Kolanên vî bajarî, tirsa xwe bi ser
pirsên vê havînê de dirjînin, û ez,
sistaya baweriyên xwe bi şîrêza
gumanên xwe pelçîm dikim.
Hayê te ji min nîne, bê bêrîkirina
te, min xistiye kîjan dojehê.
Hayê te ji min nîne, bê çawa kêlîk
bûne çal, û temenê min diqurtînin,
hestiyên min dikujin û gewdê min
dibirêjin.
Hayê te ji min nîne bê çawa bûme
kavilê kişwera xeman…
Dengê min bûye nalîna bilûra şivanan…
Çavên min qerimîne, awirên min, yên
sêwiyan e, siya min kût bûye,
sitiriyên tenahiyê min dixwin…
Hema dikim bibim pesareke bê giya û
pincar, bê teyr û tilûr û teba…
xezalê, ka tu li ku yî…??!.
* * *
Xezalê!
Ji êvara xwedê de, lûvlûva min e…
Bi dest pelandinê, xwe dûrî oxireke
reş dikim.
Bi hêsirên xwe, wateyan kedî dikim.
Çalên dilên xwe, bi dilbijîna xewna
xwe û te, dadigrim.
Mina loqeke herî, xweziya xwe
diqurtînim.
Te aramî bi xwe bire dadgehkirina bê,
û ez ji zixtên şevê re hiştime, da
min bikin komir…!
Çima te min bi xwe re nebire hêlîna
xwedawendên xwe, ta nasbikin, bê
evîndarê te kî ye, da di navbera min
û welêt de şaş nekin…?!.
* * *
Xezalê!
Çavên te, du fincanên tijî qehwe ne…
keldûmana mêbûnê ji wan difûre.
Çavên te, du sirûdên heriyê ne…
Şevê xelmaş dikin, kuştaran aşdikin,
gunehkaran rast û pak dikin, û
xwedayan şaş dikin.
Çavên te, du morîkên qehwerengî ne,
her ku şeveq diwaze bi wan re
bipeyive, di matmayîbûna xwe de zîz
dibe.
* * *
Xezalê!
Hay ji çiyê hebe…
Gelek caran şagirdên xwe kor û sêwî
dihêle.
Hay ji êgir hebe…
Carna agir kirasê gosirmeta ye.
Hay ji bê hebe…
Ba, jinebiyeke pûşt e.
Hay ji avê hebe…
Carna av, mirov hogirî sawêrên xwe
dike…
û dilê sosretên sor dibijîne gewdê
me.
Hay ji dara qûzê hebe…
Hîna birîna wê germ e.
Hay ji axê hebe…
pênûsa te nedize.
Hay ji çeka xwe hebe, pênûsa te
nexwe.
Xezalê, tu bi xwedê kî…
Hay ji min hebe…
Careke dî, pêjneke dî, min bi kenê
çavên xwe nexapîne.
Şam – 17 /6/2007
|