kurdi@tirej.net

2009-09-23

 

                 
 
 

 

 

 

 
 

 

Gotinên dawî yên Dogan: BI REHMA XANÎ WEKÎ TAJDÎN LI BER XWE BIDIN
 


25 Pûsper 2007


BAZID - Parlamenterê berê yê DEP'ê Orhan Dogan ku pêr êvarê li Bazîdê krîza dil derbas kiribû û piştî rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê, ji wir jî sewqî Nexweşxaneya Lêkolînê ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê hate îdiakirin ku mirina mejî ya Dogan pêk hatiye. Dogan di axaftina xwe ya beriya bikeve de daxuyaniyên girîng dan.

Nivîskarê me Hemîd Dilbahar got dema Dogan ketiye wî ew hembêz kiriye û gotina wî ya dawî bû; ‘Dayê dayê…”

‘KURDISTAN BI TE SERBILIND E’

Nivîskarê me Hemîd Dilbahar ku li sahneyê li cem Orhan Dogan bû diyar kir ku girseyê eleqe û coşeke mezin nîşanî derketina Orhan Dogan a ser sahneyê da. Dilbahar wiha got: “Beriya ku bê ser sahneyê li cihê xwe ranediwestiya û pir bi heyecan bû. Orhan Dogan dest bi axaftina xwe kir û gel bi yek awazê digot ‘Kurdistan bi te serbilind e’. Dogan gelek caran radiwestiya û li sloganên girseyê guhdarî dikir. Her wiha li nava çavên min dinihêrî.”

‘LÊBORÎNA XWE DIXWAZIM’

Piştî slogana ‘Kurdistan bi te serbilind e’ Dogan bi gotina 'min tiştekî serbilindîyê nekiriye yên serbilind hûn in û we em afirandine’ bersiv da girseya ku ji dehzeran kesî pêk dihat . Dogan wiha got: “Heke di vê têkoşînê qet gunehên min nebin jî, dîsa ez lêborîna xwe dixwazim. Ji bo ku heta niha me aştî serdest nekiriye û dorhêleke aram ji we re ne ava kiriye, ez we lêborînê dixwazim. Hûn nebin ma em kî ne.”


HÛN KÎ NE? ‘EM KURD IN’

Dogan di axaftina xwe de li ser girîngiya nasnameya kurd sekinî û ji gel pirsa; ‘Hûn kî ne?’ kir. Li ser vê pirsê bi deh hezaran kesî bi yek dengî got; ‘Em kurd in’. Li ser vê yekê Dogan wiha got: “We ji berê de gotibû em kurd in. Nasnameya kurd û çanda wan nemir e.”

‘BI REHMA XANÎ LI CÎHANÊ BINÊRIN’


Dogan bi taybetî jî li ser girîngiya dîroka kurdan rawestiya û wiha got: “ Hûn neviyên Ehmedê Xanî ne. Lewra ez dizanim ku hûn dê bi rehm û edelata Ehmedê Xanî li cîhanê mêze bikin. Weke Tajdîn ji bo qenciyê li dijî xerabiyê li ber xwe bidin.


‘DÊ BAŞTIR WE TEMSÎL BIKIN’


Orhan Dogan di axaftina xwe de li ser hilbijartinan jî sekinî û yek bi yek navên serokwezîrên tirk gotin û behsa kirinên wan ên li dijî gelê kurd kirin. Dogan wiha pê de çû: “Ez bawer dikim ku dê bi dehan hevalên me wekî parlementer biçin meclisê û we ji me baştir temsîl bikin. Ez bi yekê bawerim.“


MIRINA MEJÎ PÊK HAT


Ji bo Orhan Dogan ku tedawî ya wî li Beşa Kardiyolojiyê ya Nexweşxaneya Lêkolînê ya Wanê didome, gelek kesên ku di nava wan de Leyla Zana, namzetên 'Hezar Hêvî' yên Colemêrg û Agirî, xebatkarên rojnameya Agosê jî hene, hatin nexweşxaneyê. Her wiha Serokê Rêxistina DTP'ê ya Bajarê Wanê Abdurrahman Dogar, Şaredara Sixkê Gulcîhan Şîmşek, namzetên 'Hezar Hêvî' yên Wanê Saîm Kartal, Fatma Kurtulan, Ozdal Uçer û gelek welatî ji serê sibê heta niha li ber nexweşxaneyê ne. Hate îdiakirin ku mirina mejî pêk hatiye.


www.azadiyawelat.com

 

 

 

 

 

 

A  R  S  I  V.

ARŞÎIVA  2006ê.    ARŞÎVA MEHA 1 û 2  SALA 2007ê. ARŞÎVA MEHA 3 SALA 2007ê. ARŞÎVA MEHA 4  SALA 2007. ARŞÎVA MEHA 5ê SALA 2007.

- Tîrêja Kurdî, ji alî rêziman û rastnivîsînê ve, di serrastkirina berheman de azad e.
- Ji bilî nivîsên ku li ser navê Tîrêja Kurdî têne weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye.