|
 |
|
Serkeft Botan |
|
Derdê Tirkiyeyê çi ye?
|
13 Xezîran 2007
www.azadiyawelat.com
-----------------
Tirkiye li ser bermahiyên çanda gelên anatoliya û
mezopotamyayê hatiye avakirin. Hebûna xwe di înkar û
tunebûna gelên anatoliya û mezopotamyayê de dîtiye û ev
heştê sal in ji bo tunekirina gelan têkoşînêk bênefer
dide. Li dijî kesên ku xwe cuda dibînin bêtehemul in û
bêrêz in. Tenê kesek têrî wan nakin. Bêtehemuliya çand,
ziman, xirbe û xwezayê jî li ber çavan e. Îro derdê
dewleta Tirk û artêşa wê çi ye?
Ev çi xezeb e li ber xwe danîne. Gelek sedemên wê hene,
em ê li ser mêjûya nêz rawestin û çend gotina li ser
şîrove bikin. Bi çewisandina DYA’yê ya li Iraqê re
Tirkiye li derveyî vê xenîmeta hanê ma û hûtekî
hevalbendê xwe yê mîna Sedam Huseyîn winda kir. Artêşa
tirkan di çarîka dawîn a sedsala buhurî de bi destûra
Sedam Huseyîn bi rehetî diçû başûrê Kurdistanê û li dijî
hêzên parastina gelên Kurdistanê çalakî li dar dixistin.
Ev kirin li gorî min hetanî sala 2003’yan bi
dubarekirinan berdewam dikir. Bi hilweşandina pergala
Sedam re Tirkiye îradeya xwe li başûrê Kurdistanê winda
kir.
Hewldanên başûrê Kurdistanê û niyeta Kurdistaneke
serbixwe bilindî asta herî jorîn bû. Ji bo dewleteke
serbixwe binesazî, sembol, kod û objeyên neteweyî pêl bi
pêl li başûrê Kurdistanê li pey hev bi rêz bûn. Ala
Kurdistanê li ber çavên wan bejn û bala xwe li çiyayên
Kurdistanê li ba dikir. Konjeksiyona navneteweyî jî
piştgîrî da vê ramanê, dewletên mîna Rusya, Îngilistan,
Almanya, Amerîka balyozxaneyên xwe bêdeng û his li
başûrê Kurdistanê vekirin. Dewleta Tirk baş têgihişt an
têdigihêje ku ev hewldanên navneteweyî tên çi wateyê. Di
nava kurdên bakurê Kurdistanê jî de rewşeke azadîxwaz
gihîşt asta herî bilind û peyamên kodên sînorên çêkirî
yên di nava kurdan de rûxandin. Dengê Hewlêra xweş dihat
Amedê û Amed bersiva Hewlêrê bi dengê erênî da. Dengê
peyaman, elameta sembol û kodên neteweyîbûn. Ev tiştekî
sosret bû ji bo dijberên kurdan. Kurdên ku hetanî duh di
bin çavan re li hev mêze dikirin îro li hev baniyane. Ev
peyam tirk xistin nava tirs û sawê û nehate hesabê wan.
Har û din bûn. Dest bi hewldanên ricimandinê kirin. Dest
avêtin belanegiyan, dek û fenên xwe yên bav û kaltiyê
xistin dewreyê.
Bi girtina Serokê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan re
dîtin ku tu guhartinên berbiçav di nava hêzên parastina
gelê Kurdistanê de çênebûn. Ev mijar hêj bêtir mêjiyê
tirkan û yê hevalbendê wan tevlihev kir û îradeya wan a
li Kurdistanê şikand. Zemîna li dijî gelê kurd di nava
wan de jî qels û lawaz ma û êniyek yekgirtî di nava xwe
de ava nekirin. Dest bi provokasyonan kirin. Geh ala xwe
şewitandin, geh kesên ku li ser wan tîşortên resimkîrî
ricimandin, geh têqînên ku gelên xwe karibin bicivînin
li ser hev pêk anîn. Sedemên van çalakiyên provakatîf
mijara li ser kurdan e. Nêrîna gelê tirk û fermiyeta
tirkan ne wekhev e û wekhev nafikirin. Fermiyeta tirkan
bi ruhê juntirktiye tevdigerin û li dijî kurdan
bêtehemul in. Hetanî roja îro jî bernameyeke siyasî ya
fermî hêj nehatiye xuyakirin. Nêrîn û çareserkirina wan
ji bo pirsgirêka kurd bi darê zorê, inkar û qirkirine û
hêj bi berçavka osmaniyan li erdnîgariya kurdan mêze
dikin. Baranên xunavî zû de şopên nalên hespên wan li
ser tahtên Kurdistanê paqij kirine. Eger ku xwe li kerî
û korî datînin ew pirsgirêka wan e.
Serxwebûn jî tê de mafê gelê kurd heye ku li ser xaka
bav û kalên xwe azad bijîn.
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|

www.rojava.net


www.semakurd.net
-
Tîrêja Kurdî, ji alî rêziman û rastnivîsînê ve, di serrastkirina berheman de
azad e.
- Ji bilî nivîsên ku li ser navê Tîrêja Kurdî têne weşandin, her nivîskarek
berpirsê naveroka nivîsa xwe ye.
|
|