2009-09-23
 

 

 

 

kovan sindî

 

Carekê bifermo

Carekê bifermo ji dilê me yê deriya were virde
Da peyvan vekêşîn rastiyê ji direwan bikîn çerde

Bi salane dibêjîn we name ji yesna ji gatên pende
Serî li me dihejînî bi nezanî vêra bi me dikî xende

Me dikî kaferê aterperest ji Magûş dikî Mecûs
Nê tu nizanî Magûş çiye zimanê xwe dikî gende

Van gotinan ji me ra dibêjî ji bedbextî ji boxtan
Pir dûrin ji ohlê me î pîroz ji asmanî heta erde

Bi sedan peyvên şirîn te ji zimanê me veresandin
Di pîroz pertûka xwe da ji me ra dikî perwende

Her ronê meye ji dîza xwe bi serê me da vedirêjî
Xwe vêra dibî asman xelkê li jêr dikî bende

Tû bixwe jî dizanê mîtalê te ji gewher çi qelpîne
Ji zêrê me bu zerbav her li ber xora me kir zerde

Eger bizanî çi peyamîn çi ji regez çi kevnarîn
Yê xwe bi peyamê dikî peyamber bixwe Kurde

Bi salan li biyabanê barê hêştira te bu pûşperde
Te î roj pir kir ji kevine samanga me ya Zende

Her tîra me bu ku verestî ji baskên kivanê Madan
We li sîngê me vegerand bi Enfalan bi van derde

Yê bizanît çi di nalîn li payê Zotarekî pîr î bende
Nezan ba serî ji te ra dane heta gora xwe ya gerde

Tu xwe dikî yaqut pêş aferîneş taca seran ji Adem
Lê te dibînim çi fûsûngerî çi cadûyî di bin perde

Afsaneyên pax ji dergûş ji resenê çînûdê çende
Hemî wergerandin zimanê xwe jêra bune perwerde

Eger Kurd î ku divêtin xwe bibînî wer da biçîn Laleş
Eger nayê, wê ji hêştrê ra her bimînî xerbende.


______________________________________________








 




 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


 

 

A  R  S  I  V

kurdi@tirej.ne

ARŞÎIVA

2006ê. 

   ARŞÎVA

MEHA 1 û 2, SALA 2007ê

ARŞÎVA

MEHA 3, SALA 2007ê

ARŞÎVA MEHA 4, SALA 2007

ARSHÎVA MEHA 5ê SALA 2007

 

BEŞÊ EREBÎ

 

 

www.rojava.net

 

 

 

- Tîrêja Kurdî, ji alî rêziman û rastnivîsînê ve, di serrastkirina berheman de azad e.
- Ji bilî nivîsên ku li ser navê Tîrêja Kurdî têne weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye.

 

www.semakurd.net