2009-09-23

 

Sêvo Sindî

 

Nêçîra Kîvî

 




Diwerin periyên şevê
Lê çavên nobedarî
Hêşta hişyar in
Zingila rojê,,,,
Gêngeşeya bilbilan vedimirîne û
Laperên hizr û bîran
Kulmeka tozê li ser diwerî ne
û li ber kûçka agirek vemirandî,
Dewsa min, befrê ya sotî
Bi tinê şaxê kîviyek kehî
Li kevirek bilind hatiye hilawîstin
Rondikên wî wek gijlokek gerim,
Wexim gehande destên min
Spiyatiya serê wî,
Ji xemên şevan e û
Zeratiya simbêlan
Ji dukêla qelînê ye û
Ew mujîlank hemî pelîtkên
Agirê daran e û,
Ber û bedenên wî
Hemî sotî ye
Ji çirîskên agirê dilî

******
li vê şeva pir dost ,,,,
Dilê min li mêhvandariya
Hizr û bîrên xemrevîn û bahînkên nazik e
Xumexuma avê,
Wek kalbapîrî
çavan di xewîne
Bihostek befrê dewsa wan berze kiriye
Her yek di cihê xwe de,,
Guhdarê çîrokê ye û
Bi tinê agirê wan
Pêlên firmêskên evînê NE
Ew pêlên melevan
Bi hizr û bîran hilawîstin.


10. 06. 2007
England

 


 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


 

 

A  R  S  I  V

kurdi@tirej.ne

ARŞÎIVA

2006ê. 

   ARŞÎVA

MEHA 1 û 2, SALA 2007ê

ARŞÎVA

MEHA 3, SALA 2007ê

ARŞÎVA MEHA 4, SALA 2007

ARSHÎVA MEHA 5ê SALA 2007

 

BEŞÊ EREBÎ

 

 

www.rojava.net

www.semakurd.net

 

 

 

 

 

 

- Tîrêja Kurdî, ji alî rêziman û rastnivîsînê ve, di serrastkirina berheman de azad e.
- Ji bilî nivîsên ku li ser navê Tîrêja Kurdî têne weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye.