr û qîmet î
te li paş xwe hişt
jiyana bi zehmetî
û çûyî rehmetî
em
te ji bîr nakin
lê lê esmerê
Dilberê
tu evîna dilê kurdan î
li her derê



 

2004-11-18
Stockholm




 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


 

 

A  R  S  I  V

kurdi@tirej.ne

ARŞÎIVA

2006ê. 

   ARŞÎVA

MEHA 1 û 2, SALA 2007ê

ARŞÎVA

MEHA 3, SALA 2007ê

ARŞÎVA MEHA 4, SALA 2007

ARSHÎVA MEHA 5ê SALA 2007

 

BEŞÊ EREBÎ

 

 

www.rojava.net

 

 

 

- Tîrêja Kurdî, ji alî rêziman û rastnivîsînê ve, di serrastkirina berheman de azad e.
- Ji bilî nivîsên ku li ser navê Tîrêja Kurdî têne weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye.

 

www.semakurd.net