2009-09-23

 

 

HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

DEMA ECELÊ BIZNÊ TÊ, DIÇE NANÊ ŞIVÊN DIXWE

Li Tirkiyê –bi taybetî li eniya artêşê- pêkhatina bûyerên balkêş didome. Serokartêş Buyukanit wekî bizna ecelê wê were ji qasî hatiye ser artêşê aliyek nema ku negirt hemberî xwe û êrîş nebir ser. Hîn ji bûyerên Şemzînanê ve dijayetiya wî ya li hemberî aliyê kurd eşkere bibû. Pişt re di navbera wî û hukûmetê de kevandeyek vebû û bi hatina pêvajoya hilbijartinan re kûrtir dibe. Niha jî dixwaze dest biavêje gel. Di dil xwe de bi banga ji gel re ya ‘li hemberî PKKê rabin bimeşin’, hewl dide ku raya giştî bigre aliyê xwe; lê xetariyeke vê jî heye!

Tê zanîn ku gel wekî lehiyekê ye ku carekê pêl hatinê qasî tu berê wê bidî cihekî, ew bi xwe jî dikare nivîna xwe biguhere û berê xwe vegerîne ser te. Serokartêş dixwaze gel ber bi hestên nijadperestî ve biajo. Ji niha ve raya giştî ya Tirkiyê bû du bend. Bendek dibêje; ‘Emê destekê bidin!’, bendek jî dibêje; ‘Ev bang ji ku derket, ne baş e!’

Yên dibêjin; ‘Ne baş e!’ bê guman xetariya rakirina gel a li ser lingan dizanin û wiha dibêjin. Gelê Tirkiyê her çiqasî xwediyê çandeke dewletvanî be jî, divê neyê jibîrkirin ku bi salan e –herî kêm ji salên 1960î û vir ve- xebatek û têkoşîneke şoreşgerî jî di navê de tê meşandin. Salên berya 12ê Îlonê bînin ber çav. Li kolanên Stenbolê, Izmîrê, Enqerê û gelek derên din bi deh hezaran gel dadiketin kolanan û dirûşmeyên şoreşgerî yên daxwaza azadî û demokrasiyê diqêriyan.

Ev gel bi zordariya artêşa tirk ev bîst û pênc sal in hatiye dewisandin. Zagona bingehîn a 12ê Îlonê wekî şûrê Demokles li ser serê gel tê hejandin. Bi hezaran ji gel di zindanan de hatin rizandin. Gelek pêwîst man derkevin derve. Partiyên siyasî yên bi navê çepgiriyê tevdigeriyan –wekî Partiya Gel a Komarê- di kesayeta Baykal de bi faşîzmê re xwe kirin yek. Gel vê xiyanetê dibîne; ne xeşîm e!

Di van 25 salên Cûntaya 12ê Îlonê de gel çiqasî dengê xwe dernexistibe jî, her kul û keserên xwe avêtine hinava dilê xwe û tije bûye. Pirsgirêkên aborî, pirsgirêkên bêkarî, pirsgirêkên tenduristî û hwd. pirsgirêkên bi salan e nayên çareserkirin û her bi geflêxwarina ‘terorîzm, parçebûn, têkçûn’ ê bi gel tên daqurtandin, êdî heta qirikê gel tije kiriye û hindik maye di dev re biavêje. Diyar e bi vê banga serokartêşê Tirk, wê kul û keserên gel êdî di dev û difnê re bipijiqe!

Gel niha ji bo pêwîstiyên xwe yên aborî, tenduristî, bêkarî û civakî nikare dakeve kolanan; him zagon tam rê nadin, him jî dema dadikevin bi polîsan êrîşî ser wan dikin. Lê niha ew bang li gel dikin ku dakevin kolanan. Wê girseyên derûdorên nijadperest û yên naşî daxînin kolanan, alên tirk bidin dest wana û li dijî PKKê, li dijî aliyê kurd bidin qêrdayîn! Encam???

Wê gel fêrî kolanan bibe. Di nava gel de ew tirsa daketina kolanan wê ji holê rabe. Ev mafê ku dewlet ji gelê alîgirê xwe re dinase, wê gelê dijberê dewletê jî bixwaze jê sûd bigre. Dema dewlet bi ser aliyekî ve biçe û aliyê din destek bike, wê rê li ber parçebûna gel veke. Gel bi xwe wê bibe du bend. Li Tirkiyê tovên dubendiya di nava gel de heye û heta niha ji gelek sedeman rewa(nêm) nedîtiye, êdî wê rewa û tavê jî bibîne û şîn were. Ger wê refên xwe cuda û diyar bike. Dibe ku ev heta pevçûneke navxweyî ya di navbera dewletxwaz û dijdewletiyan de biçe. Te dît ku piştî demekê bi milyonan kesên alîgirên dewletê daketin kolanan û li hemberî wana bi milyonan kesên li dijî dewletê rawestiyan û li kolanan lehiyên xwînê herikîn! Êdî wê demê li ber van lehiyan dikare dewlet jî biçe, serokartêş jî biçe, xetên wan ên sor jî biçin!

Serokartêşê tirk rojane dihizire û di dil xwe de dixwaze van şeş mehên îsal bi dest bixe. Qasî nîv milyon leşkerên xwe bi hemû teknîka kujêrî daxistin ser xakên ku wekî qada şer a qedexe beyan kirin. Şirnex, Colemêrg, Sêrt kirin qada şer a qedexekirî. Wateya qedexekirinê çi ye???


 

Wê li ser vê xakê pêkanîn û operasyonên derveyî zagonî li dar bixin. Wê zorê bidin gel ku bibin cerdewan. Ên nepejirînin wê bigrin, lê bidin û bikujin û kiryarên xwe veşêrin. Wê nehêlin çapemenî bikeve vê derê. Li gorî xwe, ev cih û warên kurdinî, bi darê zorê û bi geflêxwarina teknîka kujêr wê vegerînin ser tirkitiyê.

Lê têkoşîna gelê kurd ne tenê li van her sê bajaran e; li tevahiya Kurdistanê agirê azadiyê geş bûye. Çekdarên kurd li ser her buhist xaka welêt di nava liv, tevger û çalakiyan de ne. Di van şeş mehan de dibe ku artêşa tirk qadên leşkerî yên qedexe ji bo Dêrsim, Çewlîk û cihên din jî beyan bike. Ji bo vê ji niha ve ji gel re dibêje, ‘Rabin ser lingan û min destek bikin!’

Wê çima te destek bikin? Qey tu tiştekî baş dikî? Tu bi qedera gel dileyizî! Tu gel li hemberî hev radikî! Tu dijberî û dijminatiyê dixî nava gel û gel li hev sor dikî! Ger hişê gel li serî be, bi pey te de nayê û berûvajî wê dostaniya xwe ya bi aliyê kurd re xurtir bike û li dijî te û kiryarên te dakeve kolanan.

Di vir de weynê mezin dikeve ser milê rewşenbîr, demokrat û welatparêzên Tirkiyê. Divê raya xwe ya giştî hişyar bikin ku neyên vê leyistoka serokartêşê tirk. Daketina kolanan ne ji bo dijberiya aliyê kurd, divê ji bo lêgerîna mafên xwe yên bingehîn pêk bînin. Di daketina kolanan de ne banga gurkirina şer, divê banga bidawîanîna şer bikin. Artêşa tirk bila xwe ji ser sînorê Başûr û ji tevahiya Bakur vekişîne, biçe qijleyên xwe; wê demê li Kurdistanê yek gule nateqe, yek leşker namire. Dibêjin ku ‘Her gun şehîd haberî gelîyor, yuregimiz yaniyor!’

Ê te nîv milyon leşker daxistiye ser buhistik erda kurdan, bi sedan tanq, top û çek kom kiriye wir, her roj bi firoke û helîkopterên kujêr dikevî pey gerîlayên azadiyê ku tu yekî bibînî, deh hezar leşkerî rêdikî ser û dema kuştî bikeve destê te jî tu bi kîndarî guleyan berdidî laşê wî/wê… pişt re tu dibêjî, ‘ji min re her roj cenaze tên’! sedema hatina cenazeyan ev hewildan û helwestên artêşa tirk bi xwe ye. Ka leşkerên xwe û teknîka kujêr ji Kurdistanê vekişîne, tê bibînî ku yek leşker êdî nayê kuştin. Na, ku tu bikujî her tişt ji te re maf e, lê ku ji te were kuştin terorîzm e! Ev çi zîhniyet e, ev çi dadmendî û pîvan e???

Serokartêş û hemû rayedarên Tirkiyê êdî divê dev ji vê zîhniyeta kujêr berdin. Destê kurdan ê aştî û biratî bigrin wê xwîn êdî nerije. Na ku dijayetiya kurdan bikin, divê encamên wê jî bidin ber çav. Çîareserî ne ew e ku li Kurdistanê herêmên awarte yên şer yên qedexe beyan bikin. Demekê li tevahiya Kurdistanê rewşa awarte hebû ka çi bidest xistin? Tenê ji bo qirkirin û îşkenceyan veşêrin û qaçaxvaniya polîs û leşker li ser sînor dikin bikaribin rehetir bikin ev qad qedexe kirine, ne ji bo selameta wê. Divê gel, raya giştî tev li hemberî vê yekê hişyar bin. Ger sibe bi sedan gundî ji aliyê artêşa tirk ve li vê herêmê were kuştin, bila kes şaş nemîne. Ji xwe çapemeniya tirk wekî her dem berdevkiya artêşê dike. Ti xêr ji wê nayê. Lê welatparêz, rewşenbîr, demokrat û mirovhez tev divê xwe bikin mertalên zindî û werin van her sê herêman, li vê derê dakevin kolanan û banga aştî û bidawîkirina şer bikin. Erk di vê demê de ev e: artêşa tirk divê vegere qijleyên xwe û bi aliyê kurd re ji bo aştiyê dest bi hevdîtinan bikin. Derveyî vê her gava were avêtin wê Tirkiyê ber bi şerekî navxweyî û bi cînarên xwe re ber bi şerekî herêmî ve bibe, hemû av niha ber bi wî alî ve diherikin. Ger Tirkiyê ji ser a xwe danekeve çi bi serê bizina nanê şivên xwariye hatibe, wê bi serê wê jî were!

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


 

 

A  R  S  I  V

kurdi@tirej.ne

ARŞÎIVA

2006ê. 

   ARŞÎVA

MEHA 1 û 2, SALA 2007ê

ARŞÎVA

MEHA 3, SALA 2007ê

ARŞÎVA MEHA 4, SALA 2007

ARSHÎVA MEHA 5ê SALA 2007

 

BEŞÊ EREBÎ

 

 

www.rojava.net

www.semakurd.net

 

 

 

 

 

 

- Tîrêja Kurdî, ji alî rêziman û rastnivîsînê ve, di serrastkirina berheman de azad e.
- Ji bilî nivîsên ku li ser navê Tîrêja Kurdî têne weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye.