2009-09-23
 

 

 

 

Sîyamed Sîpan

 

Bajarê Xeyidî

Piştî lehîyên
Kû li hemberî hêvîyên min rabû
Ji neçarîya bawerîya xwe
Li welatên biyanî
bûm penaberê hestên xwe
bûm biyanîbûyê bîranînên xwe

Niha jî mêvanê bajarê hesretîyê me
Bajarê daxwazîyên nivjo mayî
Şahrê kû hest dîlê bawerîyê ye

Ev çi bajare,
kû mohra biyanîbûnê li enîya min dixe
û dikare dest bavêje hestên min?

Ev çi bajare,
kû hezkirin lê veşartîye
û dijminahî bi Daxwazên min re tê kirin?

Niha bi tenê û vala
Li kuçeyên bîranînên li ber mirinê digerim

Mîna bayê çep-rast difirim
Bi ser xewnên tenê hiştî de
Kuçe kuçe li dû amûrên wêneyê xwe yi
Veşartî digerim

Şahrê tevlihevîyê ye ev welat
Welatê agirê vemirî
Jîyan li dû xeletîyên xwe digere
Li vî bajarê mal xirabîyê

De îja bajar ne tuu bajare
Îja hesretîya wî ji tu be
Bajar dikeve xefka xeydokî
Bê dawî



25.02.2007 Ludwigshafen am Rhein, Elmanya





 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


 

 

A  R  S  I  V

kurdi@tirej.ne

ARŞÎIVA

2006ê. 

   ARŞÎVA

MEHA 1 û 2, SALA 2007ê

ARŞÎVA

MEHA 3, SALA 2007ê

ARŞÎVA MEHA 4, SALA 2007

ARSHÎVA MEHA 5ê SALA 2007

 

BEŞÊ EREBÎ

 

 

www.rojava.net

 

 

 

- Tîrêja Kurdî, ji alî rêziman û rastnivîsînê ve, di serrastkirina berheman de azad e.
- Ji bilî nivîsên ku li ser navê Tîrêja Kurdî têne weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye.

 

www.semakurd.net