|

Dadgehê li helbesta kurdî ceza birî
13 Tîrmeh 2007
Azadiya welat
AMED - Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ya 3’yemîn, li
helbestvan û qunciknivîskarê rojnameya me Azadiya Welat
Omer Dilsoz, ji ber helbesteke bi kurdî ceza kir. Omer
Dilsoz ku helbesta bi navê ‘Jivanî’ di 3’ê îlona sala
2003’an de, li stadyûma Colemêrgê li pêşberî 3 hezar
kesî xwend, 4 sal in dihat darizandin.
Tişta herî balkêş ew e ku di helbestê de qet behsa
rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan û gerîlayên HPG’ê nehatiye
kirin, lê bi hinceta ku pesnê gerîla û Ocalan hatiye
dayîn, Dilsoz hate cezakirin.
SALEK DÊ KONTROL BIKIN
Dadgehê li gorî xala 215’an a bi hejmara 5237 ya TCK’ê
mehek cezayê girtîgehê li Dilsoz birî. Dadgehê rewşa baş
a Omer Dilsoz ku di dadgehê de nîşan da li ber çavan
girt û ceza daxist 25 rojan. Di biryara cezayê de tê
destnîşankirin ji ber ku dadgehê bawerî bi Dilsoz aniye
ku dê careke din sûc neke, cezayê Dilsoz taloq kir. Her
wiha dadgehê biryar da ku Omer Dilsoz salekê di bin
kontrola dadgehê de bimîne. Heke ku Dilsoz di nava
salekê de ‘sûcekî’ din bike, dê înfaza ku hatiye
taloqkirin jî bi cezayê ku bixwe re razê.
‘FÊM NAKIN CEZA DIDIN’
Li gorî dadgehê Omer Dilsoz di helbesta xwe de ev hevok
bi kar anîne: "Hesreta Ocalan di dilê me hemûyan de ye,
min ji bo aştiya cîhanê ji we re silav anî. Rêbertiya wî
ji me re xweş tê. Em ji bo wî têr ranezan, nekeniyan,
rêbertiya wî ji bo me kêfxweşiyeke mezin e. Me şikêr
vedan, çiya kirin bihûşt û em li çiyan bi cih bûn." Lê
di helbesta Omer Dilsoz de, qet navê Ocalan derbas nabe.
Tercûme xelet hatiye kirin.
HELBEST HATE CEZAKIRIN
Omer cezayê ku lê hatiye birîn wekî ku helbest û zimanê
kurdî hatibe cezakirin bi nav kir û xwest ku dadgehên li
Tirkiyeyê êdî tehamûlê zimanê kurdî bikin. Dilsoz, der
barê mijarê de wiha axivî: "Li gorî min, nêzîktêdayîneke
durû li hember kurdî heye. Dibêjin erê bi kurdî biaxive
lê pê emel neke, heke pê binivîsî û biweşînî belkî deng
nekin, lê dibêjin belav neke, bila di rûnê xwe de biqele,
îzole û veder bibe, bila nav hebe lê dengê wê tunebe,
dibêjin, erê, te helbest nivîsand ne xem e binivîse lê
wê helbestê li pêş girseyê nexwîne, wê demê dibe sûc. Ev
ceza bi çi hincetê hatibe dayîn jî bi ya min kurdî
hatiye cezakirin, kurdiya ku ji formasyona wan derketî
hatiye cezakirin."
EYNÎ HELBEST WEŞAND
Omer Dilsoz ku heta niha 2 romanên kurdî nivîsîne, bi
dîwana helbestan a bi navê "Bila Gotineke Min û Te jî
Hebe" derkete pêşberî xwendevanên xwe. Heman helbesta bi
navê "Jivanî" ku bû sedema cezakirina Dilsoz, di vê
pirtûkê de hate weşandin. Dilsoz, der barê vê nakokiyê
de, ev tişt gotin: "Eynî helbest di dîwana min de hate
weşandin. Lê ji bo wê deng nekirin. Çima, ji ber ku bi
ya wan, ew di rûpelên pirtûkê de bêtesîr e, jixwe kesên
ku dixwînin tunene, kartêkeriyê nake lê gava eynî
helbest li pêşberî bi hezaran kesî hate xwendin vê carê
jî dibe ‘pesindana sûc û sûcdar’ xasma tu pêwendî û
eleqe pê nîn e."
DEWLET CELAD DIKE
Helbestvan Omer Dilsoz, bal kişand ku li hemû derên
cîhanê nivîskar û helbestvan têne xelatkirin lê li
Tirkiyeyê rastî ceza û gefxwarinê tên. Dilsoz, xwest ku
Tirkiye êdî destê xwe ji pêsîra rewşenbîran berde û wiha
dawî li axaftina xwe anî: "Ez vî cezayî wekî bêsiûdiya
hiqûqê, cotstandardiyê dibînim. Ev ceza li şiîra
kurmancî hatiye birîn. Bi ya min, divê dewletek ji
şiîrekê netirse, milet şairên xwe xelat dike, lê ev
dewlet celat dike. Ma çi anîn serê Nazim Hîkmet, Necîp
Fazil Kisakurek û hwd. Vê bihêlin, Orhan Pamukî xelata
nobelê girtiye divê bihata xelatkirin lê bi dilxweşî
newêre li welatê xwe bijî. Ka ev tirsa ji fikr û pênûsê
dê vî welatî ber bi kîjan kendalan ve bibe."
JIVANÎ
bi hêviya jivanê;
li welatekî azad,
me berê xwe da çiyan
em bûne agir,
bûne ax,
bûne hewa,
bûne av
û me 'jiyan' ava kir.
em bûne dilop,
niqut bi niqut herikîn;
bi hedareke bêwest,
me nexwar,
venexwar;
têr nenivistîn,
nekenîn,
bi zikekî têr,
bi dehan rojan mane birsî
da ku sibe xweş bibin
li vî welatî...
bi jivana warekî ava,
cîhaneke têr evîn,
welatekî azad,
jiyaneke birûmet;
me bend şikandin
demsal rakirin,
hevseng guhartin,
kozik kolan li şikêran,
çiya kirin bihuşt
û lê bi cih bûn.
bi jivana wê rojê,
ew roja ku bihar dê vejî
em li ser piyan,
her hişyar in...
ji ber ku wê rojê,
li vî welatî dê şên û şeng
be;
dê geş bibin hemû kulîlk,
bifûrin hemû rûbar,
bikenin hemû însan...
û
dê roj were hinda me;
tîrêj bide
û geş bike welatê me.
Beşek ji helbesta Omer Dilsoz ku bûye sedema cezagirtinê
ev e:
|