|
22 Xezîran 2007
www.azadiyawelat.com
---------------------------
Berî
du rojan (helbestkar) Seydayê Keleş
çû ser dilovaniya xwe, ev mirov weke
helbestkar dihate nasîn, û çend
pirtûk ji berhemên wî hatine
weşandin.
Seydayê Keleş yek ji wan kesan e ku
di ber karê helbestê de, karê siyasî
dikir û endamê buroya siyasî ya
partiyekê bû ji partiyên kurdan li
Qamişlê.
Seydayê min tim xwe wekî cîgirê
Cegerxwîn didît û dixwest ku wiha lê
binêrin tim digot: Ez di bin bandora
Cegerxwîn de mame. Birastî Seydayê
me gelekî nedihat naskirin weke
Cegerxwîn, lê camêr wî jî di
helbestên xwe de tim dikir qîr û
hewar û gazî gel û milet dikir ku
rabin ser xwe û (serê dijmin
biperçiqînin).
Ew di helbesteke xwe de wiha dibêje:
"Bixwînim bistînim / van neyaran
bişkînim / Vê xwînê dirjînim / van
neyaran dertînim / Gurmînim şingînim
/ ez ê dijmin derxînim / Qorînim
borînim / xwîna wana dirjînim.." (
ji dîwana 3’yemîn, Derdê Millet )
Helbestên seyda hemû bi vî rengî
hatine nîvisandin û wî tim behsa
xwîn û kuştin, perçiqandin, rijandin,
şikandin û gurmînê kiriye di
helbestên xwe de. Û dema ku tu bi
seyda re biketa gotûbêjekê ew dibêje
divê em bi şîdet û karê çekdarî doza
welatan nekin, divê em bi (haştî û
aştî) Kurdistanê ji dijminan rizgar
bikin. Jixwe rehmetî bi sedan caran
qirik li min ziwa dikir dema min
behsa xebata çekdarî li Bakur jê re
dikir. (ez û wî çend salan cîran bûn)
Niha Seyda çû ser dilovaniya xwe û
navek li dû xwe hişt, çi mezin çi
biçûk, pirs ne ev e, pirs îro dîsa
ew e: Ma gelo ev tiştên ku Seydayê
Keleş dinîvisandin û dikirin pirtûk,
ev helbest in an na?
Di baweriya min de dema ku em wek
van gotinan bikin helbest, divê em
bizanibin ku miletê kurd hemû
helbestkar in ji ber ku hemû dibêjin:
Dijmin me dikujî û em ê serên wan
biperçiqînin. Lê hin dawiya gotinên
xwe li hev naynin, hin hene dibêjin
ev helbest dikevin bin navê wêjeya
klasîk de, dîsa jî ez dibêjim ku
klasîk wiha be, ê wele me Viktor
Hugo û Hemangway û ên din di bin
toza klasîkên kurdî de hişti ne. Û
cîhana wêjeyê neheqiyeke mezin li me
dike, dema van klasîkên me
wernagerînin zimanên xwe da ku zarok
û zêçiyên wan ji me fêr bibin!
Sedî sed dilê Seydayê Keleş bi ser
gelê wî ve bû û ji Kurdistanê hez
dikir û jiyana xwe hemû kiribû bin
xizmeta welatê xwe de. Lê ev hemû
nayê wê wateyê ku Seydayê Keleş
helbest dinîvisandin, lê ku helbesta
kurdî ne wek helbestên hemû dinyayê
be ev tiştekî din e. Û seydayê me jî
dibe ku mezintirîn helbestkar û
nivîskar be, çima na? Ma qey ji
bêrîka bavê min tiştek diçe?
Sed rehmet li Seydayê Keleş be û em
bi hêvî ne ku ew kul û hesretên wî
ku dikirin pirtûk tev bi cih bên û
bibin rastiyek li Kurdistana me.
Û ez jî ji karê aştiyê gelekî hez
dikim, lê di helbestên xwe de jî ez
wiha dibêjim. Dibe ku niha hinek ava
serê min û helbestên min jî
dikelînin û dibêjin: Ev çi dibêje?
Ma hemû milet nizane ku ji helbestên
Seyda re çepik didan?
|