|
|

 |
|
AZADIYA WELAT |
|
XELATÊN ROJNAMEGERIYA KURDÎ
YÊN AZADIYA WELAT
|
Em wekî rojnameya Azadiya Welat ku li ser kevneşopiya
rojnameyên heftane Welat û
Welatê Me dest bi weşanê kir, dixwazin kevneşopiyekê
bidin destpêkirin. Bi vê
munasebetê em ê di salvegera rojanebûna Azadiya Welat
de, Pêşbaziya Xelatên
Rojnamegeriya Kurdî yên Azadiya Welat bidin destpêkirin.
Vê hilkeftinê armanca me ew
e ku asta rojnamegeriya kurdî bilindtir bikin û
weşangeriya kurdî xurtir bikin. Ji
bo vê yekê em deriyê pêşbaziya xwe ji rojnamegerên
herçar parçeyên welat, Ewropa û
ji hemû kurdan re vedikin.
Şertên tevlibûna pêşbaziyê
1. Nûçeyên ku tevli pêşbaziyê dibin divê bi zimanê kurdî
bin (Kirmancî, Soranî,
Zazakî û zarawayên din ên kurdî) di rojname an jî
malpereke nûçeyan de hatibin
weşandin. (Ev şert ji bo wêneyan derbas nabe)
2. Pêşbazî ji hemû rojname, malperên nûçeyan û
nûçegihanên serbixwe yên li hemû
parçeyên welat û derveyî welat re vekiriye.
3. Xwediyên nûçeyan dikarin li ser navê xwe an jî bi
navê saziya ragihandinê ya ku
tê de dixebitin tevli pêşbaziyê bibin.
4. Xelat di du beşên wekî; NÛÇEYA HERÎ BAŞ û WÊNEYÊ HERÎ
BAŞ ên di çapemeniya kurdî
de hatine belavkirin de tên dayîn.
5. Her kesê ku tevli pêşbaziyê bibe hêrî zêde dikare bi
nûçeyekê û wêneyekê tevli
pêşbaziyê bibe.
6. Kesên ku tevli pêşbaziyê dibin divê li gel berhemên
xwe kurtejiyana xwe û der
barê xebata xwe de agahiyek kurt bişînin.
7. Beşdarên di qada nûçeyan de tevli pêşbaziyê dibin,
dikarin bi riya email an jî
postê berhemên xwe bi şêwayekî ku îspat dike di kîjan
weşanê de hatiye weşandin,
bişînin ber destê Desteya Hilbijêr (Jûrî).
8. Kesên ku bi wêneyan tevli pêşbaziyê dibin divê li
pişt berhemên xwe (poste) an
ligel wan (email) nav, dîrok, seat û cihê lê hatiye
kişandin binivîsin.
9. Divê behrem di navbera 15’ê Hezîran û 1’ê Tebaxa
2007’an de bigihijin ber destê
Desteya Hilbijêr.
10. Xebatkarên Azadiya Welat nikarin tevli pêşbaziyê
bibin.
11. Berhemên ku ji bo pêşbirkê bêne şandin divê piştî
15’ê tebaxa 2006’an hatibin
weşandin.
12. Berhemên pêşbirkê wê careke din neyên îadekirin û
heke Azadiya Welat bixwaze,
dikare wan berheman biweşîne.
13. Ji bilî van xelatan, xelatên teşwîqkirinê yên ji bo
‘Geşkirina Zimanê Kurdî’ jî
bidin hin şexsiyet û saziyan. Ev
xelat dê ji aliyê rêveberiya Azadiya Welat ve bê
kifşkirin. Xelatên kesên serkeftî
dê li Amedê di 19’ê tebaxa 2007’an de, bi merasîmekî bê
dayîn
14. Kesên tevli pêşbirkê dibin, hewce ye tevî berhemên
xwe, du wêneyên (resim/sûret)
xwe jî bişînin.
Navnîşana postayê: Gevran Cad. Zafer Apt.Kat:4 No: 9/A
OFÎS DİYARBAKIR.
Navnîşana emaîlê: awelat@hotmail.com
Têbinî: Desteya Hilbijêr (jûrî) dê piştre bê aşkerakirin...
|